ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-29 09:00:08 ROJANE *Hayir TV a li ser cerîbînên Çapul TV a di dema Geziyê de hat vekirin dest bi weşana xwe kir, dê dema pêvajoya referandûma Qanûna Bingehîn de her tiştên têkildarî "Na"yê biweşîne. Ali Ergin Demirhan ê hem di avakirina Çapul TV û hem jî di avakirina Hayir TV'yê de cih girt wiha got: "Çareserî di 'Na'yê re derbas dibe." *Şukran Ozer a di 25'ê Kanûna 2015'an de li Dêrika Mêrdînê hat girtin, 13 meh e nehatiye dadgehkirin û her wiha di 2 hefteyan de 3 cara hat sirgûnkirin. Dayik Emine Ozer wiha bertek nîşan da: "Em vê qebûl nakin. Îşkenceyê li zarokên me dikin." *Li Êlihê, welatiyan tewrê xwe yê têkildarî referandûm a ku guhertina Qanûna Bingehîn di xwe de dihebîne nîşan dan û gotin, ji bo Tirkiyeyeke hîn demokratîktir ew ê dengê "Na"yê bi kar bînin. *Li Nisêbînê, welatiyên li gel rûxandina ku bi mehan didome xaka xwe neterikandin, qismek jê ji bo malên wan neyên rûxandin nobetê digirin, qismek jê jî li gel malên wan hatine rûxandin jî li erseyên xwe nobetê digirin. * Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) dê têkildarî hekîmên di serdema OHAL'ê de ji kar hatin dûrxistin, li Salona Şano ya Yılmaz Guney civînekê pêk bînin. (09.30) * Malên Gel a Îzmirê dê bi silogana "NA" li Salona Benal Nevzat a Navenda Çandê ya Turkan Saylan 6'emîn Kongreya xwe pêk bîne. (15.00) JIN * TJA dê li avahiya HDP'a Bagcilarê ya Stenbolê şahiyeke jinan li dar bixe. (13.00) POLÎTÎKA *Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit, got di referandûmê de ji bo guhertina Qanûna Bingehîn bi hezaran sedemên wan ê "Na"yê hene û wiha axivî: "Em vê pergala zorbeyî, ya yekzilamî red dikin. Em dixwazin demokrasiya vî welatî xurt bibe, em azadiya vî welatî dixwazin." *Endamê Komîteya Rêxistinbûyînê ya Federalîzma Sûriyeya Bakur a Demokratîk Ferhat Dêrik, diyar kir ku hevdîtinên astanayê neserketî bûn û wiha got: "Ji bo çareseriyê pêdivî bi pêşnûmayekê heye. Divê destkeftiyên gelên Sûriyeyê esas bên girtin. Divê hemû gelên li wir esas bên girtin." * Hevseroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan diyar kir ku pêvajoya referandumê ji bo gelan fersendek e û wiha got: "Divê hevparên têkoşîna demokratîk di platformekî hevpar de bi hevre tevbigerin." ABORÎ *Esnafên li Semta Ûlûsê ya Enqereyê, gotin heke rewşa aboriyê bi vî awayî bidome ew ê ji neçarî dikanên xwe bigirin û wiha gotin: "Her diçe em deyndar dibin." *Li Mêrsînê firotina jîngehan ji sedî 50 daketiye. Emlaqfiroş Kaya Beyaztaş, got tenê firoşkar digerin, lê kirîger tune ne. *Antîkevanên ku ji rewşa welat a aborî ne razî ne diyar kirin ku, êrîşên bombyî yên li Stenbolê bandorê li turîzmê, karê turîzmê kiriye û wiha gotin: "Xwezî nêvengeke ji ya pêvajoya aştiyê baştir pêk bihatana..." ÇAND Û HUNER *Pirtûka "Dîroka Keda Alternatîf- Venihêrtina Karkeran û Demokrasiya Cihê Kar" a ji aliyê Dario Azzellini ve hat amdekirin ji aliyê Weşanxaneya Amarayê ve hat weşandin. *Hejmara 11'emîn a kovara Rozayê derket. Di hejmara dawîn a Rozayê de hevpeyvîna bi nivîskar Fatma Savci ya "Di civakeke dagirkirî de çalakiya nivîsandinê" balê dikêşe. * Albûma nû ya dunermend Pinar Aydinlar a bi navê “Gidenlerimiz Bêkes’lere" derket. Aydinlar ablûma xwe ya diyarî zarokê bi navê ‘Bêkes’ ê ku dema bavê wî di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin hat dinê û zarokên din kir.