ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-20 09:00:18 ROJANE *Serokê Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Edeneyê Parêzer Tugay Bek piştî şewata li Qawîşa Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê derket çû girtîgehê, lê nehiştin hevdîtinê bi zarokên li qawîşa şewat lê derket çêbike. Bek wiha got: "Li nêvengeke girtî zarokên hatine hepskirin, bi nivînên li derî hatine bicihkirin şewat derxistine, a rast ev bi awayekî întihar e. Divê şert û mercên ku zarok ber bi vê ve birine baş bên lêkolînkirin." *Hunermendên kurd, ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd demildest pêk bê diyar kirin ku êdî pêwîste kurd ziman, çand, siyaset û hemû nirxên xwe di bin banekî de kom bikin û xwest her kurd ji bo yekîtiyê bixebitin. *Li Xinisê, Serhat Akduman ê bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hat girtin, li ser civaka medyayî parvekirina wî ya nîşeya "DAIŞ'a Barbar" û vîdeoya ciwanên ku bi cilûbergên herêmî govendê digerînin wek unsûrên sûcî hatin hesibandin. * Doza têkîldarî qetilkirina Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk dê li Edliyeya Stenbolê bê dîtin. (10.00) * Ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê ku hate girtin ji Girtîgeha Sîlîvriyê anîn Girtîgeha Xarpêtê bê berdan dê li Taksîm Hîll Otelê civîna çapemeniyê bê lidarxistin. (13.00) * Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ji bo edelat bi cih bê dê li Halîtaga ya Kadikoyê ya Stenbolê di merasîma bîranînê de bên cem hev. (18.00) * Doza "KCK'ê" ya ku Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek û hevşaredarên girtî Firat Anli, Ahmet Turk jî di nav de 154 siyasetmedarên kurd tên darizandin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê berdewam bike. (10.00) * Baroya Amedê ji bo ku kiryarên Serokê Baroya Amedê TAhîr Elçî yê li navçeya Sûrê ya Amedê di 28'ê Mijdara 2015'an de hate qetilkirin bên dîtin û lêpirsînekî berfireh û bi bandor bê meşandin dê li ber Edliyeya Amedê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. (13.30) POLÎTÎKA *Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, diyar kir ku di warê yekîtiya navbera kurdan de geşedanên erênî pêk tên û wiha axivî: "Heke yekîtî tunebûna, dê li dijî êrîşên DAIŞ'ê Hewlêr nehatana parastin." Yuksek diyar kir ku, kurd li Rojavayê gav bi gav statuyê bi dest dixin û got, li Astanayê hebûna kurdan dê ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê jî baş be. * Li Meclîsê nîqaş û dengdana li ser pêşnûmeya guhertina qanûna bingehîn dê berdewam bike. JIN *Jinan balê kişand ser guherandina Qanûna Bingehîn û dest nîaşn kirin ku, ev pakêta guherandinê hemû derdorên civakê û jinan nahebîne û her wiha hat diyarkirin ku, heke referandûm pêk bê dê jin di referandûmê de "Na"yê bi rêxistin bikin. Dê jinên DBP'î, di 26'ê Çileyê de li dijî Qanûna Bingehîn xebatan bidin meşandin. *Li Colemêrgê, Komeleya Jinek Jiyanek a 2 meh berê hat avakirin, hedefa wê ew e ku, li bajêr Navenda Hêzdarkirina Jinê vebike. ÇAND Û HUNERÊ *Dengbêj Seyîd Fadil Cizîrî ê ku bi sala ye li hemberî nexweşiya parkîsonê li ber xwe dide, niha bi qebqeba kewan sebra xwe tîne û ji bo ku nexweşiya xwe derbas bike benda alîkariya dengbêjheza ye. *Zarokên Cizîrê tevî hemû êrîşên hêzên dewletê jiyana xwe berdewam dikin. Lîstoka ji bav û kalên wan mayî Dark û Pêlîkê wek berdewamiya çanda herêmê, zarokên Cizîrê her rojên şemî û yekşemê li gund dilîzin. ABORÎ *Riha ya ku wek hewzeya çandiniyê tê zanîn, axa xwe ya berhemdarî winda dike. Doç. Dr. Ali Riza Ozturkmen ê polîtîkayên çandiniyê nirxand dest nîşan kir ku, li Deşta Heranê qadeke 50 hezar hektar a çandiniyê veguheriye betonê. *Li gor daneyên ETİK’ê di saleke dawî de, hejmara hatina turîstên Îzmîrê, ji sedî 44 daketiye.