ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2017'AN 2017-01-22 09:00:48 ROJANE *Midûrê Nûçeyan ê DÎHA ya hat girtin Omer Çelik ê çarçoveya lêpirsîna nûçeyên têkildarî e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ên ji aliyê Redhackê ve hatin weşandin hat girtin, hempîşeyê wî Edîtorê Rojnameya Karincayê Çagdaş Kaplan diyar kir ku, Omer bi rojnamegeriya xwe ya nişmî tê nasîn û wiha got: "Lêgerîna Omer a nûçeyan naqede." *Karker Hasan Ulker ê li navçeya Alîaga ya Îzmirê qeza derbas kir 9 mehin hêj nehatiye ser hişê xwe. Li gel gilîyê malbatê hîn jî doz nehatiye vekirin. *Piştî UNESCO'yê ji têkildarî navçeya Sûrê ji Wezareta Çand û Turîzmê rapor xwest, wezaret jî ji Lijneya Prastina Heyînên Çandî ya Amedê xwest texrîbkirina li navçeyê bê raporkirin. Bi vê daxwaza raporê diyar bû ku Wezareta Çand û Turîzmê nerihet bûye. *Li navçeya dîrokî Sûrê, maleke kevn a Amedê veguherandine otoparkê. *Li pêş dibistanên girêdayî gerînendetiyên perwerdehiya milî, bi beşdarbûyîna meleyan heftê saetekê ji bo zarokên temenên wan di navbera 3-6 salan de perwerdehiya dersa olî dest pê kir. Welî û mamosteyên ji be rvê rewşê bi fikar in. *Piştî Kampa Tekelê ya li Yayladagiyê hat valakirin û erebên lê veguhastin cihekî din, tê îdiakirin ku dê komên çekdar ên tirkmen ku li bejahiya Lazkiyeyê şer dikin lê bên bicihkirin. *Prof. Dr. Metin Gunday got, di referandûmê de derketina biryara "Na"yê dê bi kêrî welat bê û pergala serokatiyê wiha pûxte kir: "Qanûna Bingehîn a 1982'yan qanûneke bingehîn a faşîst bû, lê ev ji wê jî xerabtir e. Ev guherîn ji serdema Osamnliyê ji Mahmûdê 2'yemîn bi paşvetir ve tê. Navê vê Qanûna Bingehîn, qanûna padîşah e." POLÎTÎKA *Piştî pêşniyarên guhertina xalên Qanûna Bingehîn di meclîsê re derbas bû, dê biçe referandumê. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, anî ziman ku ev guhertin ji bo pêşeroja Tirkiye ne xêr e û li Tirkiye HDP, li Bajarên Kurdistanê ji KCD, DBP û TJA ji bo xêrê dê bêjin "NA". *Ji nivîskarên Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin Şaban İba, got guherandina Qanûna Bingehîn dê pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê çareser neke û anî ziman ku, pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn a xwe dispêre xwerêveberiyê û modela xweseriya demokratîk a herêmî heye. * Hindekarê Zanîngeha Galatasarayê Doç. Dr. Cem Ozatalay têkîldarî hevdîtinên Astanayê ku di 23'yê çileyê de dest pê dike diyar kir ku hevdîtinekî kurd nînin şanse wî yê serkeftinê nîne û wiha axivî: " Di vî mijarê de ez şertê ku Tirkiye gotinekî bike nabînim. Serkeftinekî Tirkiyeyê ya leşkerî tuneye." *Lijneya Birêvebirina Navendî ya HDP'ê û koma wê ya Meclîsê, demildest li ser hevdîtinên Qanûna Bingehîn û pêvajoya referandûmê rawestiya. HDP ji bo eniyeke berfireh çêbike, bi lez û bez dest bi xebatên xwe kir. * Wekîla Hevserokên Giştî yê DBP'ê Gulcihan Şîmşek û Alîkarê Hevserokên Giştî Mehmet Aslan dê li Wanê bi rêxistinên bajar û navçeyan ve civînê li dar bixin. (11:00) ABORÎ *Li Tirkiye roj bi roj bandora qeyrana aborî zêde dibe. Bazarvanên Êlihê ku bi salan in li semtên cuda bazarvaniyê dikin û fêkî sebze difiroşin, diyar kirin ku êdî ji ber krîza aborî nikarin bikirin û bifroşin. *Karkerên siyê (çermê nerm ê rûyê solan) ragihandin ku bi zêdebûna dolar re, di sektora pêlavkariyê de kar nêvî nêvî ketiye û diyar kirin ku, ew beramberiya karê dikin wernagirin û wiha gotin: "Em ji tenduristiya xwe dibin, em heqê xwe wernagirin."