ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-06 09:00:36 ROJANE *Buroya Hiqûqê ya Sedsalê şertê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê Girtîgeha Îmraliyê ya 2016'an kirin rapor. Muroyê di raporê de diyar kir ku “Îmralî heta dawiya sala 2016'an dîsa terkî bêdengiya tercîrê hat kirin." * Niştecihên Gundê Gokçekanatê yên behsa jiyana xwe yî gund kirin, diyar kirin ku, wan di payîzê de hemû amadekariyên xwe kiriye û ji ber vê zivistanê zehmetiyan nakêşin. Li gundê ku, atmosfereke hevgiritinê heye, girêdayî çand û toreya bav û kala ne. * Ciwan Reqa, di rêya Reqayê de wiha behsa dema ji leşkeriya rejîma Baasê derbasî nav şervanên QSD'ê bû kir: "Ji bo azadiya bajar û mirovên xwe têdikoşim." * Nûnerên eşîretên Mixurî û Miliyê balê kişandin ser rewşa kurdên li çar perçeyan dijîn û girîngiya Kongreya Netewî ya Kurd a divê kom bibe dest nîşan kirin. * Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak a ku li girtîgehê serdana Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk kir, diyar kir ku herî dawî Turk derketiye revîra girtîgehê û wiha got: "Ji ber di qelbê wî de pûl heye, dema di cîhaza X-Rayê re derbas dibe qelbî wî nerihet dibe. Ev jî pirsgirêkê teşkîl dike. * Di îdianameya der barê 15 endamên Partiya Şoreşger hat amadekirin de, ji bersûcan re bi giştî 405 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Di îdianameyê de li gel parvekirinên civaka medyayî, rojnameyên ji girtîgehê re hatin şandin jî wek sûc hatin hesibandin û her wiha dozger di îdianameyê de, 15 kesî bi endamtiya TKKKO ya xwe fesix kir tawanbar kirin. * Di ajandaya îsal a "TBMM 2017" a ji aliyê Serokatiya TBMM'ê ve li burokratên Meclîsê û nûçegîhanên parlementoyê tê belavkirin de, cara ewil e ku Serokomar Erdogan jî tê de cih digire. Ji dêvla portreyê Ataturk ên di ajandayên berê de cih digirtin; wêneyê Ataturk ê dema dua dike cih girt. Di ajandayê de tişta balê dikêşe yek jê ew e ku, wêneyê Ataturk li gel portreyên Erdogan û Kahraman biçûktir e û her wiha di ajandayê de, têkildarî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê beşek taybet a 4 rûpelî hatiye veqetandin. * Welatiyên ku li Serayê nexweş dikevin, ji ber li navçeyê nexweşxane tune ye piştî saetekî rê xwe digihînin nexweşxaneyê. Li navçeyê tenê Navenda Tenduristiyê ya Malbatê heye û welatiyên serî li vê didin jî, piranî sewqî navenda Wanê tên kirin. * Hat derpêşkirin ku, dema 6 girtiyên ji Sêrtê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatine kirin, li têketina girtîgehê rastî îşkenceyê hatine. * Di demsala zivistanê de yek ji mehên herî bi sir û seqem derbas dibe meha çile ye. Li Amedê li gel hewaya bi sir û seqem jî karker ji neçarî dixebitin û debara malbatên xwe dikin. Karkerên li Hala Fêkî û Sebzeyan dixebitin bi kedeke mezin kar dikin û destê wan ji serê sibê heta êvarê di nav avê de ye û pincarê dişon. Karker di nav rojê de kêliyekê di nav ava leganê de pincarê dişon û kêliyek jî li ber sobeya êzingan destên xwe yî diqerisin germ dikin. * Niştecihên Gundê Olçuluyê yê Qersê, her zivistan ji bo ava vexwarinê bi hesp û kerên xwe berê xwe didin deverên bilind ên gund û berfê berhev dikin. Berfa berhev dikin, dihelînin û bi vî awayî pêdiviya xwe yî avê bi cih tînin. * Dê Serokomar Erdogan ji bo hin vekirina bê Rihayê. * Dê Baroya Amedê, ji bo dîtina kiryarên Tahîr Elçî û ji bo bi awayekî lez û bez dosyeya lêpirsînê bi rê ve biçe, li ber Edliyeya Amedê çalakiyê li dar bixe. (13.30) POLÎTÎKA * Dê HDP tewrê xwe yî têkildarî guherînên Qanûna Bingehîn ên ku wê serê hefteyê hevdîtinên wê yî Lijneya Giştî dest pê bikin, bi çêkirina civînên ku wê serê hefteyê dest pê bikin diyar bike. ABORÎ *Krîza aborî, pişta esnafên Mêrdînê jî şikand. Li bajêr gelek esnas ji neçarî derabeyên xwe danîne û esnafên li ser piya mane jî piraniya wan bêyî serfetihê bikin, roj li wan diçe ava. ÇAND Û HUNER * Ferîde Bektaş a bîranînên xwe yî taxa "Gawiran" a Semsûrê nivîsand got, bîr û baweriyên ku heta beriya şerê Kibrisê li taxê wek xwişk û bira bi hev re dijiyan yeko yeko winda bûn. *Wênesaz Ramazan Îlter got, wêneçêkirin hezeke ku ji zarokatiyê lê peyd bûye û wiha got: "Wêneyê min ewil xêz kir, wêneyê gundê me yê bi darê zorê jê hatim koçandin, Çattepê bû. Min ev wêne jî diyarî bavê xwe yê her bi hesreta gund bû kir."