ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-21 09:00:56 ROJANE *Ji Îdliba di dest rêxistinên wek El Nûsra û Ehrar El Şamê de ye, kesên dixwazin derbasî Tirkiyeyê bibin bêyî zanibin sivîl an jî endamên rêxistinê ne, tê îdiakirin ku di sêgoşeya qaçaxçiyên mirovan-karmend-leşkeran de ji Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê bi beramberiya hezar û 500 EURO'yî tên derbaskirin. *Li Zanîngeha Suleyman Demirelê 24 xwendkearên ji ber beşdarî bîranîna Komkujiya Roboskiyê bûn û ji zanîngehê hatin avêtin, der barê avaêtina wan de li Dadgeha Îdarî ya Konyayê îtiraz hat kirin. Di encama îtirazê de dadgehê biryara rektoriyê ya ji zanîngehê avêtina 24 xwendekaran wek biryareke derhuqûqî dît û ji ber der barê xwendekaran de biryara darazake teqezbûyî tune ye birêvebirina dozê da rawestandin. *5 xebatkarên edliyeyê yên endamê BES'ê ne ku bi îdiaya têkiliya wan bi êrîşa bombeyî ya li dijî Edliyeya Îzmîrê re heye hatibûn binçavkirin, derket holê ku bi endamtiya rêxistina 50 sal berê xwe fesix kiriye hatine tawanbarkirin. *Hevberdevkê Însiyatîfa Piştgiriya Bi Zîndanan Re Mehmet Temîzyuz pêkanînên di demên dawî de li girtîgehan diqewimin nirxand û wiha got: “Ev konsepta li girtîgehan bi tecrîda li ser Birêz Ocalan re dest pê kir. Girtî bi metirsiyan re rû bi rû ne. Rêbazên îşkenceyên salên 1990’î li girtîgehan pêk tên. Wê demê encam negirtin niha dixwazin encamê bigirin.” *Li Şirnex piştî hilweşadina bajêr gundên salên 90'î hatine valakirin û şewitandin careke din ji bo gel bûn wargehên jiyanê. Welatiyên gundê Bilmad piştî 24 salan careke din li gundê xwe vegeriyan û bi derfetên xwe û alîkariya gel xaniyên xwe ava kirin. *Şaredariya Şirnexê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin ji bo bajarê ji sedî heftê hatiye hilweşandin dest bi reklama çêkirina xeta kanalîzasyonê kiriye. * Hevberdevkê Însiyatîfa Piştgiriya Bi Zîndanan Re Mehmet Temîzyuz pêkanînên di demên dawî de li girtîgehan diqewimin nirxand û wiha got: “Ev konsepta li girtîgehan bi tecrîda li ser Birêz Ocalan re dest pê kir. Girtî bi metirsiyan re rû bi rû ne. Rêbazên îşkenceyên salên 1990’î li girtîgehan pêk tên. Wê demê encam negirtin niha dixwazin encamê bigirin.” *Şaxa ÎHD’a Amedê û xizmên windayan, dê di hefteya 415’emîn de jî bi dirûşmeya “Bila Winda Bên Dîtin, Kiryar Bên Darizandin” çalakiya xwe yî rûniştinê li dar bixin. (12.00) *Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê çalakiya 250'emîn "Rûniştina F"yê ku balê dikêşe ser rewşa girtiyên nexweş, li Qada Galatasarayê li dar bixin. (13.30) *Dê Dayikên Şemiyê di hefteya 617’emîn de careke din li Qada Galatasarayê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00) *Dê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û xizmên windayan, li ber Bank Sumerê ya kevn a li Konakê ye li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan da, bi kiryarên nediyar hatin windkairin û yên bûn qurbanê înfazên bê daraz bipirsin. (13.00) POLÎTÎKA *Serokê PAK'a Êlihê Aziz Ozdemir balê kişand ser yektiya netewî ya kurdan û wiha got: "Çawa ku PDK û YNK bûn yek û li Başûr pergala federatîfiyê ava kirin, heke li çarperçeyên Kurdistanê hemû kurd bibin yek, dê li Rojhilata Navîn destkeftiyên mezin bi dest bixin." *Gelê Geverê yê 3 parlementerên wan ên HDP'î, hevşaredar, Alîgirê Serokê Şaredariyê, 6 endamê meclîsê û bi dehan siyasetmedarên wan hatine girtin û qeyûm tayînî şaredariya wan hatiye kirin, heke referandûm pêk bê dê zêdeyî ji sedî 93'ê bibêje "Na". ÇAND Û HUNER * Nivîskar Metîn aktaş ê ku bi 13 pirtûkên xwe ve êşên gel û baweriyan vegotiye romana bi navê Yezda nivîsand û bi çavên zarokeke 14 salî ve qatlîama ku DAIŞ'ê bi dagirkirina Şengalê ve pêk anî û gelê êzidî ev yek wekî Fermana 73'yemîn bi nav kirin vegot. ABORÎ *Esnafên Îzmîrê yên bi gotina “Em diperpitin" balê kişandin ser krîza aborî dest nîşan kirin ku, tekane başbûna aboriyê bi aştiyê pêkan e û wiha gotin: "Heke ji bo şer, çekan pere neyê razandin dê aborî baş bibe." EKOLOJÎ *Li Şîrwanê ji ber bermayên kîmyewî yên madena sifrê ya adî Koma Cinerê diherikin Çemê Qelyê Nêribê, texrîbata xwezayî xwe dide der. JINGEHA KEDÊ * Karkerên Yekbûyî yên Metal Îşê ku bi hinceta “ewlehiya neteweyî” mafê wan ê grevê ji destê wan hat girtin, diyar kirin ku hikûmetê ew şaşwaz ne kirine. Sekreterê Giştî yê Perwerdeya Sendîkaya Metal Îşê Seyfettîn Gulengul, diyar kir ku ew ê li dijî biryara hatiye dayîn têbikoşin û grev gef ne li ‘ewlehiya neteweyî’ li sermayeyê dixwe.