ROJEVA 1'Ê SIBATA 2017'AN 2017-02-01 09:00:55 ROJANE * Li Mêrsînê, zaroka 5 salî rastî îstismara kalikê xwe hatibû. Dayika wê Ş.S. ji ber giliya kalikê wê kir ji malê hat qewirandin. Ş.S. a tevî zarokên xwe li stargehê bi cih bû, ji ber gefxwarinên hevjînê xwe ji neçarî ev der jî terikand. Lê kiryar M.S. nehat binçavkirin jî. * Pêla kesên dibêjin na roj bi roj zêde dibe. Ciwanên Stenbolê ku dibêjin "Na" diyar kirin ku ji bo ew bibin heviya hev û heviya pêşeroja ciwanên din dibêjin "Na". * Hunermend Metin Kahraman û Suavi, lîstikvan Deniz Turkali, Levent Uzumcu û helbestvan Ahmet Telli, ji bo refernadûmê banga "Na"yê li her kesî kirin. * Nûçegîhanê Xarpêtê yê DÎHA'ya hat girtin Mehmet Guleş ê di dema şopandina nûçeyan de hat binçavkirin û paşê hat girtin, der barê wî de bi daxwaza heta 20 sal cezayê girtîgehê îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de nûçeyên Guleş wek sûc hatin hesibandin. * Li navçeya Sûrê ya rûxandina avahiyan lê didome, teblîxatên ji bo rûxandina malên saxlem jî hatin şandin. Sultan Aktar a 40 sal in li navçeyê dijî anî ziman ku, ew ê destûrê nedin ku malên wan birûxînin û wiha got: "16 sal berê li vê malê min hevjînê xwe winda kir, min zarokên xwe li vê taxê anî dinê û mezin kir. Zarokên wan jî li vir mezin bûn. Min li vê malê du zarokên xwe winda kirin. Di jiyana min de şopên zaf mezin ên vê taxê û vê malê hene." * Li Îzmîrê, Dayika Aştiyê Cemile Aydin û hevjînê wê Abdulkadir Aydin ên di salên 90'î de ji aliyê polîsan ve rastî îşkenceyên giran hatin dê kuçe bi kuçe xebatên "Na"yê bidin meşandin. * Germava Elkê ku her sal bi hezaran welatiyên navçeyê û derdorê ji bo tenduristiyê 4 demsalan lê dibin mêvan ji ber ku derdora wê ji aliyê rayedaran ve nayê paqijkirin rastî bertekên gel tê. * Cizîriyan, bertek nîşanê hewldana AKP û MHP'ê ya referandumê dan û diyar kirin ku ew ê li dijî dîkdatoriyê bêjin "Na". * Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez peymana ji aliyê dewletê ve ji bo avahiyên gelê Şirnex hatiye amadekirin nirxand û got: "Ev projeyek xeyalî ye. Di peymanê de tiştek şênber ku mirov bigire dest tune ye." * Sendîka, Odeyên Ked û Pîşeyan, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Civaka Sicîl û Rêxistinên Baweriyê yên li Edeneyê dê bi sernavê "Edene Dibêje Na" li Parka Abidin Dino daxuyaniyê bidin. (12.30) * Dê rûniştina dozên der barê Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag, parlementer Dilek Ocalan û İbrahim Ayhan hatin vekirin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bên dîtin. (09.00-13.00) * Dê rêxistinên demokratîk ên Stenbolê li Odeya TMMOB'ê starta kampanyaya "Na"yê bidin. (13.00) POLÎTÎKA * Hîndekarê Enstîtuya Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Viyanayê Antropolog Thomas Schmidinger, polîtîkayên Tirkiyeyê yên Rojavayê wek "Endezyariya demokrafîk" nirxandin û da ku kurd ji aliyên dewletên serdest li dijî hev neyên bikaranîn wiha hişyar kir: "Heke kurd nebin yek, dê her tiştên xwe winda bikin." JIN * Li gorî daneyên TUÎK'ê di sala 2015'an de rêjeya jinên betal ji sedî 13.2 bû û di sala 2016'an de rêjeya jinên betal derket ji sedî 16’an. Prof. Dr. Gulay Toksoz, diyar kir ku betaliya jinê hem ji ber polîtîkayên aborî û hem jî ji ber êdî civak vê yekê qebûl dike pêş dikeve. EKOLOJÎ * Rêxistinên hawirdorê li dijî 25 pêşnûmayên RES'ê yên tê plankirin dê li gundê Çamavlû yê li zozanên Kozaka Bergamayê ye bên çêkirin bertek nîşan dan. Ekolojîst Ertugrul Barka wiha got: "Bi van pêşnûmayan re xesarê didin qalîteya jiyana mirovan."