ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-01-15 09:00:41 ROJANE * Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endama Buroya Hiqûqê ya Asrînê Nevroz Uysal, li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku niha rewşa Ocalan têde ye mekanîzmaya îmhayê ye. Uysal, xewskt CPT rapora ziyareta Îmralî ya 2016'an aşkere bike. *Omer Onen jî wekî sedan welatiyên kurd di sala 1990'’an de li Çinarê hat binçavkirin û windakirin. Dema Onen hat windakirin keça wî Dêrsim Onen hîn 3 mehî bû û di pêçekê de bû. Onen a di 23 salên temenê xwe de her li aqûbeta bavê xwe dipirse, diyar kir ku kûjerên bavê wê JÎTEM, MÎT û cerdevan in. Oner, dest nîşan kir ku heta sax be dê hesab ji wan bipirse. *Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya mêrsînê Prz. Ozgur Çaglar, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê ava paqij nadin girtiyan û ji her derêgirtîgehê kêzik dibarin. *Li Sêrtê, Malên Casê yên ku mîrateya çandî ya bajêr in ji ber bêeleqetiyê bi tunebûyînê re rû bi rû mane. *Dêra dîrokî Surp Kevork, ji ber nayê parastin roj bi roj hildiweşe. Li gel ku di sala 1983'an de xistine bin parastina fermî jî tenê rojekê hat restorekirin û piştre bê xwedî hat hiştin. *Bloka Aştiyê ya li dijî OHAL û "Serokomariya Partiyî" biryara rêxistinênbyîneke nû wergirt, dê ji bo parastina aştiyê awayên têkoşînê yên nû diyar bike. *Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek bal kişand ser girîngiya Kongereya Netewî ya Kurd û diyar kir ku dem dema xwedî derketina her çar parçeyên Kurdistanê ye. * Weqfa Artvîniyan a Stenbolê, dê têkildarî konsera "Deng bide Artvînê" ya ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hat qedexekirin, li avahiya TMMOB'ê daxuyaniyê bide. (12.00) JIN *Li Çinara Amedê, Navenda Jinê ya Jinwarê ya di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariyê de xebat dimeşand, hemû xebatkarên wê bi hinceta "Lîsteya xebatkarên di sala 2017'an de vîzeya wan guncan nayê dîtin" ji aliyê Qaymeqamê Çinarê ve ji kar hatin derxistin û li ser vê jinan bertek nîşan da. Jin wiha axivî: "Dikarin me ji kar derbixin, lê qethiyen nikarin xebatên me yên jinan rawestînin." POLÎTÎKA *Berdevkê Platforma Aştiyê ya Kocaelî Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu, têkildarî talûkeya li pêşiya Tirkiye axivî û anî ziman ku hikûmet Tirkiye dixe nava agir û xwest her kes vê yekê bibînin. ÇAND Û HUNER *Li Fuara Pirtûkan a Çukurova ji ber zêdebûna ewlehiyê û polîsan xwîner naçin fuarê. Nivîskar Nevin Berktaş, diyar kir ku ev rêbaza ewlehiya zêde bêtir gel û xwîneran bêzar dike û keç nayê fuarê.