ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2017'AN 2017-02-03 09:00:41 ROJANE *Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 145 roj e bi tu awayî agahî nayên wergirtin. CPT ya di navbera 28-29'ê Nîsanê de serdana Ocalan kiribû, ji bo rapora amadekiriye aşkere bike li benda tesdîqkirina Tirkiyeyê ye. Li gel vê ji parêzerên Ocalan İbrahîm Bilmez ê got, "Em wek parêzerên Birêz Ocalan û hem jî gelê kurd meraq dikin. Em dixwazin ev rapor bê daxuyandin" xwest demildest rapor bê daxuyandin. *Huqûqnasan diyar kir ku, heke pakêta guherîna Qanûna Bingehîn berpêşî referandûmê bê kirin, ew ê bibêjin "Na" û daxuyandin ku ew ê ji bo veqetana hêzê û ji bo daraz nekeve bin banê wesayetê ew ê li hemberî guherînê bibêjin "NA". *Li Çildiranê, gamêşên ku havînan li mêrg û zozanan tên xwedîkirin, di zivistanan de ji ber kêmbûna giya û kayê wan berî çemê wek qeşayê didin. Gamêş pêşî qeşayê dişikînin û paşê li nav avê bi saetan li kevzan digerin. *Di îdianameya der barê Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besima Konca hat amadekirin de, li Êlihê beşdarbûna wê ya merasîma cenazeyê Cihat Turkan ê li Sûrê jiyana xwe ji dest da wek delîla "Propagandaya rêxistinê" û "Endamtiya rêxistinê" hat hesibandin. Hat zanîn ku ji bo îdianameyê tekane delîl jî ew e ku îxbareke li BÎMER'ê hatiye kirin. *Der brê Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak de, bi hinceta li Silopiyayê beşdarî meşekê bûne, bi daxwaza 3 sal cezayê hepsê doz hat vekirin. *Çiçek Aydin, hevjîna girtiyê nexweş Yusuf Aydin ê ji ber emeliyatkirina wî ya prostatê tê astengkirin bi rîska pençerê re rû bi rû maye, got rêveberiya girtîgehê tedawiyê asteng dike. Aydin, diyar kir ku di heman demê de hevjînê wê melekeya xwe ya dîtinê jî winda kiriye û banga hestiyariyê li raya giştî kir. *Li kampa AFAD'ê ya Midyadê, xizmeta tenduristiyê ya ji bo penaberên Sûriyeyê tê dayîn, êzîdiyên li kampê jê tên mehrûmkirin. Silo Ehmed ê tevî 4 zarokên xwe li kampê dimîne, ji bo mesrefê dermanên zarokê xwe yê nexweş banga alîkariyê kir. *Dê HDP, bi şîara “Na'ya her kesî ji bo xwe ye" kampanyaya referandûmê bi rê ve bibe û dê bi vê kampanyayê raste rast temasî gel bike. Dê pêşî di 7'ê Sibatê de du hefteyan civînên gel çêbike û dê bi van civînan re li zêdeyî 80 navendî bersiva pirsa "Çima Na" bi gel re parve bike. * Rabîa Ozkaya ya ku li buroya Ozgur Halkê ya Îzmîrê hate girtin 6 meh in li bendê ye ku îdianame bê amadekirin. *Serokê Giştî yê HBVAKV Dr. Tuncer Baş ê guherandina Qanûna Bingehîn wek "Ji bo elewiyan felaket e" wesifand wiha got: "Dê piraniya elewiyan bibêje 'Na'." * Doza Sedat Peker ê ku bi gotina "em ê xwînê biherikînin û bi xwîna we ve serê bişon" gef li akedemîsyenên ku îmze avêtin belovaka "Em nebin şirîkî vî sûcî" xwar dê li Cezaya Asliyeyê ya Edliyeya Anatolyayê bê dîtin. (11.00) * KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û 10 EKÎM-DER dê têkîldarî runiştina duyemîn a doza qatlîama Enqereyê li avahiya 10 EKÎM-DER'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00) POLÎTÎKA *Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim ê referandûmê wek pêngaveke sefereberiyê nirxand wiha got: "Referandûm roja hesabpirsînê ye." JIN *Seroka Komeleya Parastin Jiyîn û Nûjenbûyîna Jinên Sereyê Hamide Yeni, balê kişand şideta li dijî jinê ya bi pêvajoya OHAL'ê re piştî girtina komleyên jinan zêde bû û ji bo rêxistinbûyîneke hîn zêdetir bang li jinan kir. *Parlementera HDP'ê ya Mûşê Burcu Ozçelik, got ew ê di pêvajoya referandûmê de tevî jinan li qadan "Na"yê bi rêxistin bikin. ANALÎZ Hikûmeta AK Partî ya ku di 20'ê tîrmehê de starta operasyonan da û di hilbijartinê 1'ê Mijdarê de encam bi dest xist di pêvajoya referandûmê de jî tê gotin ku dixwaze bi "operasyonekî Qandîlê" ve bigihîje hedefa xwe. Tê gotin ku ev ji bo tengasiya ku li Babê jiyan kirin derbas bikin û ji bo hilbijêrên MHP'ê ev dê bê kirin. EKOLOJÎ * Halîme Çorak û Cuneyt Karakaya yên ku jiyana kapîtalîzmê red kirin û li 450 metre bilindahiyê çewlîka Aralçakê ava kirin li vir di nava xwezayê de jiyana xwe didomînin.