ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2017'AN 2017-01-31 09:00:02 ROJANE * Şervanên Odeya Çalakiyên Xebeza Firatê ku Bajaroka Siwediyê rizgar kirin, niha Bendava Tabka dorpêç kirine û amadekariya hamleya 3'emîn Dikin. Berdevka Odeya Çalakiyê ya "Xezeba Firatê" Cîhan Şêx Ehmed, diyar kir ku ew niha amadekariyên pêngava siyemîn a operasyonê dikin. * Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, têkildarî binçavkirina parlamenterên HDP'ê diyar kir ku di vê pêvajoya referandumê de dixwazin bi awayekî fîîlî xebatên wan rawestînin û wan bê bandor bihêlin. * Li Şirnexê ku 8 mehan derketina kolanan li welatiyan hat qedexekirin û dewletê bi tang û topan 7 tax xera kir, niha bi zorê di çarçoveya veguhestina bajarvaniyê de belgeyên "mexdûrên terorê" bi balbatan didin îmzekirin. Hat gotin ku Walî mixtar kom kirine û diyar kiriye ku avakirina xaniyan dê li gorî encama referandumê pêk bê. *Xebatên mîmarê yên li Parka Maçka dest pêkir. Bi destpêkirina xebatên înşaetêre bertek û nerazîbûn jî zêde bûn. Şêniyên taxê diyar kirin ku tenê qada wan a jiyanê Parka Maçka ye û naxwazin qada wan a jiyanê bê talankirin. Şêniyan xwestin demek berî demekê vê projeyê betal bikin. * Wezareta Perwerdehiya Neteweyî mufretata perwerdehiyê guhert. Li gorî mufredatê dersên baweriya sûniyan hene, lê derstên baweriyan elewyan li dibistanan nayên ditîn. Serokê Şaxa DAD'ê yê Edeneyê Zeynel Kete, diyar kir ku di mufredatê de tenê baweriya suniyan heye û cihê baweriya elewiyan tune ye. * Malbatên girtîyên li Girtîgeha Tîpa C a Jinan a Tarsusê, bi armanca mafên girtiyan biparêzin û zexten li ser girtiyan şermezar bikin, dê li ber girtîgeha Tarsûsê dest bi çalakiyê bikin. * Qeyûmê Silopî ku avahiya çand û hunerê ya şaredariyê pêşkêşî endamên AKP'ê û weqfa TUGVA ku nêzî malbata Erdogan û AKP'ê ye kir. * Petrola li gundê Êlihê yê ji 50 malî pêk tê ku dikare gund vegere bajarekî mezin û hawirdoreî polîtîk ava bike ji ber tê taybetkirin qada rantê ava dike. Bajara ku ev 60 sale bi petrolê li ser piyane biryara taybetkirina Petrolên Tirkiyeyê darbeyek mezin li van cihan dixe. * Hevparên KCD, HDP, DBP, HDK û TJA dê têkildarî referandumê li avahiya DBP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk binin. (10.00) * Naveda KESK'ê dê têkildarî referanduma di şertê OHAL'ê de pêk bê li avahiya navendî civîna çapememiyê pêk bîne. 11.00) POLÎTİKA *Niqaşên li ser Referandumê û der barê "Na" û "Êrê" roj bi roj kûr dibin. Beriya referandumê Eniya "Na" û Eniya "Erê" roj bi roj zelal dibin. Parlamenterê berê yê CHP'ê Ercan Karakaş, xwest kes nekeve kemîna partiya îktîdarê. ÇAND * Dêra Mor Abraham Hobel ku bi mimariya xwe ya heybet balê dikişine ser xwe piştî Seyfo demek dirêj bê xwedî ma û niha bêdeng li benda xwediyê xwe ye. * Li Dîlokê pîşeyê sifirkeriyê her ku diçe bê qîmet dibe. Ostayê sifirkeriyê Alî Giratli, ku di 7 saliya xwe de bi eşqa dengê çakuç dest bi kar kir, 58 salin bi vê eşqê pîşeyê ermeniyan diparêze. Oste Giratli, diyar kir ku ew ji afirandinê hez dikin û got: "Di 7 saliyê xwe de bi eşqa dengê çakuç min dest pê kir û berdewam dikim." JINGEHA KEDÊ * Serokatiya Daîreyên Park û baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê li gel ku peymana Zagonên Karkeran û TÎS'e îmze kiriye jî maşînên serwîsê ku divê tenê di xizmeta karkeran de be, van maşîneyan wekî pêjgeh, salona westînê, cilguhertin û depoya zexîre bikar tîne. * Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen û Parlamentera HDP'e ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş piştî hatin binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin û li dadgehê serbest hatin berdan. Serdozgerê Komare yê Amedê berdana wan îtîraz kir û der barê Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen û Parlamentera HDP'e ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş de biryara binçavkirinê da.