ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-05 09:00:28 ROJANE * Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, di sala 2000'î dema îktîdara Partiya Çep a Demokratîk (DSP) a Ecevît de deriyê wê hatibû mohrkirin û vê carê jî ji aliyê îktîdara AKP'ê ve deriyê wê hat mohrkirin. Hevserokê Enstîtuyê Zimanzan Samî Tan ji bo xwedîderketina li zimanê dayikê bang li hemû kurdan kir. * Dîrokzan Ayşe Hur, dest nîşan kir ku dîroka Tirkiyeyê di heman demê de dîroka rêveberiya awarte ye û parast ku, di navbera "hêzên wek dewleta kûr tên tebîrkirin" û AKP'ê de qirçîniyek heye. * Hevşaredara Qereyaziyê Zeynep Han Bîngol ya hat girtin, strana "Porê delala min sor e" ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li qenala televîzyonekê strî bû li ser medyaya civakî parvekiriye wek "Parvekirina parvekirinên bi mebesta gel derxîne kuçeyan" hat nirxandin û wek delîla sûcî hat hesibandin. * Dadgeha herêmî, ji ber di hesabê xwe yî medyaya civakî de muzîka bi kurdî parvekiriye, 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li karkerê înşaatê Şehmûs Kan birîbû, lê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Antalyayê ji ber daxwaza parêziya bi kurdî nehtaiye qebûlkirin ceza xera kir. Lê belê, Dadgeha Cezayê Giran a Sîlîfkeyê guh neda biryara xerakirinê ya dadgeha bilind û parast ku Kan, "Tenê bi qesda milîtabî îfade bi kurdî daye", guhnedêriya daxwaza parêziya bi kurdî ne "kêmasî" ye û heman ceza li Kan birî. * Di dema OHAL'ê de, li gor daneyên ÎHD'ê li Îzmîrê, di 6 mehan de 5 hezar û 755 kes hatin binçavkirin, 2 hezar û 473 kes jî hatine girtin. * Girtiyê bi navê Taner Taş ê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê tê ragirtin, balê kişand ser binpêkirinên mafan û wiha got: "Tu mafekî me yê civakî nayê dayîn, ev du meh e em nikarin nameyan wergirin û bişînin." Her wiha Taş got, di heman demê de ew birçî jî tên hiştin. *Derbarê balefira F-16 ya ku li Amedê hat xistin an jî ketiye xwarê ku hêjî rayedaran daxuyaniyek fermî ne daye de koma lêkolîna bûyerê ya ji aliyê Fermandariya Hewayî ve hatiye peywirdarkirin ji gundiyan dipirsin ka balefir çawa ketiye. * Dê Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), têkildarî dûrxistina ji peywirê li Navenda Giştî ya TMMOB'ê civînake çapemeniyê li dar bixin. (11.00) * Li Amedê, dê ji aliyê Rêxistina HDP'a Peyasê li avahiya partiyê civîneke gel bê lidarxistin. (13.30) * Navenda Jinê ya Jinwar a Çinara Amedê dê têkildarî salvegera kuştina 3 jinên li Sîlopya û 3 jinên li Parîsê bernameya bîraninê pêk bîne. (13.00) POLÎTÎKA *Yek ji avakar û Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan - Tirkiye (PDK-T) Şêxmûs Tûrgût dest nîşan kir ku, kombûna Kongreya Netewî ya Kurd ji bo kurdan tiştekî mecbûrî ye û wiha got: "Mijara yekîtiyê, ji bo hemû kurdan xewnek e. Dema pêkanîna vê xewnê hatiye." * Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, têkildarî pêvajoya aştiyê pêşniyaznameyeke pirsiyarî berpêşî serokwezîrtiyê kiribû. Berisva vê pêşniyaznameyê ji aliyê Wezîrê Dadê Bekir Bozdag hat dayîn. Bozdag têkillarî pêvajoyê wiha bersiv da: "Li wezareta me der barê pêvajoyê tu agahî tune ne." * Serokwekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek êrîş, binçavkirin û girtinên li dijî partiya xwe nirxand û wiha got: "Feraseta di 2009'an di bin navê KCK'ê de bi hezaran siyasetmedar girtin, dubare li ser kar e." JIN * Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir ku, bi qetilkirina jinên siyasetmedar ên li Parîs û Silopiyayê dixwazin peyamê bidin jinên kurd û wiha got: "Qetlîamên li Parîs û Silopiyayê pêk hatin, tu ferq di navbera wan de tune ye. Bi mirina Omer Guney re dixwazin delîlan reş bikin." JÎNGEHA KEDÊ *TUM BEL- SEN'ê diyar kir ku, li 51 şaredariyên DBP'î yên qeyûm tayînî wan hat kirin, endamên wan rastî pêkûtî û çewisandinan tên û ev agahî dan: "497 karmend hatin îxrackirin, 150 ji peywirê hatin dûrxistin û her wiha peymana 130 karkerî jî nehatiye nûkirin." Serokê Giştî yê Sendikayê Omer Salih Erol, li dijî çewisandin û pêkûtiyên qeyûman ên li hemberî endamên wan bertek nîşan da. *Li gundê Tiloran ê Geverê şivanên ku berbanga sibehê heya danê êvarê li ber pez dimînin, li gel şert û mercên zivistana zehmet, bi lawjeyan li ber agirê germ dibin û tehma bihevrebûna jiyana xwezayî digirin. EKOLOJÎ Daristana Guvercinlikê ya navçeya Bodrumê piştî şewitî, li şûna dîsa daran biçînin ji bo çêkirina 4 otelên mezin rûhsata destûrê hat dayîn.