ROJEVA 06'Ê SIBATA 2017'AN 2017-02-06 09:00:13 *Nivîskar Mehmet Mamaş, diyar kir ku rihê Kobanê yek ji merheleya yekitiya neteweyî û hevgirtinê ye û yeketiya neteweyî bi gotinekê Kobanê ye. Zimanzan Samî Tan jî wiha got: “Divê em bi hevre deriyê yeketiya neteweyî vekin.” *Berdevkê Platforma li Dijî Nukleerê Ful Ugurhan diyar kir ku ger guhertinên qanûna bingehîn bişînin referandumê ew ê ji guhertinan re bêje ‘Na’ û wiha got: “Ji bo Santralên Nukleerê neyên çêkirin em dibêjin Na.” *Pira Malabadê ku bi dîrok û çîroka xwe navdar e, 9 selin hebûna xwe diparêze. Pira ku di lîsteya UNESCO de cihê xwe digire, dîrokê bi îro ve û îro bi dîrokê ve girê dide. Ev berhema efsûnî ku bûye pira di navbera dîrok, çand û mîmariyê, wekî nû hatibe avakirin zindî ye û her sal bi hezaran turist ji çar aliyên cîhanê tên ziyareta wê. *Şaredariya Sêrtê ku piştî qeyûm hat tayînkirin biryarên ku dibe sedema nîqaşan tê gritin vê carê jî Navenda Jinê ya Berfîn bi Midûriyeta Çandê ya berpirsyarê wî zilam e ve hat girêdan. * Serdozgerê Komarê yê Amedê 4 îzmarita çixarê yên li şûna bûyerê delîl nîşan da û ji bo 2 kesên şopa tiliyê wan li ser çixarê ji her kesekî re 5 sal cezayê muebeta giran xwest. * Xwarina gelêrî ya Dersimê Şirê Qude, di firaqa textîn a ku di nava zibilê lawiran de salekê tê hiştin de tê pijandin. * Li Semsûrê 6 xwendekarên zanîngehê yên ku di 2012'an de bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin ligel ku Dadgeha Bilind biryara der barê wan de xira kiriye jî saleke zêditir e dosyaya wan ji dadgeha herêmî re nehatiye şandin, xwendekaên 5 sal in girtî ne nayên berdan. * Serokê Partiya Saadetê yê Wanê Ozay Îlhan, diyar kir ku divê pêvajoya OHAL’ê bi lezgîn bê rakirin û derbarê referanduma guhertinên qanûna bingehîn de jî wiha got: “Em madeyên ku hemû rayeyan radestî mirovekî dike qebûl nakin û em ê bêjin Na.” * Li Wanê komek kesên kevokan xwedî dikin, di bin navê hezkirina kevokan de bi qumara kevokan dilîzin. *2'emîn rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmeha 2015’an ku DAÎŞ'ê li Enqereyê pêk anî dê li Edliyeya Enqereyê bê dîtin. (10:00) * Rûniştina "Doza Sereke ya KCK'ê ku di 2009'an de dest pê kir û 154 siyasetmedarên kurd tên darizandin dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Geran a Amedê bê dîtin. (10.00) * 11'emîn rûniştina doza Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00) * Rêxistinên HDK û HDP dê deklerasyona referandumê li Salon Figaro ya Şîşliya Stenbolê bi civîna çapemeniyê parve bike. (10.00-14.00) * Endamên Platforma Jinan a Mêrsînê bi armanca balê bikşîne ser binpêkirinên mafan a li Girtigeha tîpa C a Tarsûsê ya Jinan dê li ÎHD'ê daxuyaniyê bidin. (11:30) ÇAND Nivîskar Mehmet Mamaş, diyar kir ku rihê Kobanê yek ji merheleya yekitiya neteweyî û hevgirtinê ye û yeketiya neteweyî bi gotinekê Kobanê ye. Zimanzan Samî Tan jî wiha got: “Divê em bi hevre deriyê yeketiya neteweyî vekin.”