ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-01-16 09:00:15 *Şervanên ku yek bi yek gundan azad dikin gav bi gav nêzî Reqqayê dibin. Her ku şervan pêş ve diçin tirs û xewfa li Reqayê jî zêde dibe. Di bernameyên radyoyê DAIŞ’ê yê bi navê Îzaatul Beyan ku li ser pêla 99.9 weşanê dike de jî ev yek xwe dide der. Di radyoyê ku bi zimanê tirkî, frensî, îngilîzî û erebî nûçeyan diweşîne de, stranên medhê xwekujan dikin têne weşandin. Di sohbetan de jî tê xwestin endamên wan ji şer nerevin. *Derbarê hevdîtinên qanûna bingehîn ên ku li Meclîsê didomin de Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu nirxandin kirin û diyar kir ku ger paketê ji referandumê re bê pêşkêş ji bo kedkar di pêvajoya referandumê de bêjin ‘Na’ ew ê xebatan bimeşînin. *Li Tarsusê beriya 78 salan ji bo li qada sanayiyê bê bikaranîn, daristana Karabucak a tenê ji darên okalîptûs hat avakirin, di nava sê salan de hemû dar hatin birîn û dara bi navê “Çar Bira” ku wekî pîroz tê dîtin û ji ber 4 kokên wê hene ev 78 salin kesek destê xwe nadeyê. *Rençberên ku serayên wan ji felaketa lehiyê zerar dîtin, bi derfetên xwe birhînen xwe diçebirînin. Rençberan diyar kirin ku şîrket û bazirganên mezin li derdora wan çirê didin xwe û li firsendê digerin. Rençberan anîn ziman ku buhabûna fekî team zêde bandor li ser wan nekiriye û fîrmayên mezin li firsendê digerin. *Endama Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan Selma Atlan diyar ku ji ber şertên girtîgehê di laşê girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê ku herdu destên wî tune ne de nexweşiya mantar derketiye û wiha got: “Ji ber destên wî tune ne Aktaş nikare bendikên pêlava xwe veke û sewqkirina wî jî bi gotina ‘Kes naxwaze’ hatiye astengkirin.” *Malbatên ku ji jiyana xizmên xwe yên li Girtîgeha Erziromê bifikarin, di dijî binpêkirinên mafan ên gihiştine asta herî jor serî li ÎHD’ê dan û alîkariya hiqûqî xwestin. *Birayê girtî Mustafa Tekîn yê li Girtîgeha Tîpa T a Bandimayê Hunermend Kanîvar Tekîn, der barê rewşa birayê xwe û pêkanînên girtîgehê de anî ziman ku di Girtîgeha Bandirmayê de li dijî girtiyên siyasî êrîş gihîştine asta herî jor û wiha got: “Bi hezaran girtiyên siyasî di bin êrîş û îşkenceya dewletê de ne.” *Dayîka Şemiyê Vasfiye Avci ya 57 salî û nexweşa dil û şekir pêre heye bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. *Doza derbarê 11 welatiyên ku bi zorê hatin windakirin ku wekî doza Kulp (Yavuz Erturk) jî tê zanîn dê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. (09:30) JIN *Kedkarên jinên ên endamên BES’ê yên hatine îxraçkirin diyar kirin ku ew ê dîsa vegerin qadên ku aîdî wanin û wiha gotin: “Em li malê narûnin têkoşîn didome.”