ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-19 09:00:47 ROJANE *Dayika Ugur Kaymaz ê 12 salî ku bi 13 guleyan hat kuştin, Makbule Kaymaz li dijî îxrackirina xwe serî li riyên huqûqî da. Kaymaz got, kesekî ku debara malbatê bike tune ye û li wêneyê malbatê yê berê dinihêre û wiha dibêje: "Ew rojên xweş û geş li paş man." *Rojnameger Metin Yoksu yê 24 rojan di bin çavan de hat ragirtin û şeva çûyî bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan, 24 rojên di bin çavan de vegot. Her wiha Yoksu têkildarî binçavkirina ku di çarçoveya lêpirsîna Redhackê de jî wiha got: "Ji dêvla ku dozger lêpirsîna nûçeyên em çêdikin bike, bila lêpirsîna îdiayên bûne mijara nûçeyên bike." *Li Amedê, Înîsiyatîfa Piştevaniya Bi Zindanan Re a bi mebesta piştevanî û alîkariya bi malbatên girtî û hikumxwaran hat avakirin, mebesta wê ew e ku li pirgirêkên girtî, hikumxwar û malbatên wan çareser bike û binpêkirinên mafan ên pêk tên ragihîne. *Ji fermandarên Odeya Çalakiya "Xezeba Firatê" Rojdat Felat diyar kir ku, ew dê operasyona Reqayê ya ku pêngava wê ya duyemîn li ber temamkirinê ye, bi wergirtina Tabqa û dorpêçkirina Reqayê bidome. * Welatiyê bi navê M.G. (61) ji ber nan û erzeq biriye mala xwe der barê wî de doz hate vekirin lê ji heyata ku M.G. darizandin 2 dadger ji ber "endamê rêxistina terorê ne" hatin girtin. Ligel vê yekê jî di dosyaya M.G. de gelek nehiqîqû heye. * Rojnameger Celal Başlangiç têkildarî girtina rojnamgerên ku 24 rojan di bin çavan de man û hatin girtin got: “Ji ber ku îhtîmala referandûmê nêzîk dibe û rojnamegerên ku rastiyan dinivîsînin dibin hedefa îxtîdarê û ew rojnameger tên girtin.” * Li Amedê li ser talîmata qeyûman gelek tişt tê qedexekirin. Hat hînbûn ku qeyûman talîmata gelek qedexeyên daye. Di çarvoçeya van qedexeyan de biryara ku otoparkên li şûna avahiyên hatine hilweşandin bi awayekî demwextî hatine vekirin bên girtin û dezgehên li kolanan firoşkariyê dikin bên rakirin. Hat angaştkirin ku erebokên destan jî ji nav bajêr bên komkirin. * Bi girtina Midurê Nûçeyan a DÎHA ya bi riya KHK'ê hat girtin Omer Çelîk, hêjmara xebatkarên girtî yên ajansê gihişt 11’an. Edîtorê DÎHA’yê Mehmet Alî Ertaş anî ziman ku nûçegîhanên wan bi cîh anîna rol û mîsyona civak dayî ser mila wan tên girtin û got ku meşa çapemeniya azad bi girtinan nayê rawestandin. * Doza "KCK'ê" ya Stenbolê ku 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin dê li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30) * Şaxa Hejmar 6 a Egîtîm Sen'ê ya Stenbolê dê ji ber daxwaza Zanîngeha Marmarayê ji bo kar avêtina akademîsyenên bi hinceta îmze avêtine belavoka "em ê nebin şirîkê vî sûcî" li avahiya sendîkayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00) * Doza kesên ku ji ber kuştina Sedat Akbaş ê ku li Kagithaneya Stenbolê di 6'ê Îlona 2015'an de ji ber axaftina kurdî hatibû qetilkirin, tên darizandin dê li 17'emîn Dageha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.00) * Di 10'emîn salvegera qetlikirina Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Agosê Hdart Dînk dê berrame bên lidarxistin. Ber bi rojnameya Agosê meş bê lidarxistin. (14.00-20.00) POLÎTÎKA *Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek guherînên Qanûna Bingehîn nirxandin û bi bîr xist ku AKP'î pêşniyarê "Di rêveberiyê de em dawî li durêvebirinê tînin" diparêzin û wiha got: "Wê demê bila di rêvebirina mehelî de jî dawî li pergala durêvebirinê bînin, bila walî ji dewrê derkeve û bila kesên hilbijartî rêvebirina mehelî bi rê ve bibin." *Endamê Lijneya Rêveberiya PDK-S'yê Ali Al Muslem balê kişand ser nîqaşên Yekîtiya Netewî ya Kurd û anî ziman ku, heke vîneke derkeve holê dê Yekîtiya Netewî ya Kurd pêk bê. Xwediyê Weşanxaneya Komalê ya di salê 90'î de fealiyetên xwe dimeşandin Huseyin Avci jî got, rizgariya gelê kurd bi yekîtiya netewî pêkan e. ÇAND Û HUNER *Sultan Ozturk a piştî erdheja li bajêr di konteynerê de dijî, xeyal û hêviyên xwe bi wêneyên xêz dike dide der. ABORÎ *Li Meletiya ku hema bêje hemû pêdiviya cîhanê ya mişmişan bi cih tîne, hilberîner qada bazariyê nabînin. Medet Kilinç ê mişmişan ji hilberîneran dikire û îxracî welatên cîhanê dike, got rewşa heyî ji ber siyaseta navxweyî û derve ye. *Serokê Komeleya Şîre û Penêrfiroşan Ali Riza Ozçakmak anî ziman ku, li Bazara Şireyê ya Semsûrê li gor salên berê kar nêvî nêvî bûye û wiha got: "Li gel nebaşiya rewşa esnafan, rewş her diçe xerabtir dibe. Li bazara me 3 hevalên me yên esnaf îflas kirin û derabeyên xwe danîn." * Li gorî Lêkolîna Nerînên Civakî û Siyasî ya Zanîngeha Kadîr Has, ji sedî 71.7’ê civakê di fikra ku li Tirkiye krîza aborî heye de ye. Li gorî lêkolînê yên Serokdewletiyê dixwazin jî ji sedî 32,5 ye.