ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-11 09:00:21 ROJANE * Siyasetmedarên kurd ên li Îzmîrê, bal kişandin ser girîngiya Kongreya Neteweyî ya Kurd û wiha got: “Gelê kurd divê di demek kurd de di bin navê ‘yeketiya neteweyî’ de kom bibin xwe bikin yek. Tu niyata me nîne ku em sedsalek din jî winda bikin.” *Ji xwendekarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya hat girtin, Brandon Istenes yê 7 meh berê ji eyaleta Kalîforniya ya DYA'yê ji bo kurdî hîn bibe hat Stenbolê diyar kir ku, dê girtina enstîtuyê hînbûna wî ya kurdî pir asteng neke û got, ew ê hînbûna xwe ya kurdî bidomîne. *Nivîskar û rewşenbîrên kurd destnîşan kirin pêwîste kurd li ser hişmendiyek neteweyî kom bibin û kurd vê firsenda dîrokî ya yekîtiya kurdan ji dest bernedin. *Prof. Dr. Yaman Akdeniz ê bi xebatên xwe yên mafên sîberê û huqûqa înternetê tê nasîn, kontrolkirina platformên medyaya civakê yên ku îcraatên îktîdarê li ser tên rexnekirin wiha nirxand: "Ne bawer im li welatekî din civaka medyayî evqas rastî çewisandin û pêkûtiyan tê." *Domên li Nisêbînê yên li dawetan sazbendiyê dikin û bi vî awayî debara xwe dikin, piştî qedexeyan ji ber dawet êdî nayên kirin betal man. Ayten Engîn a ku pirsî, li cihekê xwîn lê birije dê çawa dawet bên kirin wiha got: "Em dixwazin li mala xwe ya serobero, bêyî kes daxilî me bibe bijîn." *Muduriyeta Polîsan a Amedê têkildarî encamên qedexeya derketinên derve yên di navebra 2015-2016'an de li navçeyên Sûr, Farqîn û Rezanê hatin îlankirin de nivîsek ji dadgehê re şand. Di navbera bîlançoya vê nivîsê de û daneyên ku Serfermandarî ragihandibûn de derket holê ku bi qasî çiayeyekî ferq heye. *Li Stenbolê, ji ber barîna berfê ya zêde nexweşxane tije bûn. Li rêyên ku ekîpmanên şaredariyê li hemberî barîna berfê baş tevdîr negirtin, qeşa çêdibe û ji ber vê qeşayê gelek kesên dişemitin çavên xwe li nexweşxaneyan vedikin. *Hevserokê TUAD'ê Arîf Yilmaz ê ji Girtîgeha Sîlîvriyê hat tehliyekirin diyar kir ku, îşkence û sewqên bi kêfî zaf zêde ne û got, bi taybetî jî li Sîlîvriyê ya Hejmar 9'an sepandinên li Îmraliyê ketine dewrê. *52 cenazeyên aîdî kesên li Geverê jiyana xwe ji dest dan û li Erziromê li goristana bêkesan hatin definkirin, ev nêzî salekê ye li benda wergirtinê ne. *Dozên parlementerên HDP'ê yên Colemêrgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan û nihat Akdogan, ji aliyê Dadgeha Bilind ve bi hinceta "ewlehiyê" neqlî Amedê hatin kirin, lê dozên li Amedê jî bi hinceta "ewlehiya cemaweriyê" neqlî bajarên din tên kirin. 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji bo dozên Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê yên girtî neqlî bajarekî din bê kirin, serî li Wezareta Dadê da. *Endamê komîteya rêxistinbûyînê ya Federalîzma Sûriyeya Bakur Ferhat Dêrik wiha got: "Çareseriya krîza Sûriyeyê federasyon e. Divê em gelên bûne dijminê hev bînin gel hev. Ev jî bi federasyona demokratîk pêkan e." *Xwendekarên Zanîngeha Egeyê diyar kirin ku, ew li cem mamosteyên xwe yên bi KHK'yan hatin îxrackirin ne û gotin, ji bo ew ji mamosteyên xwe dersê werbigirin ne hewceyê dîwarên zanîngehê ne. *Li Îzmîrê, Nerîman Ay (61) a di salên 90'î de bi awayekî giran rastî îşkenceya polîsan hat û di dema vê îşkenceyê de guhê wê yê çepê ker bû diyar kir ku, 24 sal e feraseta dewletê qet neguheriye û got, dema wê li Silopiyayê bedena Dayika Taybetê ya bi rojan li nav kuçeyan hat hiştin dîtiye, dubare wan êşên 24 sal berê hîs kiriye. *Muhammed (8) ê ji ber nexweşîneke xwe ya ji dema welidînê ve wek mirovên extiyar dixuyê û biçûk tê xistin, nikare biçe dibistanê. Malbata wî, ji bo Muhammed li malê bê perwerdekirin li perwerdekarekî/e ku bikaribe bi kurdî-erebî dersê bide digere. *Malbata Aykût ya ku mala wan di qedexeya derketina derve ya li Geverê de hat hilweşandin, ji bo li ser axa xwe bijîn odeyeke malê ji nû ve ava kirine û li wir jiyana xwe berdewam dikin. * Du zarokên biçûk ên endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Turkan Uzan Avşîn, çavên wan her li riya diya wan e. Bav Mehmet Avşîn ê di şert û mercên zehmet de li zarokên xwe dinihêre wiha bertek nîşan da: "Êdî nikarim zarokên xwe aş bikim. Em di girtîgeheke vekirî de dijîn." ÇAND * Nivîskar-sînemager Îlham Bakir diyar kir ku karê yekemîn ên qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê hatine kirin girtina qadên, çand, huner, ziman, jinan e û wiha got: “Polîtîkaya girtina sazî û ji kar derxistina hunermendan tê meşandin. Armanca qeyûman ji holê rakirina hunerê ye.” ABORÎ * Doç. Dr. Metin Altiok, têkildarî aboriya Tirkiye diyar kir ku di demek kurd de krîza aboriya Tirkiye rast nabe û wiha got: 666 hezar kedkarên ku êdî bê hevî di nava betaliyê de dijîn hene. JÎNGEHA KEDÊ *Serokê Şaxa DÎSK'a Mêrsînê Kemal Goksoy diyar kir ku, wan bihîstiye ku der barê nêzî 500 karkerên li Şaredariya Akdenîzê ya qeyûm tayînê wê hat kirin vekolîn hatiye destpêkirin û wiha got: "Tê diyarkirin ku dê li şûna kesên mafên wan ê kar tê fesixkirin, AKP'yî bên bicihkirin."