ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2017'AN 2017-01-23 09:00:00 ROJANE * Xizmê welatiyên ku li gundê Setkar ê Elkê hatine qetilkirin, Xalit Temel derbarê binçavkirina Qeymeqam Guntepe de got ku divê ewil ne ji ber FETO, ji ber kuştina xizmên wan bê darizandin. * Nûnerên PAK û PSK'ê yên Îzmîrê diyar kirin ku sedema bêstatubûna kurdan a 100 salên ku derbas kirin yekîtiya xwe pêkneanîn bû heke li 4 parçeyan yekîtiya xwe pêk neynin dê 100 salên din jî bêstatu bîmînin û banga bidawîkirina "birakujî" ya ku li hemberî yekîtiya neteweyî astengiya herî mezin e kirin. * Xwendekarê Zanîngehê T.K. yê ji ber di medyaya civakî de nivîs û wêne parve kir hat binçavkirin piştî hat berdan derket holê ku gotin û wêneyê helbestvan û nivîskar Tezer Ozlu yê parve kirine wekî "propaganda rêxistinê kiriye" hatiye hesibandin. * Xwîşka Ferhat Kurtay ê ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî zilmê agir berda bedena xwe, Rabîa KUrtay anî ziman ku wê demê yek gotinekî bi kurdî jî sedema îşkenceyê bû, ji bo ku êş neyên jiyîn gelê kurd jî wekî malbatan tifaqa xwe pêk bîne. * Welatiyên ku li taxa Firatê ya navçeya Nisêbînê ya qedexe û xirakirn didome dijîn her roj serê sibehê tên taxa xwe û ji bo ku malên wan neyên xirakirin nobetê digirin. Mirovên ku bi cîranên xwe re tên cem hev û malên xwe dinêrin hêviyek be jî li bendê ne kepçe ji taxê derkevin, zarok jî ligel hemû xirecirê jî dilîzin. * Rojnamegerê Azerî Tural Qurbanli têkildarî êrîşên li dijî çapemeniyê, politîkaya siyaseta AK Partiyê û avakirina Pergala Serokatiyê de got li Tirkiyeyê avakirina Pergala Serokatiyê dê felaketê bi xwe re bîne. * Şaredariya Bajarê Mezin a Mereşê ya AK Partiyê, li gel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û biryara dadgeha bilind a “Cemxane îbadetxane ye" dîsa Cemxaneya li gundê Teranê di statuya “Mala şînê" de qebûl kir. * Li Şirnexê piştî qedexeya derketina 246 rojan noqteyên qontrolê ya polîsan a têketin û derketina bajêr hatî danîn pêkanînên "Komara Şirnexê" bibîr tîne. Her wiha pêkanînên polîsên li noqteyan de pêkanînên deriyên gumrikan ên ji welatekî derbasî welatekî din dibin tîne ber çavan. * Der barê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Sîlvan Mûcadeleyê Ferhat Parlak de ji ber nûçe û dîmenên ku dema şerê li Farqînê kişandiye 27 sal ceza hat xwestin. Di îdianameyê de gotina Parlak a di nûçeyan de ji bo leşker û polîsan "jiyana xwe ji dest da" ji bo YDG-H'iyan "çalakger" ji bo kesên tevlî çalakiya dengderxistinê bûne "gelê sivîl" bi karanîn û bûyer îxbar nekirin wekî delîl hatin nîşandan. * "Rapora Binpêkirinên Mafan ên 2016'an a Rojhilat û Başûrêrojhilat" a ji aliyê ÎHD'ê ve hate amadekirin dê li avahiya Komeleya Mafên Mirovan a Amedê bê aşkerakirin. (12.00) * Doza parlamenterê HDP'ê Nîmetullah Erdogmuş a ji ber xutbeya di 2016'an de li Sumerparkê bal kişand li ser binpêkirinên mafan ên li şerê Sûrê der barê wî de hat vekirin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10. 00) * Doza KCK'ê ya ku Hevserokên Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hatîp Dîcle, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ên girtî ne jî di nav de ya 154 siyasetmedarên kurd dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00) * Doza parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder ê ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" "endamê rêxistinê ye" "gel texrîkî kin û diminatiyê kiriye" der barê wî de heta 40 salan ceza tê xwestin dê li 8'emî Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.30) JIN * Piştevaniya Jinan a Nar, ji bo li dijî pergala serokatiyê derkevin û bêjin “Na” strana “Ha ha hayir” amadekirin û raperîna jinan di vîdoeyekê de anîn cem hev. Yek ji jinên ku strana “Na” dibêje Ayşegul Uçar da zanîn ku gelek aliyên ku ji pergala serokatiyê re dibêjin na heye û wiha got: “Pêwîstiya me biyekbûnê û bi hevre berxwedanê heye. Em kîn û keyfxweşiya xwe ji bo destpêkek nû û ji bo bêjin Na birêxistin bikin.” * Aktîvista femînîst Hulya Osmanagaoglu diyar kir ku bi OHAL'ê re zilamtiya ku li kolanan xwe dide der encama polîtîkayên derûdorên îslamperest ên ku dixwazin civakî ji nû ve dizayn bikin e û wiha axivî: "Tê xwestin ku jin dema derkevin kolanan bitirsin û vegerin malên xwe. Divê em ji sîstemekî serokdewletiyê ya ku di jiyana me de desthilatdariya zilaman asayî dike re bibêjin na. Li dijî sîstema serokdewletiyê helwesta me zelal e û em ê li gorî vê yekê xebatên xwe bimeşînin." ÇAND Û HUNER * Çanda hûnandin û ristina “reşik” ên bi sedan salan in li herêma Wan û Colemêrgê wekî pêlav dixin piyan, li dijî teknolojiyê hebûna xwe berdewam dike. Bi sedan salin ev çand û huner bi destê jinan û kedek mezin tê parastin JÎNGEHA KEDÊ * Teknîka Damascus (Şam) a ku qasî 500 lewhayêh pola datînin li ser hev û tê kutandin û li Rojhilata Navîn di sedsala yekemîn de şûrê herî bi qalîte encasan şeran diyar kirin li Meletiyê ji aliyê Yusuf Bayyîgît ve durî teknolojî wekî roja ewil tê bikaranîn. * Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Kovara Çalişma ve Toplumê MUrat Ozverî diyar kir ku li Tirkiyeyê mafên karkeran bi temamî hatiye rawestandin û rojê 3 karker dibin qurbanî cînayetên kar û wiha axivî: "Li Almanyayê ji 1950'an heta niha li madenan yek karker jî nemirine lê li Tirkiyeyê qatlîamên komî pêk tên. Ev yên ku qeydkirî û em dizanin in."