ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-24 09:00:03 ROJANE *Malbatên rêveberên HADEP'ê Denîz û Taniş ku di 2001'ê de hatin windakirin diyar kirin ku, di ser roja salvegera wan de ew roja hatine windakirin careke din dijîn û daxwaza aqûbeta zarokên xwe kirin. Êzîdiyên sewqî Kampa AFAD a Mîdyatê hatin kirin, ji hemû mafê xwe yê xweser bê par tên hiştin. Mafê îbadet, tenduristî û çandê ji destê wan tên girtin. Kesên beşdarî cenazeyên xwe bûn jî rastî gefa dûrxistina kampê hatin. * Bajarê Kobanê ku 3 sal erê rastî êrîşên dijwar ên DAIŞ'ê hat, 2 sal berê bi şerekî giran ji destê DAIŞ'ê hat rizgarkirin. 2 sal berê di şerê dijwar de ez li Kobanê bûm û bûm şahidê şerê dijwar. 2 sal berê dema ez li Kobanê ji kolanekê derbasî kolana din dibûm, di bin cive civa guleyan re bi tirsek mezin min xwe xûz dikir û bi lez û rev derbas dibûm. Şev li şûna lembeyên kolanan bi rohiya guleyan ronî dibû. 2 sal şûnde dema dîsa çûm ez ji aliyê şervanên niştecihên esil ên Kobanê ku posterên wan ên rû bi ken hatin pêşwazîkirin. Rûyên wan ên ken kolan ronî dikir û kolan diparastin. *Li Tûrgûtlûyê, 5 kesên bi hinceta parvekirinên civaka medyayî hatin girtin, delîlên der barê wan de skandal in. Edakirina Nimêja Înê, parvekirina wêneyên kurê xwe yê jiyana xwe ji dest da û wek karker çûyîna Kurdistana Federal, propagandaya rêxistinê hat hesibandin. *Hevala xebatê ya Berpirsiyarê Hesabgêriya Rojnameya BirGunê Mahir Kanaat ê têkildarî e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ên ji aliyê Redhackê ve hatin weşandin hat girtin, Nûçegîhana BirGunê Zeynep Kuray got, bi girtina Kanaat dixwazin rojnameya BirGunê çavtirsandî bikin. *Li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Şakranê, hat derpêşkirin ku destguvaştina girtiyan a bi malbatên hatin hevdîtinê wek hincet hat nîşanda û ji aliyê gardiyanên ku kincên robokopî li xwe kirine bi awayekî giran hatine derbkirin. *Serokê Lijneya Rêveberiya borsaya Bazirganiyê ya Meletiyê Gursel Ozbey, bavê Binefser Semih Ozbey ê 16 meh berê li Dersimê ji aliyê PKK'yiyan ve hatibû destserkirin, got ji bo tiştek neyê serê kurê wî wî gelek caran bi Serokomar û Serokwezîr re hevdîtin pêk aniye, lê heke tiştek bê serê kurê wî ew ê roja mehşerê dozdarê wan be. * Girê Heşeriyê yê li navçeya Qoserê navê xwe daye taxa Heşeriyê ji bo ku mirov li derûdorê temaşe bike ciheke girîng be jî der barê dîroka wî de rîwayetên tên vegotin balê dikişîne. Türkiye’de işsizler ordusu giderek büyüyor. Derinleşen ekonomik kriz işsizler ordusuna yenilerini eklerken, Ege Üniversitesi Makine Mühendisliği bölümünden mezun olan Utku Tutar, iş bulamadığı için anketörlük, garsonluk ve temizlik işleri gibi işlerde sigortasız bir şekilde çalışarak geçimini sağlıyor. * Dê ji bo rêxistinbûyîna "NA"yê ya ji bo referandûmê, bi beşdarbûyîna hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu û Gulistan Koçyigit li Taksim Hill Otelê civîna çapemeniyê bê çêkirin. (10.30-13.00) * Doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Erdîşê bê dîtin. * Doza Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) a hate girtin dê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Sulhê ya Sîlopiyê bê dîtin. (10:00) POLÎTÎKA *Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Nadir Yildirim ê 5 salan ji Doza Sereke ya KCK'ê girtî ma û paşê hat tahliyekirin got, doz ew doz e ku di encam kumpaseke di navbera Cemaeta Fethullah Gulen û AK Partiyê de derketiye holê. Yildirim, dest nîşan kir ku di demên dawî de lez û bezekê dane Doza Sereke ya KCK'ê û dixwazin bi vê re ceza li siyasetmedarên kurd bibirin û got, mebest ji vê ew e ku, dozê biencam bikin, ceza li siyasetmedarên kurd bibirin û bi vî awayî wan derî siyasetê bikin. JIN *Bertek û nerazibûnên li dijî erêkirina guhertina xalên Qanûna Bingehîn a di meclîsê re derbas bû zêde dibin. Nûnerên saziyên jinan ên Îzmirê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew dê li dijî feraseta mêr a serdest û yekperest di referandumê de bêjin "NA" û ji bo "NA" xebatê bimeşinin. ÇAND Û HUNER *Xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya MED'ê piştî komeleya wan hat girtin û mohrkirin, perwerdehiya xwe li avahiya HDP'ê ya Gungorenê berdewam dikin. Kursiyer û malbat, xwestin mohra çandê bê rakirin û dîsa perwerdehiya xwe li avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya MED'ê berdewam bikin. JÎNGEHA KEDÊ *Ji mexdûrên krîza aborî hemal, li gel berf, qeşa û sermayê jî ji bo nan bibin mala xwe, temamiya rojê li bazara hemalan a li Taxa Bahçivanê ya navçeya Rêya Armûşê li benda kar radiwestin. ABORÎ *Serokê Lijneya Vênêrînê ya Şaxa SES'a Edeneyê Muzaffer Yuksel anî ziman ku, SGK'yê di navbera rêje ji sedî 20 û ji sedî 60'î de para beşdarbûna muayeneyê zem kiriye. Yuksel, diyar kir ku zêdebûna kûra dovîzê bandorê li tenduristiyê dike û got, dê zema ji bo derman û muayeneyan bidome.