ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-30 09:00:11 ROJANE * Ciwanên ku li Edeneyê bi slogana "Li dijî serokdewletiyê ciwan hene" hatin cem hev diyar kirin ku ji bo rawestandina pêkûtî, şîdet û xwînê dê ji serokdewletiyê de bibêjin "Na". * Serokê ÎHD'ê yê Edeneyê Îlhan Ongor giliyên ku berê têkîldarî îşkenceyên li qawîşa zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê kirine bi bîr xist ku bi bêşopandinê bi encam bûye, li hemberî neçareseriya pirsgirêkan neçar dimînin û polîtîka necezakirinê pirsgirêkan kurtir dike. * 38 siyasetmedarên kurd ên 12 roj berê hatin binçavkirin û hêj di bin çavan de ne, bi hinceta 2 sal berê beşdarî çalakiya Zincîra Aştiyê ku bê bûyer bi dawî bûbû bûne hatin tawanbarkirin. *Dêra Ermen Kevrok Surp a Qoserê ku ji dîroka komarê heta beriya 10 salan jî wekî depoya dermanên çandiniyê dihat bikaranîn ber hilweşînê ye. Polîs dixwazin kesên ku tên dêra ku tabelaya wî jî tuneye ji wan re bê ragihandin. * Şêniyên Mêrdîn têkildarî hilbijartina Referandumê diyar kirin ku dê ji bo siyaseta demokratîk, parastina mafên mirovan û vîna xwe bêjin "Na" * Doza Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir ku 33 sal ceza jê tê xwestin dê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00) * Rûniştina "Doza KCK'ê ya Sereke" ku 154 siyasetmedarên kurd tên darizandin dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00) * Rûniştina Doza Parlamenterê HDP'ê yê Amedê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdris Baluken dê 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.30) POLÎTÎKA * Nivîskar Umur Hozatli têkîldarî yekîtiya neteweyî diyar kir ji bo kurd yekîtiya xwe înşa bikin tu şert pêwîst nîne ger ku mirov qala şertekî bike ew jî şerta yekîtî pêkanînê ye. Nivîskar Fuat Onen jî got ku di warê siyas^ide divê hedefekî hevpar hebe, ji ber vê yekê jî divê nakokiyên navxweyî bê çareserkirin û yekîtî pêk bê. JIN * Jinên ku reng, sazî, pîşe û xebatên wan cuda dengê xwe dikin yek û bi hevre dengê "NA" diqîrin. Jinên ji saziyên cuda li dijî pergala "Serokdewletiyê" bi dengê berz dibêjin "NA". Rojnameger Yazgulu Aldogan, diyar kir ku ew 40 salin rojnameger e û zextan dibîne û wiha got: Ji bo ev zext bi dawî bibe ez dibêjim NA. Muzîzyen Esra Lora Yilmaz jî diyar kir ku wekî muzîka xwe dixwaze pir dengî û pir rengî bijî û ji ber vê yekê dibêje NA. * Li Colemêrgê jinên esnaf Sevda Keskîn û Ozlem Atay, bi pêjgeha xwarinên herêmî danasîna xwarinên herêmî yên Colemêrgê dikin. Jinan diyar kirin ku jin hez bikin dikarin her tiştî bi ser bikixin. * Meclîsa Jinê ya DBP'ê dê têkîldarê pêvaojaya referandumû li Navenda Giştî ya DBP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) EKOLOJÎ - Şaredariya CHP'î ya Karşiyaka di hilbijartinê de soz da gelê taxê ku Parka Nergîz wekî "Qada Kesk" bê hiştin. Lê derket holê ku di imara planê de wekî "Qada xizmetê ya Şaredariyê" derbas dibe. Şêniyên taxê daxwazname dan û diyar kirin ku ew bi fikarin ku qadê li îmarê vekin. *Komeleya Jiyanê ya Ekolojîk a Kocaelî û Komeleya Genim hevpar Bazara Organik ava kirin. Li Bazara Organîk ku li navçeya Îzmitê ya Kocaeliyê hat avakirin, berhemên organîk ên ji gelek bajarên Tirkiye li vir kom dibin tên firotin. * Li Cizîrê parka ji aliyê qeyûmê 1999'an Suleyman Yildirim ve hatibû çêkirin ji aliyê qeyûmê niha Ahmet Adanûr ve hat xirakirin. ABORÎ Bi sedan esnafên Bazara Mezin a Rûs, ji ber OHAL'ê û Krîza Aborî îflas kirin û dikanên xwe digirin.