ROJEVA 4'Ê SIBATA 2017'AN 2017-02-04 09:00:42 ROJANE *Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, girtiyên siyasî û yên ji Cemaeta Gulenê hatine girtin dixin qawîşên li kêleka hev û bi vî awayî dixwazin provakasyonê derxînin. *Di Sibata 2016'an de kesekî daxwaznameya îxabarê ji BÎMER'ê re şandiye û di daxwaznameyê de heqaretî Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê kiriye, darvekirina HDP'iyan xwestiye û pesnê Ak Partiyê daye. Li ser vê îxabarê û îdiayên wî kesî Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê Kişanakê de lêpirsîn vekiribû û ji muduriyeta polîsan xwestibû der barê van îdiayan de lêkolînan bike, lê muduriyetê bersiveke balkêş da. Muduriyeta Polîsan a Amedê, ragihand ku ew rastî tu tepîteke ku Kişanakê alîkariya madî û makîneyên karî ji bo PKK'ê kiriye nehatine. *Jin, kedkar, aktivîst û dayikên Wanê sedema ku dê ji bo çi di referandûmê de bibêjin "Na" vegotin. *Nivîskar û Lêkolîner Mehmet Bayrak, li ser rewşa tekoşina kurdan a dirokê û îro axivî û diyar kir ku di dîrokê de yekem car kurd li Rojava ji bo xwe şer dikin. Bayrak, bal kişand ser hesta yekîtiya neteweyî û wiha got: "Divê kurd dersê ji dîrokê derxin. Yên tenazulî birakujiyê bikin dîrok wan efo nake. Ez weki rewşenbirekî xwedi erkim ku piştgiriyê bidin yekîtiya kurdan." *Der barê Berdevka KJA û parlementera BDP'ê ya berê Ayla Akat Atayê de, bi hinceta xebatên li KCD û beşdarbûna daxuyanî û meşên di çarçoveya fealiyetên partiya siyasî de bi daxwaza heta 95 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin. *KCD, HDK, TJA, DBP û HDP di çarçevoya xebatên hilbijartinên referandûmê de ku bi gotina ‘Na’ xebatên rêxistin bûnê dikin dê li 44 navendan gel re bicivin. Xebatên ku ji aliyê 8 koordînasyonên hatî avakirin ve tê meşandin stratejîk tê nirxandin. * Parêzerên ku bi karkerên madenê yên bi navê Gokhan Ayaydin û Volkan Çetîn ên ji kar hatin avêtin û ji ber xebatên xwe yên sendîkayê hatin girtin re hevdîtin pêk anîn diyar kirin ku muwekîlên wan bi kiryar^n qatlîama Someyê ve li heman girtîgehê tên girtin, herdu karkeran ji nameya ku ji girtîgehê şandin de jî ragihandin bi awayekî nehiqûqî hatine girtin bi vî rengî hevser û zarokên wan mehkumî birçîbûnê hatine kirin. * Nivîskar, helbestkar û wêjevan Akîf Kurtuluş diyar kir ku Tirkiye ji dîroka xwe wekî îro ber bi tarîtiyê ve neçûye û ji ber vê yekê jî ew ê ji bo jiyanekî baş bibêje "Na". * Paltforma Hiqûqnasên Azadîxwaz a Stenbolê dê bi xebatkarên çapemeniyê re di taştê de bên cem hev û têkîldarî pêvajoyê nêrînê xwe par ve bikin. (10.00) * Dayikên Şemiyê yên ku aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin dipirsin cara 619'emîn li Qada Galatasarayê dê bên cem hev. (12.00) * ÎHD û xizmên windayan bi şîara "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Amedê çalakiya xwe ya 417'emîn dê li dar bixin. (12.00) * Rêxistinên demokratîk ên li Mêrsînê li Salona Şaredariya Yenîşehîrê dê starta kampanyaya "Na" ya ji bo referandumê dibin. (12.30) * Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê ji bo balê bikişîne li ser girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya Tîpa F li dar bixe. (13.30) * Parêzera Rojnemevan Nedîm Turfent Harîka Karataş diyar kir ku 8 meh in Turfent bi avayek bê hiqûqî di girtîgehê de dimîne. Karakaş, anî ziman ku destûr nadin ew wekî parêzer biçin dîtina Turfent û îdîanameyê ji wan vedişêrin. POLÎTÎKA *Parlementerê HDP'ê İdrîs Baluken ê 4 roj berê hat tahliyekirin, cara ewil pêvajoya girtina xwe û ya girtîgehê ji dîhaberê re vegot. *Siyasetmedarên berê yên li eniya "Na"yê cih digirin gotin, di pêvajoya OHAL'ê de referandûm zehmet e. Wezîrê Xebat û Ewleyiya Civakî yê berê Ziya Halis, dest nîşan kir ku heke pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn di referandûmê de derbas bibe dê tam "padîşahek" bê afiranidn û wiha got: "Ya rast ew e ku di referandûma Qanûna Bingehîn de gelê me dengê 'Na'yê bi kar bîne." JÎNGEHA KEDÊ *Karkerên Madenê ku di 5 salên dawî de nêzî 500 kesan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan diyar kirin ku ew ji Soma heta Zonguldak û ji wir heta Şîrvanê dibêjin "Na". *Paytextê siyaset û burokrasiya Tirkiye Enqere her çend bi brokrasî û polîtîkayê bê zanîn jî karkerên înşaetan ên li gel sir û sermaya zêde di nava şert û mercên zor û zahmet de dixebitin jî ne kêm in. Karkerên înşatê, ji bo debara malbata xwe bikin neçarin di nava sir û sermayê de kar bikin. Di nava karkeran de endezyarên ku zanîngeh xelas kirine û li vir wekî karkerên înşatê dixebitin jî hene. ÇAND Û HUNER *Muzîkjen û nivîskarê besteyan Şanar Yurdatapan straneke bi muhtewaya xwe li ser "Na"yê ye nivîsand. Dê di rojên pêş de stran li ser medyaya civakî bê parvekirin.