ROJEVA 05'Ê SIBATA 2017'AN 2017-02-05 09:00:17 ROJANE *Li gor daneyên ÎHD'ê, li Herêma Egeyê 5 hezar û 938 penaberên xwestine koçî derveyî welat bikin hatine zevtkirin û ji vana yek jê pitik, 22 kesan jê jî jiyana xwe ji dest daye. Endamê Komîsyona Penaberan a Îzmîrê Deniz Bayrak, polîtîkaya Tirkiyeyê ya penaberan rexne kir û dest nîşan kir ku çareserî bi aştiyê pêkan e. *"Operasyona aramiyê" ya bi OHAL'ê re zêde bû, li Edeneyê tu aramî nehiştiye! Di operasyona 1'ê Sibatê de ji ji malbata Kenes a bi malbatî rastî lêdana polîsan hat kesek ji "muqawemetiya polîsan" hat girtin. Ferdên malbatê yên rapora derbkirinê wergirtin ji polîsan gilîdar in. *Parlementerê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim pêvajoya referandûmê nirxand kir û wiha got: “Ji bo mafê zimanê kurdî, di vê guherandina Qanûna Bingehîn de tu guhertinek tune ye. Hem ji bo vê hem jî ji bo pêkanînên dijwar li ser gel tên meşandin, divê gelê me bi tîpên mezin bêje ‘Na’ û tevlî kampanyayê bibe.” *Derket holê ku, Rêveberê DBP'a Erziromê Osman Ozbey ji ber alîkariya malbatên ku ji bo cenzayên ciwanên li Geverê jiyana xwe ji dest dane hatin Saziya Tiba Edlî kiriye, hatiye girtin. * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek û parlamenterên HDP'ê jî di nav de dê heyetek biçe serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê ji girtîgehê derket. (10.00) POLÎTÎKA *Parlementerê HDP'î İdrîs Baluken hîn ji girtîgehê derneketibû, du parlementerên HDP'ê yên din jî hatin girtin û Baluken vê rewşê wiha nirxand: "Hewaya xweşbîniyê li nav deriyê girtîgehê hat berhewakirin." Baluken, têkildarî referandûmê jî ji ber hîn 12 parlementerên HDP'î û bi hezaran siyasetmedar girtîne, parast ku di atmosfereke wiha de dê tu meşrûtiyeteke wê tune be. Dest nîşan kir ku, heke zemîna vê meşrûiyetê bê peydekirin dê gel li sandoqê dersa kesên ji vê dîmena heyî berpirsiyar in bide. * Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê 2'yemîn Civîna Meclîsa Giştî li Taksîm Hill Otelê li dar bixe. (10.00) JIN *Şervanên jin ên QSD'ê yên beşdarî pêngava sêyemîn a operasyona Reqayê ku duh starta wê hat dayîn bûn anîn ziman ku, ew ê weke Şengalê jinên reqayî jî rizgar bikin û wiha gotin: "Em ê tevî bikin ku jiyan ji nû ve bêhn û henaseyê bistîne." * Meclîsa Jinê ya HDP'ê dê li Navenda Bazirganiyê ya Enqereyê têkîldarî referandûmê deklerasyona "Na" aşkera bike. (12.00) ÇAND Û HUNER *Li dijî pêşniyara Qanûna Bingehîn îtiraza qada wêjeyê didome. Helbestvan Cezmi Ersoz, diyar kir ku dê ji kokê ve çarenûsa gelan bi paş ve bibe û li gel vê lêkolîner-nivîskar Turabi Saltik jî wiha got: "Dê pergala serokatiyê û vê Qanûna Bingehîn di bin dîwarê 'Na'yê de bipelixe." * Hunermendê kurd ê Hawramanê Ador Hooyar, ku ji bo hunera xwe rastî îşkenceya Rejîma Îranê hat, tiliyê wî hatin şikandin û sirgûn bû; eşq, bawerî û hawara xwe bi muzîkê tîne ziman. ABORÎ *Xweyîkerên heywanan ên ji bajar û navçeyên hawirdorê tên bazara heywanan a Qersê, di sar û seqemiya wek qeşayê de 5 saetan li benda firotina heywanên xwe disekinin. Gundiyên ku ji ber kêmbûna buhayan bi gilî û gazinc in diyar dikin ku, ew heywanên xwe nikarin bi buhayên kirîne jî bifiroşin.