ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2016'AN 2017-01-26 09:00:11 ROJANE *Apê Nemir. Ew kalê 70 salî. Ku di dema şerê herî giran ê Kobanê de, dema min wî nas kir; li ser banekî, di binê betaniyê de, di kuna dîwarekî riziyayî de li ber xwe dida. Ew hestiyariya wî û axaftina wî ya ji kezebê, tenê 2 deqîqe bû, lê bû destanek. Piştî wan rojên giran, careke din dibim mêvanê Apê Nemir. Lê ev car ne li mewziyê, li mala wî ya mutewazî. *Muzîkjen Şanar Yurdatapan, Zeynep Serinkaya û Dogan Ozkan ê dema Nûnerê RSF'ê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu hat girtin û ji bo piştevaniyê bi gotina "Me jî heman sûc kiriye" xwe îxbar kirin, der barê wan de bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" doz hat vekirin. *Seroka Giştî ya Halkevleriyê Oya Ersoy, dest nîşan kir ku di warê siyasî, civakî û dîrokiyî de eniya "Na"yê xurtir e, lê belê divê ev tevbigere û wiha got: "Tekane riya xelasbûna ji tarîtiyê tevgerîna bi hev re ye." *Li Semsûrê, Taxa Olîorte ya ji 20 xaneyan pêk tê, di demsalên payîz û zivistanê de ji ber qeşayê, girtina rêyan û tunebûna dibsitanê vediguhere averêyê. Niştecihên taxê yên zivistanan li bajaran bi cih dibin, havînan dubare vedigerin. *Pêşnûmaya tramvayê ya beriya çend salan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo wê budçeyek veqetandibû, lê bi salan ji aliyê Serokwezîrtiyê ve nedihat tesdîqkirin, piştî tayînkirina qeyûm hat tesdîqkirin. Qeyûm Cumali Atilla yê vê pêşnûmayê wek pêşnûmayeke nû da der, cara ewil ji aliyê Serokê Komîsyona Gihaniyê Mustafa Emrah ve hatibû amadekirin û Emrah bi bîr xist ku pêşnûma aîdî wan e. * Hiqûqnasan diyar kirin ku guhertinên qanûna bingehîn ji ber tirsa serokomar Erdogan û îktîdar dê bên darizandina hatiye amadekirin û wiha gotin: “Em ji hemû tiştên çû zirarê didin civakê re dibêjin ‘Na’.” * Malbata Zilfet Heybetoglu a di dema qedexeya derketina kolanan de ji taxa Firatê ya Nisêbinê koçî Stenbolê bûn, piştî dorpêç bi dawî bû nekarîbûn li Stenbolê bijîn û dîsa vegeriyan warê xwe Nisêbînê. *Dê KESK, li Navenda Giştî ya Sendîkayê têkidlarî OHAL û KHK'yên hatine weşandin daxuyaniyê bide. (10.30) * Hevgirên Amedê yên Tevgera Jinên Azad (TJA) dê deklarasyona jinê ya têkildarî pêvajoya siyasî amade kirine li Eywana Konferasnê ya Vedat Aydin a li DBP'a Amedê bi civîneke çapemeniyê aşkere bikin. (12:00) POLÎTÎKA *Karkeran diyar kir ku, ew ê di referandûmê de ji bo guherandina Qanûna Bingehîn bêjin 'Na' û sedemên ji bo çi dibêjin 'Na' rêz kirin. *Palementerê parlementoya Iraqê yê YNK’ê Arêz Abdullah bal kişand ser pêwistiya Kongreya Netew a Kurd û wiha got: “Ji bo ku Kongreya Netew a Kurd pêk bê, pêwiste beriya her tiştî partî û rêxistinên kurd li çar perçeyên Kurdistanê yekitiyek xurt ava bikin.” ÇAND Û HUNER *Li Esenyurta Stenbolê, pirtûkxaneyeke ku valahiya saziyên çand-huner û wêjeyê yên bi KHK'yan hatin girtin dagire hat vekirin. Pirtûkxaneya Wêjeyê ya Golgeyê ya bi usûla pevguherandinê danûstendina pirtûkan lê tê kirin, ciwanan sewqî dembuhêrkên xweş û geş dike. *Sê muzîkjenên jin ên Rûm ku ji Yûnanîstanê hatin û li Stenbolê bi cih bûn, newayên kevneşopiyî yên rûman bi du ziman; tirkî û rûmî digihînin guhdarvanan. JÎNGEHA KEDÊ *Qahwexaneyên Rihayê ji betalan xalî nabe. Li Qahwexaneya Betalan a li qada Samsatê, wek bazara koleyan a Romayê ya 2 hezar sal berê, karker tên hilbijartin. Hemalê ji bo kar bê hilbijartin, wê rojê xwe wek kesekî bisiûd hîs dike. ABORÎ *Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Geverê Îrfan Sari, diyar kir ku ji ber polîîtkayên ewlehiyê esnaf di nav krîzê de ne, lê esnafên Gever li dijî krîzê li ber xwe dide. *Aborînas Prof. Dr. Hayrî Kozanoglu, têkildarî "Navendên Cazîbe"yê ku piştî rêbazên leşkerî wekî çareseriya pirsgirêka kurd li bajarên Kurdan tên avakirin diyar kir ku ev proje xweşêrinkirina berî referandumê ye û wiha got: “Di şertên OHAL'ê de razemenî encamê nastîne."