ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-04 09:00:02 ROJANE *Atolyeya Kîlê ya Civata Çand û Hunerê ya Polenê ya bi pêşengiya komek jinên ciwan hat vekirin, rastî êrîşên komeke nîjadperest a ji aliyê rêveberiya zanîngehê, OGB û polîsan ve pesariya wê têkirin hat. *Li Girtîgeha Zarokan a Şakranê, hat îdiakirin ku bi hinceta 2 zarokên Kobaniyî bi kurdî axivîne, tevî 4 zarokên li heman qawîşê, bi vegotinên nîjadperestî û zayendî rastî îşeknceyeke fîzîkî ya 50 gardiyanî hatine. *Li Suriyeyê di dema şer de rêxistinên çeteyan tenê bi sed hezaran welatî qetil nekirin, her wiha li cihê ku dagirkirin mîrateya mirovahiyê, avahiyên dîrokî jî rûxandin. Berhemên dîrokî yên ku dikaribûn hilgirin dizîn, yên nikaribûn hilgirin jî xirab kirin. Ji van yek jê jî Keleha Necmê ye. Piştî Minbic ji bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, ev keleha dîrokî jî bêyî bi tevahî bê hilweşandin rizgar bû *Li Mûglayê, bi îdiaya têkiliya wan bi êrîşa bombeyî ya li Stenbolê ku 45 kes têde miribûn re heye, kesên hatin binçavkirin û paşê hatin girtin, derket holê ku kincên wan î herêmî û pirtûkên Mehmet Ûzûn ên li mala wan wek delîlên sûcî hatine hesibandin. *Li Edeneyê, Cûmalî Mendeş û tevî hevjîna xwe li serayê dixebite diyar kir ku, li gel nexweşe jî rojê bi 50 TL'yî bi tonan axê dikişîne û bi vî awayî li zarokê xwe dinere. Mendeş wiha got: "Li gel ji kezeba xwe nexweş im jî, ji bo muhtacî kesî nebim dixebitim." * Zimanzan Zana Farqînî girtina sazî û dezgehên zimanê kurdî rexne kir û diyar kir ku girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û saziyên din ên kurdan dijqanûnî ne. Farqînî, anî ziman ku dema ferhenga kurdî diyarî rayedarên dewletê hatin kirin ne qedexe bû, lê îro saziya van û ferhenga wan hatiye qedexekirin. Hevserokê Akademiya Ehmedê Xanî Îbrahîm Halîl Taş jî anî ziman ku her malek dibistanek e. * Qûluba Fealiyetan a Amed Sportîfê, wê li eywana Konferansê ya Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Amedê, kongreya xwe yî awarte li dar bixe. (12.00) * Wê ji aliyê rêxistina DBP'a Sûrê li avahiya partiyê, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê hatin qetilkirin, çalakiyeke bîranînê bê lidarxistin. (13.00) POLÎTÎKA *Parlemenetera HDP'ê Ayşe Acar Başaran a li ser navê partiya xwe di Komîsyona Qanûna Bingehîn de cih digire dest nîşan kir ku, dê bi qanûna bingehîn a nû re hêz di destekî de bicive û dema serokomar bixwaze dikare meclîsê fesix bike. Başaran wiha got: "Hemû qanûnên bingehîn ên piştî 1924'an hatin, ên derbeyê ne. Herî dawî jî, qanûna bingehîna di 2017'an de tê çêkirin jî teqez qanûna bingehîn a derbeyê ye." JIN *Piştî Hevşaredarê Şaredariya Sêrtê Tûncer Bakirhan ji peywirê hat girtin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin, pêşnûmayên atolyeya jinê hatin hilawistin. * Di ser 3 jinên siyasetmedar ên kurd Fatma Uyar, Pakîze Nayir û Sêvê Demîr ên di 4'ê Çileya 2016'an de hatin qetilkirin re salek derbas bû. heval û malbatên 3 jinên kurd ew bibîr anîn û diyar kirin ku ew bi şev û roj di nava gelê xwe de bûn û ew vîna gel bûn. Dayika Pakîze Nayirê Behiyeye Nayir diyar kir ku keça wê digot "Mirin be jî serkeftin be jî bila bi hevre be." ABORÎ * Kedkarên Îzmîrê diyar kirin ku zema heqê kêm ya kirine 104 TL sedeqeye û wiha: “Em nikarin bi vî pereyî wekî mirovan bijîn. Heqê kêm hêj ne ketî berîka me qediya.”