ROJEVA 08'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-08 09:01:09 ROJANE *Ji 3 jinên kurd ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, yek jê Leyla Şaylemez (Ronahî) e. Bavê Leylayê, Cûmalî Şaylemez ê behsa keça xwe kir got, ji roja ku têkildarî qetlîamê lêpirsîn hatiye vekirin heta niha, tirsa wan ew e ku ser dosyeyê bê girtin. Şaylemez diyar kir ku, îstîxbarata Fransayê belgeyên ji bo dosyeya lêpirsînê hatine şandin sansur dike û ji qetilkirina 3 jinên kurd berpirsiyar e û got, neronîkirina qetlîamê rê li ber qetlîamên nû vekir. *Li Hezoyê, sûrên Keleha Hezoyê ya P.Z. di sala 416'an de ji aliyê Xanedaniya Persan hat çêkirin ji ber nexweyîtikirinê rûxiyane û dîwarên keleha hundurîn jî yên heta roja îro li ser piya mane bi heman çarenûsê re rû bi rû ne. Şikesfta El-Emer a li hundurê kelehê ye jî hema bêje veguheriye çopgehê. *Bavê Berkîn Elvan, Samî Elvan têkildarî îdianameya ku piştî doza Berkîn Elvan bi 3 salan şûn de hat amadekirin û ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin diyar kir ku, hêviya wan ji dozê tune ye û wiha got: "Em dibînin ku, ji bo derdora muxalif edlaet nayê meşandin." *H.Î. (17) yê li Girtîgeha Zarokan a Şakranê tê ragirtin, ji bo cezayê hucreyê yên lê tên birîn û pêkanînên li girtîgehê protesto bike ji 9'ê Kanûna 2016'an ve di gireva birçîbûnê de ye. *Dê di salvegera mirina 6 jinên siyasetmedar ên li Silopiya û Parîsê hatin qetilkirin, li avahiya DBP'a Rezanê ya Amedê çalakiya bîranînê bê lidarxistin. (13.00) BI DÎMEN * Nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe dê di 21'emînn salvegera qetilkirina xwe de li Goristana Kemerê ya Esenlerê li ser gora xwe bê bibîranîn. (11.00) JÎNGEHA KEDÊ *Li Îzmîrê, 3 karkerên piştevaniya çalakiya gundiyên ku li dijî Polyak Maden A.Ş'yê ya sozê xwe bi cih neanî li dar xistin kirin hatibûn girtin. Şîrketa ku hukmên peymana bi Sendîkaya Dev Maden Îş'ê re îmze kiribû tune hesiband, bêyî li benda biryara dadgehê bimîne dawî li karê her sê karkeran anî. *Endamên Şaxa BES'ê ya Îzmîrê yên bi KHK'ya dawîn hatin îxrackirin, dest nîşan kirin ku îxrackirin planeke îmhakirina topyekûn e û gotin, divê ji bo têkoşînê mirov dakeve kuçeyan. *Li Tarlabaşiyê, jinên li jêrzemînên malên xwe li gel zor û zehmetiyan mîdyeyan çêdikin, bi vî awayî debara mala xwe dikin. Mîdyeyên amade dikin an hevjînên wan an jî zarokên wan difiroşin.