ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-12 09:00:08 ROJANE *Serokê Federasyina Êzidiyên Almanyayê Zerdeşt Gunay anî ziman ku, dê civaka Êzidiyan Şengaleke bêyî PKK'ê qebûl neke û got, divê siyaseta Başûr xwe ji bin sîwana Tirkiyeyê derxîne. *Dosyeya 6 rojnamegerên ku 19 roj e di bin çavan de ne, hîn jî parêzer xwe nagihîninê û têkildarî vê parêzeran got, binçavkirina wan derhuqûqî ye. Parêzeran got, biryara 30 roj binçavkirinê ji bo afirandina delîlên ku tune ne û anîn ziman ku, binçavkirin vegiheriye înfazê. *Hecî Hesen Sirri yê ku li Pirsûsê pez xwedî dikir, piştî koçî navenda Dîlokê kir jî dîsa dest ji çanda sewalkariyê berneda. Sirri, ji bo çanda xwe biparêze di jêrzemînekê de bizinan xwedî dike. *Koordînatorê Yekeya Enerjiyê ya Odeya Endezyarên Elektrîkê (EMO) Olgun Sakarya got, qutbûyîna elektrîkê ji ber kêmbûyîna gaza xwezayî ye û balê kişand ser polîtîkayên kara hilberîn, belavkirin û ragihîna elektrîkê. *Welatiyên xwedî nêrînên siyasî, bîr û baweriyên cuda yên di bin navê Hewldana Demokrasiyê ya Kocaeliyê ya li dijî Qanûna Bingehîn a li Meclîsê tê nîqaşkirin, OHAL û KHK'yan hatin gel hev, li dijî guherîna Qanûna Bingehîn a li Meclîsê hevdîtinên wê pêk tên, amadekariyên daketina qadan dike. *Li Amedê, Aykut Eryilmaz ê hevalê xwe Mehmet İnci bi çekê kuşt, hat derpêşkirin ku ji bo cinayetê xelas bibe wiha gotiye: "Xwest min bişîne çiyê. Min jî kişand û berdayê." Her wiha tê îdiakirin ku, yê cinayet pêk aniye ne Eryilmaz, lê bavê wî Sipahattin Eryilmaz bi xwe ye. *Li Colemêrgê, Qehweya Kizwanan a bi sedan sal e wek nîşaneya qîmetdayînê berpêşî mêvanan tê kirin ji ber vê wek Qehweya Egîdan tê binavkirin, di zivistanê de ji her cure vexurbaiyê zêdetir tê vexwarin. *Dayika Muslim Kasar ê ku di êrîşa li dijî Muduriyeta Polîsan a Dîlokê de jiyana xwe ji dest da, Leyla Kasar bertek nîşanî daxuyaniyên berpirsiyaran da û diyar kir ku, kurê wê ji sedê 50 berastengê zihnî ye û ji ber nexweşiya sarayê pê re hebû loma jî li leşkeriyê jî çek nedane kurê wê. *Rûniştina doza Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Cizîrê were dîtin. (13.00) * Dê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 67'emîn rûniştina "Doza Sereke ya KCK'ê" bê dîtin. (10.00) *Doza ku der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de bi sûcdarkirina "Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye" hatiye vekirin dê li 7'emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Amedê bê dîtin. (09.00) * Doza Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel dê li 2'yemîn Dadgeha Cezeya Asliyeyê ya Mêrdînê bê dîtin. (09.00) POLÎTÎKA *Partiyên kurd balê kişandin ser girîngiya Kongreya Netewî ya Kurd û dest nîşan kir ku, li erdnîgariya Rojhilata Navîn, ji bo çareke din jî gelê kurd winda neke yekîtî şert e. * Rojnameger Îbrahîm Gezîcî yê li xeta sînor rojnamegeriyê dike der barê hevdîtinên ku dê Rûsya, Îran û Tirkiye li Astanayê pêk bîne de diyar kir ku hevdîtinên Astanayê yên bêyî kurdan dê bibe karîkatura hevdîtinên Cenevreyê, Heysem Alî jî nirxandina "Li Astanayê gazî kurdan nekin dê şer, gazî bikin çareseriyê biaxivin" * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Wekîla Hevseroka Giştî Gulcîhan Şîmşek, endamên Lijneya Rêveber a Navendî yên DBP'ê û hevşaredarên ku ji kar hatine dûrxistin dê li Dîcle Kafe ya Park Ormanê ya li navçeya Peyasa Amedê bi xebatkarên çapemeniyê re bên cem hev. (10.00) ÇAND Û HUNER *Dengbêjê ciwan Ayhan Tekirbaş wiha got: "Dibe ku çavên min tune bin, lê dengê min heye. Ez bi dengê xwe ruhekî li kilamn peyda dikim û xwe digihînim mirovan. Bi dengê xwe jiyanê dibînim." *Nivîskar Abdurrahman Bedir ê ku ji Geliyê Zîlan e bi salane li ser wêje û zimanê kurdî dixebite. Bedir bi şêwazek ango sitîlek “dengbêjesk” ku 'yekem car ji aliyê wî ve' li wêjeya kurdî hatiye zêdekirin, pirtûkan dinivîsîne. Bedir niha jî bi şêwaza “dengbêjesk” pirtûkek bi navê “Warê Firaran” li ser komkujiya Geliyê Zîlan amede dike. ABORÎ *Bazarvanên Kolikî, ji ber krîza aborî û lawazbûna hêza kirînê bi gilî û gazinc in. Bazarvanan diyar kir ku, malên ew dikirin bi piranî niakrin bifiroşin û anîn ziman ku, ew bi xesarê her roj berê xwe didin malê.