ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-17 09:00:54 ROJANE *Li hemberî TOMA'ya polîsan a gaz û ava şid direşîne, alternatîfek hat çêkirin! Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê, bi mebesta mudaxilî bûyerên civakî bibe lijneyeke şopandina dozan a bi navê TOMA ava kir. *Hêzên QSD'ê yên ber bi Reqaya ku di desthilatdariya DAIŞ'ê de ye diçin, ji bo bi awayekî tendirûstiyane gel ji herêma operasyonê tahliye bikin, bi radyoya ku ava kirine gel ber bi qadên azad ve beralî dikin. *Li Sûra ku ev demeke dirêj e di bin dorpêçkirinê de ye, ciwanekî ku ew bi xwe jî pêgirê tiryakê ye diyar kir ku li Sûrê her diçe esrar û tiryak zêde dibe, her tişt di bin çavdêriya polîsan de pêk tê û polîs vê yekê ji nedîtî ve tên. *Parêzer Reyhan Yalçindag destnîşan kir ku parlamenter bi bêriyî hatine guhdarîkirin û her wiha guhdarîkirina wan a bi biryara dadgerên ji peywirê hatine îxrackirin jî skandaleke huqûqî ye. Parêzer Mesut Beştaş jî got ku îdîayên dozger û dadger ku ji Tevgera Gulen hatine girtin, îdîayên der barê parlamenteran avêtine holê. *Belavkarê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yê girtî Semîh Elîtaş nêzî salekê ye li benda amadekirina îdianameyê ye. Bavê Elîtaş Emrullah Elîtaş jî got, pêvajoya girtinê hema bêje veguheriye cezayê. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê, di nameyên şandin de ragihandin ku bi awayekî kêfî amûrên wan tên desteserkirin, di dema çûn û hatina nexweşxaneyê de tên kelepçekirin, girêdana bi leşkeran tê sepandin û ser hewadariya qawîşên ku lê dimînin dixwazin bi têlan bigirin. *Endama platforma li dijî nîjadperestiyê Nuran Yuce bal kişand ser belavbûna zimanê nefret û şîdetê û diyar kir ku vegotinên netewprest, nîjadperest û zayendî "ji aliyê konsepteke xwecihî û milî ve" tê meşandin. *Serokê Lijneya Rêveberiya TMMOB'ê Emîn Koramaz ê serdana navçeya dîrokî Sûrê ku hîn jî qedexe û rûxandin lê didome kir anî ziman ku veguherandina Sûrê ya wekî xirbeyan, encama polîtîkayên şîdetê ya îktîdara AKP'ê ye, mebesta plankirina çêkirina 6 qereqolan jî ji bo peydekirina navenda rantê ya ewleyiya alîgirî ye û ew ê pêşnûmaya ku Sûrê ji dest gelê Amedê derdîxîne, veguhêzînin darazê. *Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk ku piştî wekî "ermeniyê dijminê tirkan" hat sucdarkirin û piştre hat kuştin, li ser mirina wî re 10 sal derbas bû, lê hêj kujerên wî ne hatine dîtin û cezakirin. * Dê 68'emîn rûniştina "Doza Sereke ya KCK'ê" li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (10.00) * Dê 10'emîn rûniştina doza Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dink ê hat qetilkirin, li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran bidome. (10.00) * Dê doza têkildarî L.H. (13) a ji Sûriyeyê ku rastî îstismara zayendî ya Ali. K. yê 55 salî hatibû bê dîtin. (11.00) * Tê payîn ku dê sibê di nava rojê de 6 rojnagerên 23 roj e di bin çavan de ne sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê bên kirin. Ji bo rojnamegeran dê li ber edliyeyê daxuyanî bê dayîn. (13.00) * Ji partiyên komê wan li meclîsê hene CHP û HDP dê civînên xwe yên li meclîsê pêk bînin POLÎTÎKA *Nûnerên asta bilind ên Yekîtiya Hiqûqnasên Cîhan û Ewropayê ku ji bo Konferansa Hiqûqê hatin Tirkiyeyê diyar kirin ku bi OHAL'ê re demokarsiya li Tirkiyeyê bi temamî ji holê hatiye rakirin, şert û mercên salên 80'î tên jiyîn. Hiqûqnasan anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan polîtîk e û bi bihevrebûn û piştevaniyê dikare ji holê bê rakirin. ABORÎ *Esnafên Taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê, ji ber qutbûna ceryanê êdî nikarin tu karî bikin. ÇAND Û HUNER *Xizmê winda yê 25 salî Azad Penaber li ser kesên kujer nediyar û evîna windayan, zarokên penaber û axa welat pirtûka helbestan a bi navê “Du ziman û evînek” nivîsand.