ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-13 09:00:46 ROJANE *Di îdianameya der barê Ali K. (50) ê zaroka 12 salî L.H. a malbateke Sûriyeyî îstismar kir hat amadekirin de, ji 10 salan heta 25 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. *Di riya Reqayê de, ji zarokên di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de cih digirin, ji bendika dil "Şukran"ên xwe pêşkeşî şervanan dikin. *Remziye Bor a 7 meh û nîvan ducanî bû û di serdegirtina malê de bi birîndarî ew rakiribûn nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest dabû. Di îdianameya pêvekî ya der barê kuştina Bor a ducanî hat amadekirin de dozger got, "Ji ber sûcê endamtiya rêxistinê dê teqîbat neyê kirin" û bi vî awayî rê li ber lêpirsîna ku dê ji bo peywirdarên cemaweriyê bihatana meşandin girt. *Hemû beşên civakê li dijî girtin û binçavkirinê bertekên xwe tînin ziman. Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyet Aydın Engîn xwest her kes li demokrasiyê xwedî derkeve û her kes ji bo parastina demokrasiyê ji dayîna bedelan re jî amade bin. Ergîn, anî ziman ku Demokrasî bi bedelan tê parastin. *Fatma Kaplan Hurriyet a di dema hevdîtinên Qanûna Bingehîn de rastî şideta parlementerên mêr ên AKP'yî hat wiha got: "Ya xemnak ew e ku, jinên AKP'yî şidetê tesdîq û rewa dikin." *Nivîskar û parêzvanê mafên mirovan Halil Savda got, dewlet ji ber şerê li dijî kurdan, hem di polîtîkaya derve de rastî windahiyan û hem jî rastî pirgirêkên cidî tê. Savda dest nîşan kir ku, dê yekîtiya kurdan xizmeta îstikrara Tirkiye, Sûriye û Iraqê bike. *Li Bismilê keyayên 3 taxan bi hinceta parvekirinên civaka medyayê ji peywirê hatin girtin. Keyayek, ji ber wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û wêneyê dayika xw eya 70 salî ku nîşana serketinê kiriye parve kir, ji peywirê hat girtin. *Der barê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve tê meşandin de hat girtin, piştî 5 salan têkildarî derbkirina Qaymeqamê Qilebanê Naif Yavuz ê piştî qetlîama Roboskiyê di dema serdana şînê de hatibû derbkirin, îdianama hat amadekirin. Di îdianameya hat amadekirin de, bi îdiaya Encu pehîn avêtiye qaymeqam der barê wî de cezayê giran ê heta hetayê hat xwestin. * Li Rihayê muxediyên kevokan, pêşanderên zindî yên gotinên Mucit Tesla ne ku dibêje: "Belkî çivîkeke bi evînî ji min hez bike. Min ji kevokekê wek jineke ku ji mêrekî hez dike hez kir, wê jî wiha ji min hez kir." *Koçerê di demsala zivistanê de vegeriyane ser warê xwe yên zivistanê li benda hatina baharê ne ku derkevin zozanan. * Endamê Koordînasyona Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê Lêkolîner û Nivîskar Kadir Akin, diyar kir ku gelê Tirkiye bi talûkeya diktatoriyê re rû bi rû ye. Akin, xwest ev karê qanûna bingehîn tenê ji meclîse re neyê hiştin. *Dê ETHA têkildarî rewşa 6 rojnamgerên di bin çavan de, li Sendîkaya Rojnamgerên Tirkiyeyê (TGS) daxuyaniyê bide. (13.00) BI DÎMEN *Dê Baroya Amedê têkildarî dîtina kiryarên Tahir Elçi û dosyeya wî ya lêpirsînê, li ber Edliyeya Amedê çalakiyê li dar bixe. (13.30) * Dê doza Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan a ji ber beşdarbûna merasîmên cenazeyan, meş û daxuyaniyên çapemeniyê yên 2011'an li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (10.00) POLÎTÎKA *Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit hevdîtinên guherandina Qanûna Bingehîn ên li Meclîsê didomin nirxand û got, pêşnûmaya Qanûna Bingehîn a nîqaşên wê tên kirin, tu tevkariya wê ji bo aştî û demokrasiyê tune ye. ABORÎ *Esnafên Tahtakale diyar kirin ku ji ber polîtîkayên Tirkiye yên navxweşî û derve firotina îsal li gorî sala par ji sedî 80 kêm bûye. Esnafan diyar kirin ku rêya çareseriyê li şuna polîtîkayên şaş parastina aştiyê ye. *Serokomar Erdogan gotibû, "di navbera kesê di dest wî de çek heye û kesê di dest wî de dovîz heye tu ferq tune ye" û bi vê gotinê pênaseyeke nû ya "endamtiya rêxistinê" kir. Beramberî van gotinan Aborînas Erol Katircioglû jî balê kişand ser krîza aborî ay her diçe kûr dibe û wiha got: "Jêderkbûyîna lez û beza wan a anîna serokatiyê ji ber vê ye. Çimkî tekane hêviya wan sermayeya ereba ye." * Prof. Dr. Hayri Kozanoglu, têkildarî qeyrana aborî axivî û diyar kir ku ger Serokomar Erdoğan dest ji evîna "Serokdewletiyê" berde dê dowîz dakeve û qirîza aborî ber bi aramiyê ve biçe. EKOLOJÎ *Li Bodrûma ku buhuşta xweza û turîzmê ye, bi pêkanîna pêşnûmaya 12 RES'an ên ji 680 turîbînan pêk tên dixwazin jiyana xwezayî talan bikin. Endamên Platforma Parastina Hawirdora Nîvgirava Bodrûmê li dijî şîrketên xwezayê talan dikin, banga piştevaniyê kirin. JINEHA KEDÊ * Endamê Meclîsa ÎSÎG’ê yê Stenbolê Murat Çakir diyar kir ku di rapora dawî ya ÎSÎG’ê ku aşkera kirî de, di sala 2016’an de 1970 karkeran jiyana xwe ji dest daye û ji ber berpirsyaran hesab nedane cînayetên kar zêde dibin.