ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-27 09:00:30 ROJANE *Yek ji êzidiyên ku piştî êrîşa DAIŞ'ê ji Şengalê hatin Amedê û ji wir jî çûn Midyadê, Leyla Elî ye. Dilê Leylayê, ji bo dayika wê ya 4 caran ji destê DAIŞ'ê reviyaye û kesên wan ji DAIŞ'ê rizgar kirine lê dide. *Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê İrfan Bor, hevjînê Remziye Bor a di serdegirtina malê de bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, hat îdiakirin ku ji aliyê polîsên diçin girtîgehê wiha gef lê tên xwarin tê xwestin "sûc" qebûl bike. *Bi zêdebûna girtinan re, li gelek bajaran girtîgehên nû yên kapasîteyên wan di navbera hezar û 500 û 5 hezarî de diguhere tên avakirin. Tişta balkêş ew e ku, şaredar, girtîgeha li Turkogluya Mereşê avakirina wê didome pesinand û wek qadeke îstihdamê nîşan da. *Serokê Şaxa ÇHD'ê ya Mêrsînê Mehmet Altuntaş, diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa C a Tarsûsê, jinên girtî li dijî binpêkirina mafan biryara derneketina hevdîtinê dane û got, ew ê der barê kesên têkildar de giliya sûcî bikin. *Li Stenbolê komeleyên bi KHK'yên jimare 677 û 678'an hatin girtin, li Dadgeha Îdarî doz vekirin. Parêzerên OHP'î yên li ser navê komeleyan serlêdan kirin, dest nîşan kirin ku girtin li dijî Qanûna Bingehîn û huqûqê ne û xwestin biryar bê betalkirin. *Zarokên li Kawîşa Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê di şewatê de birîndar bûn, piştî dermankirinê ew dîsa birin heman girtîgehê. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Edeneyê Prz. Tugay Bek, diyar kir zarok travmeyek mezin dijîn û rayedarên girtîgehê vê yekê pir normal dibînin. *Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê, vê carê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji aliyekî ve di milê Efrînê ve ji bo rizgarkirina El Bab pêşveçûna xwe didomîne, ji aliyê din jî dest bi pêngava rizgarkirina bajarê Reqa ku DAIŞ peytextê xwe dihesibîne, kir. Ev bajarê li ser xeta petrolê disekine ku ji bo çeteyan pir girîng e, hemû hêzên xwe di wir de kom kiriye, xuyaye dê şerek dijwar biqewim e. *Li Êlihê, endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Sultan Azboy a 62 salî ya der barê wê doz hatibû vekirin, bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. *Sala çûyîn ji polîs û leşkerên ku sivîlên ji Sûrê hatin tahliyekirin, wan şilfî tazî kiribûn û wêneyên wan li ser medyaya civakî parve kiribûn. Li ser vê ÎHD'a Amedê, leşker û polîsên ev wêne parvekirin gilî kirin, lê Serdozgeriya Komarê ya Amedê der abrê vê giliya sûcî de biryara devjêberdana şopanê da. *Dê rûniştina "Doza Sereke ya KCK"ê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (10.00) *Baroya Amedê ji bo ku kiryarên Serokê Baroya Amedê TAhîr Elçî yê li navçeya Sûrê ya Amedê di 28'ê Mijdara 2015'an de hate qetilkirin bên dîtin û lêpirsînekî berfireh û bi bandor bê meşandin dê li ber Edliyeya Amedê çalakiya xwe ya heftane li dar bixe. (13.30) POLÎTÎKA *Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku ew ê bi paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanyaya "Ji Dîktatoriyê Re Na" bidin meşandin. Parlementera HDP'î Bedia Ozgokçe Ertan jî wiha got: "Em xwedî wê hêzê ne ku hemû astengiyan derbas bikin." ÇAND Û HUNER *Komeleya Çand û Hunerê ya Arzela ku bi biryara KHK'ê hat girtin, niha li avahiya HDP'ê ya Bahçelîevler ya Stenbolê xebatnên xwe yên çand û hunerê berdewam dike. Piştî deriyê komeleleyê hat mohrkirin şagirtê komeleyê bêtir li ders û komeleyê xwedî derketin. *Lêkolîner û Dîroknas Murat Uçaner ku li ser dîrok û jiyana ermenan lêkolîn kiriye, diyar kir ku 50-60 hezar ermenî nasnameya xwe vedişêrin û wiha got: "Berê 7 dêrên ermeniyan hebûn. Niha tenê 3 dêr mane. Ew jî bûne xan û mizgeft. Li kolan û bajarê Dîlokê şop û navê wan hene, lê ew tune ne.