ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2017'AN 2017-02-02 09:00:48 ROJANE *Ciwanên Enqereyê beriya xebatên referandumê dest pê bike ji niha de gotin "Na". *Parêzer Mehmet Altuntaş ji ber tevlî daxuyaniya derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê bû, derbarê wî de bi sûcdariya “xwedî li alîgirên rêxistinê yên li girtîgehê derketiye” lêpirsîn hat destpêkirin. *PKK'yiyên ku hatin daxuyandin di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dane, lê belê malbatên wan der barê cenazeyên wan de ne xwedî agahî ne, niha di hedefa sextekaran de ne. Sextekar ji malbatan re dibêjin zarokên we sax in û heke pereyan bidin ew ê zarokên wan bînin û bi vî awayî dixwazin malbatan bixapînin. *Li Nisêbînê, têkildarî pêşnûmaya "îhya"yê ya ji aliyê wezaretê ve behsa wê hat kirin tu gav nayên avaêtin, lê gel vê li taxên wek "qadên birîsk" hatine îlankirin jî, destûra avakirina malan a welatiyan nayê dayîn. *Li navçeya Sûrê ya zêdeyî salekê ye qedexeya dreketina derve û rûxandin lê didome, ajokarê kamyona hafriyatê vedigehîze derpêş kir ku, polîs tevî operatorên kepçeyan hawirdora avaniyên dîrokî dikolin û li defîneyan digerin. *Ji ber axaftinên wê yên televîzyona MED NÛÇE'yê der barê Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak a girtî, bi tawanbariya "Heqareta li Serokomar" ji salekê heta 4 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin. *Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, mudurê duyemîn ê girtîgehê yê tevî komekê ji 20 gardiyanan pêk tê bi ser qawîşan de digire hat diyarkirin ku wiha gefan li girtiyan dixwe, "Ez ê bibim Esat Oktayê we. Xwedayê vê derê ez im" û wan derb dike. *Dê Înîsîyatîfa Rojnamgerên Azad (ÎRA) "Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamgeran a Çileya 2017'an" li Şaxa ÎHD'a Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihîne. (11.00) *Dê avakarên AKP yên berê, Serokê Giştî yê CHP'ê yê berê, Serokê Giştî yê ANAP'ê yê berê jî di nav de bi dehan siyasetmedar, li Point Otel a Stenbolê ji bo "Na"yê werin gel hev. (11.00) POLÎTÎKA *Welatiyên Nisêbînê yên ku di dema qedexeyan de 6 taxên wan hatin hilweşandin dê di referandumê de ji guhertina qanûna bingehîn re bêjin “Na”. Welatiyê bi navê Mehmet Emîn Ozalp diyar kir ku ji ber tiştên hatine jiyîn ew AK Partiyê sûcdar dikin û wiha got: “Bila gelê kurd li Nisêbîn, Dêrik û Cizîrê binêrin û wiha biryara xwe bidin.” *Parlamentera HDP’ê yê Rihayê Dîlek Ocalan diyar kir ku ew ê li dijî guhertinên qanûna bingehîn ku bi hevkariya AK Partî û MHP’ê ji meclîsê hat derbaskirin ‘Na’ birêxistin bikin û wiha got: “Gel ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê bişikîne dê bêje ‘Na’. Heta tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin tiştên bên kirin dê kêm bimînin.” *Parlementerên HDP'ê yên Agiriyê Dirayet Taşdemir û Berdan Ozturk dest nîşan kirin ku, dê li gel hemû pêkanînan jî gelê kurd qethiyen vîna xwe radestî îktîdarê neke û wiha gotin: "Dê li Agiriyê û Serheda Bakur ji rejîma yekzilamî re bersiva gel 'Na' be." *Tespîta “Cîhan li ser modela civaka demokratîk a ku kurdan li nêvenga aloziyê ya Rojhilata Navîn afirand diaxive" aîdî yek ji dîroktorên Navenda Lêkolîna Polîtîkaya Kurd Burak Aydin e. Aydin, balê kişand ser yekîtiya di navbera kurdan û girîngiya kongreya netewî û wiha got: "Dê ev, statuya nîvfermî ya kurdan fermî bike." JIN *Mor Dayanişma, bi gelek torên ku li her du aliyên Stenbolê ava kirine mal bi mal digere û sedema "Na"yê vedibêje. Dê jin wiha bibêjin: "Me pêşmala metbaxê kir pelerîn û em ber bi azadiyê ve dimeşin." EKOLOJÎ *Endamê Parastina Bajar a Stenbolê Mîmara Peyzajê Çagdaş Ozturk, bertek nîşanî înşaata li Parka Maçka dest pê kiriye da û wiha got: “Em wekî Stenbolî ne darek me ya em bidin û ne jî darek me ya em bibirin heye. Em dê qada kesk biparêzin." JÎNGEHA KEDÊ *Li Taxa Orûçlû ya Çildiranê ya germahiya hewayê 30 pile di bin sifirê de ye, li gola ku qeşa girtiye gel ji bo debara xwe masiyan zevt dike.