ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-28 09:01:20 ROJANE * Li Nisêbîn a bi têlan dabeşî du perçeyan bûye, ji hêlekê ve rûxandin ji hêlekê ve jî avakirin didome. Malbatên ku ji bo malên wan neyên rûxandin nobetê digirin, şik û gumana wan ew e ku malên wan bên rûxandin. * Muhammed ê ji ber nexweşîna xwe nikare derkeve derve, dixwaze biçe Ewropayê. Lê belê, di 6 rojan de li gel li Amedê û Êlihê li 4 nexweşxane û 15 bijîşkan geriya jî, 'rapora rewşî' ya ji bo biçe Ewropayê wernegirt. * Dayîka 8 zarokan Leyla Ozen a 43 salî ku 5 sal berê hevjînê wê di kana komirê de jiyana xwe ji dest da, hemû parê malê ket ser pişta wê. Ozen 5 salin hemû debara malbatê daye ser pişta xwe û hem dayiktî û hem jî bavtiyê ji zarokên xwe re dike. * Pira dîrokî ya Mîsîsa Edeneyê ji ber deriyê wê li trafîkê nehatiye girtin û maşînên giran ên wekî kamyon di ser pişta wê re derbas dibe, hildiweşe. * Taxa Xançepekê ku bi hedefa tang û topan, piştî hat dorpêçkirin û kolan li mirovan hat qedexekirin wêneyê wê yê herî dawî derket holê. Taxa Sûrê ya herî navdar Xançepek-Gavur (Hasirli) ku bi kolan, civak, mîmarî û jiyana gelê herêmê xweser bû kevir li ser kevir nemaye. Taxa ku heta salek berê hezar û 500 malbat lê diman, niha li taxê tenê 44 avahî tên sazkirin. * Li Îzmîrê, Îstasyona Trênê ya Karşiyakayê di meha Kanûnê de Gerînendetiya Herêma 3'yemîn a TCDD a Îzmîrê ew derxistibû îhaleyê, lê piştî bertekên welatî û şaredariyê pêvajoya îhaleyê hatibû rawestandin. Şaredariya Karşiyakayê, Hewldana Jiyana Xweza û Çandê û welatî dixwazin avahî wek muzeyê bê bikaranîn. * Ji bo Ceylan Onkol a 12 salî ku di encama topbarana leşkeran de jiyana xwe ji dest dabû, serlêdana li DMME'yê hatibû kirin, hat redkirin. Parêzerê malbata Onkol jî da zanîn ku ew dê serî li dadgeha bilind a DMME’yê bidin. * Şaxa ÎHD’a Amedê û xizmên windayan, dê di hefteya 416’emîn de jî bi dirûşmeya “Bila Winda Bên Dîtin, Kiryar Bên Darizandin” çalakiya xwe yî rûniştinê li dar bixin. (12.00) * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê çalakiya 251'emîn "Rûniştina F"yê ku balê dikêşe ser rewşa girtiyên nexweş, li Qada Galatasarayê li dar bixin. (13.30) * Dê Dayikên Şemiyê di hefteya 618’emîn de careke din li Qada Galatasarayê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00) * Dê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û xizmên windayan, li ber Bank Sumerê ya kevn a li Konakê ye li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan da, bi kiryarên nediyar hatin windkairin û yên bûn qurbanê înfazên bê daraz bipirsin. (13.00) POLÎTÎKA * Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca têkîldarî yekîtiya neteweyî û kongreya neteweyî axivî û diyar kir ku li Rojhilata Navîn hesabên mezin hene û di pêvajoya ku kurdan fersendekî mezin bi dest xistine de yekîtiya kurdan qasî nan û avê pêwîst e. * Endamê Lijneya Serokên ODP'ê Alper Taş, diyar kir ku wan dest bi rêxistinkirina eniya "Na"yê kiriye û wiha got: "Ji dêvla em propagndaya çepgiran li çepgiran bikin, divê em derdorên ku di bin bandora AKP û MHP'ê de mane qanehî 'Na'yê bikin." Seroka Giştî ya EHP'ê Sibel Uzun jî wiha got: "Divê em gotina 'Em ê te nekin serok' dubare bikin." JIN * Li dijî referandûma qanûna bingehîn jinên ji beşên cuda yên civakê ji bo "Na" hatin cem hev koma "Jinên Dibêjin Na" avakirin. Jinên ku dê îro deklerasyona xwe aşkera bikin mal bi mal bigerin û "Rojên Na" li dar bixin. *"Jinên Dibêjin Na" dê têkîldarî referanduma qanûna bingehîn li Taksîm Hîll Oteyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30) EKOLOJÎ * Pezkoviyên Semsûrê bi îhaleyê difiroşin nêçîrvanan. Welatiyên li herêmê, li dijî nêçîra qanûnî ya pezkoviyan bertek nîşan didin. ABORÎ * Mersîniyan bandorên krîza aborî anîn ziman û bi îroniya "Li bajêr krîz tune ye" balê kişandin ser tunebûna hêza kirînê ya esnaf û xerîdaran. * Rençberên çandinî û hilberîna fisteqan ên Sêrtê ji ber ku bi qasî qîmata buhayê fisteqan, mahsula xwe nefirotin, li dijî polîtîkayên Serokwezîr ên teşfîkê bi bertek in. Serokê Yekîtiya Hilberîna Fisteqan, Şuayip Aslan, diyar kir ku hikûmet bi pakêtên teşfîkê nikare pirsgirêkan çareser bike.