ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-01 09:06:40 ROJANE *Sazî û nûnerên siyasî yên ji bo sala 2017'an temiya aştî û demokrasiyê kirin, peyama bi hêviya sala 2017'an bibe sala têkoşînê dan. Di nav peyaman de ya herî balkêş ya nivîskar Umît Kivanç e. Kivanç wiha got: "Xwedê ji bo me wijdan, sebr û aqil, ji bo hinekan jî bela xwe bide." *Li Mêrdînê hosteyê keviran Mehmet Nafî Ersan ê ji bo malên bi kevirên kevnare hatine çêkirin temenê wan dirêj be karê şekirinê dike û got, heke şekirin neyê kirin, wê ew malên dîrokî texrîb bibin. *Zixura Mûradê, di zivistanê de bi Çemê Mûradê yê di nav re derbas dibe û bi şembelîlkên çîlspî, bedewiyeke nuwaztir li xwe dihebîne. *Di doza hevşaredarên Şaredariya Erdîşê Dîba Keskîn û Abdûrrahman Çagan jî di nav de, 38 HDP'î û DBP'î lê tên darizandin de, dozger bi hinceta beşdarî daxuyaniya "xwerêveberiyê" bûne, der barê 38 siyasetmedaran de cezayê muebetê xwest. *Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad, rapora tekîldarî êrîş û zordestiyên li dijî çapemeniya azad a 2016’an bi raya giştî re parve kir. Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan anî ziman ku xebatkarên çapemeniya azad li gel êrîş û zordestiyan rastiyan gihand raya giştî û wiha got: “Mîrasa çapemeniya azad dê ji vê rojê şûnde jî azad be. Lê sala 2017’an dê bibe azadiya rojnamegerên azad yên li girtîgehan.” *Li Esenlerê, jina ducanî Merve Dînç Çîftçî ya di nav hefteyê de hatibû binçavkirin, parvekirinên wê yî Facebookê wek hincet hatin nîşandan û ji aliyê dadgeha bi îdiaya "Endamê rêxistinê" sewqî wê hatkirin bi cezayê hepsa malê serbest hat berdan. *Endamê DHF'ê Dîren Taşkiran ê 6 meha li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtî ma û paşê hat tehliyekirin diyar kir ku, bi pêvajoya OHAL'ê re li girtîgehan binpêkirinên mafan zaf zêde bûne û wiha got: "Di demên pêş de dibe girtiyên welatparêz û şoreşger, bi yên ji FETO'yê girtî û yên edlî re rû bi rî bên û bi vê re dibe provakasyonekê derxînin." *Rojnameger Herman Mavane derbarê pêvajoya geşedanên li herêmê pêş dikevin de diyar kir ku li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bi salan e li dijî kurdan lîstikên cuda tên leyîstin û dixwazin ji bo berjewendiyên xwe kurdan bi kar bînin, lê kurd êdî ax, dîrok û çanda xwe pêşkêşî desthilatdaran nake. ÇAND Û HUNER *Seyda Perînçek ê di albuma xwe yî nû "Çûkê Ser Dara" (KOLAN) de cih da Arîn Mîrxan, Sema Yuce û geşedanên li Rojavayê wiha got: "Ez hewl didim ku dernekevim derî terhê otantîk, kevneşopiyî."