ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-25 09:00:23 ROJANE *Li her kolanek Kobanê çîrokek berxwedanê heye. Her şêniyekî Kobanê xwedî çîrokek berxedanê ye. Dema di kolanê re derbas dibûm rastî berxwedêrekî Kobanê hatim. Navê wî Berxwedan Kobanê bû. Dema Fermandar Gelhat jiyana xwe ji dest da ew jî birîndar bû. Piştre di şerê li Girê Spî, Tişrîn û Minbicê 5 carên din birîndar bûye. Hêj şopên birînên şer, li ruyê wî, beden û piyê wî nîşaneya şer diparêze. Wekî duh ew roj di bîra wî dene û serpêhatiyê xwe zindî zindî parve dike. *Pisîka Wanê ya çaveke wê hêşîn, çavekî wê jî bi rengê kehrebarî û bi sedansal e ji aliyê gelê herêmê ve wek ferdeke malbatê tê dîtin niha neslê wê bi tunebûnê re rû bi rû maye. *Berdevkê QSD'ê Telal Silo, anî ziman ku gelên Sûriyeyê di bin banê QSD'ê de gihaştine hev û ragihand ku, ew ê ji bo çareserkirina Sûriyeyê gavên hîn mezintir biavêjin. Silo, balê kişand ser operasyona Reqayê û dest nîşan kir ku, bêyî Reqa bi cihekî ve bê girêdan, dê bi awayekî azad bê birêvebirin. *Hevjîna Xaziyê Qibrisê, Gurece Guzede ya li Tarlabaşiyê di maleke yekodeyî de di biniya sînorê birçîbûnê de dijî got, rewşa wan "şerma" Tirkiyeyê nîşan dide. *Li Îzmîrê, mamosteyê bi navê Şevket G. (61) ê 3 xwendekarên xwe yên berastengê zihnî îstismar kir, der barê wî de îdianame hat amadekirin û ji 22 sal û nîvan heta 45 salan cezayê girtîgehê cezakirina wî hat xwestin. *Kedkarên Îzmîrî, diyar kirin ku ew ê di referandûmê de ji bo jiyaneke birûmet bibêjin 'NA'. *Doza ku bi daxwaza 385 sal cezayê girtîgehê der barê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê yên girtî hat vekirin, dê îro li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. *Li Nisêbîn a ku li taxên wê bi piranî rûxandina avahiyan temam bûye, tê diyarkirin ku dê ji dêvla mal û heqê avahiyên welatiyan ên hatine rûxandin, di çarçoveya pêşnûmaya tê plankirin de ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve daîre bên dayîn. * Mehmet Şîrîn Maltu di 1995'an de bi derbkirinê hate binçavkirin û piştre ji wî agahî nehat girtin. Altun Maltu Bîçîcî ji bo birayê xwe yê hatiye windakirin gotina "em nizanin sax e yan miriye" bi kar anî û wiha got: "Heta bimirim ez ê aqûbeta birayê xwe bipirsim." * Semîh Ozakça yê ku bi KHK'ê ve ji peywîr hate îxraçkirin û 65 roj in li cadeya Yukselê nobetê digire wiha got: "Em çalakiyên wekî çalakiya greva birçîbûnê, çalakiya kon nîqaş dikin." Ozakça diyar kir ku gotina "Na" dê neçariya îxtidarê kurtir bike. * Doza ku der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hate vekirin dê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Erdîşê bê dîtin. * Doza 154 siyasetmedarên kurd ên di nav de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli jî hene dê li 2'yemîn dadgeha Cezaya Giran a Amedê berdewam bike. (10.00) * Doza Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak dê li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê dest pê bike. (10.00) POLÎTÎKA *Li bajarên Tirkiyeyê, eniya "NA"yê ya bi pêşengiya HDK, Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, EMEP, Halkevleriyê dest pê kir, dê di rojên pêş de bi hevgirtiyên hîn berfirehtir amadekariyên daxuyandina manîfestoya "NA"yê bike. *Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Kadir Hasê û pisporê Têkiliyên Navnetewî Soli Ozel, hevdîtinên Astanayê yên encamên dihatin xwestin jê derneketin nirxandin. JIN *Parlementerên jin ên HDP'î wiha gotin: "Em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Ji 26'ê Çileyê ve em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe 'NA'yê vebêjin."