ROJEVA 7'Ê SIBATA 2017'AN 2017-02-07 09:00:03 ROJANE *Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a têkildarî 18'emîn salvegera komploya navntewî 15'ê Sibatê de axivî, dest nîşan kir ku bi teslîmkirina Ocalan û sepandina tecrîdê re pirsgirêkên Tirkiyeyê kûrtir bûne û wiha got: "Çareserî li gel Ocaln e. Em dixwazin li gel me be." *Der barê hevserokên giştî û 10 parlementerên HDP'ê yên girtî de, 510 fezleke hene û li gel van fezlekeyan bi giştî der barê 55 parlementerî de 645 tawanbariyên cuda hene û ji ber van tawanbariyan der barê wekîlan de bi giştî 3 hezar û 126 sal cezayê girtîgehê û 18 caran muebeta tê xwestin. *Serokê Şaxa Egîtîm-Sen'a Mêrsînê Sinan Muşlu, diyar kir ku heke pakêta guherandina Qanûna Bingehîn di referandûmê re der bas bibe, dê pergala perwerdehiyê û kedkarên perwerdehiyê rastî pirgirêkên zaf cidî bên û got, ew ê ji bo perwerdehiye bi zimanê dayikê, laîk û zanistiyî di referandûmê de bibêjin "Na". *Hêzên Erka Xweparastinê yên bi hêza xwe ya hezar leşkerî di pêngava sêyemîn a operasyona Reqayê de cih girt wiha got: "Parastina gelê me peywira me ya sereke ye." *Doza cemaweriyê ya der barê parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz û Ferhat Encu de hat vekirin, ji dêvla ku li cihê axaftin lê hatiye kirin, Cizîrê, bê dîtin dê li Çorûma ku kesê temaşeyî axaftinê kiriye bê dîtin. *Li Denîzliyê, ciwanan diyar kir ku ew ê li dijî Tirkiyeya ku ber bi nivşeke oldar û kîndar ve tê kişandin li kuçeyan, dibistanan û qadan 'Na'ya şoreşgerî birêxistin bikin. *Di dema protestoyên Parka Geziyê de Mudurê Şaxa Ewleyiyê Yunus Dolar ji Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu re gotibû "Tu serxweş î, te alkol vexwariye hatiyî, tif neke û biaxive. Bi îdiaya Tanrikulu jî ji Dolar re gotiye "Bêar" û heqaret lê kiriye, der barê Tanrikulu de ji bi daxwaza heta 2 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin. *Yilmaz Yakut ê xwedî tecrubeyeke 18 salan ê belavkirina rojnameya ye got, mebesta serdegirtin û çewisandinên bi ser buroyên rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasiyê û belavkarên wan ew e ku rastiyê asteng bikin û bang li hemû ciwanan kir da wek belavkarekî/ê xwedî li rojnameyên xwe derkevin. * Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan diyar kir ku di referansumê de ewê bi ruhê 7’ê Hezîranê “Na” bi rêxistin bikin û wiha got: “Tu nirxên aîdî ÊLihê hene êrîşî wî kirin. Ji ber wê em ji Êlihê li gorî bajarên din benda ‘Na’ bi hêztirin.” * 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku ji bo Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken , biryara AYM’ê ya ji bo parlamenterê CHP'ê Mustafa Balbay mînak da û serbest berda, ji bo Hevserokên Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag biryara berdewama girtinê da. *Li Nisêbînê, Taxa Zeynelabidînê ya piştî bi têlên rêsayî hat dorpêçkirin û paşê bi kepçeyan hat serobinokirin, niha li Mizgefta Molla Mûsa ya li nêv taxê bi tena serê xwe maye tê tadîlatkirin. * Doza parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu dê li 1'emîn Dadgeha Asliyeyê ya Sîlopiyê bê dîtin. (10.00) *Doza qatlîama Enqereyê dê li Edliyeya Enqereyê bi îfadeya malbatên mexdûr berdewam bike. (10.00) * Doza Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) a hate girtin Ayla Akat Ata dê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00) * Doza têkîldarî qetilkirina Gerîndeyê Weşanê yê Giştî yê Agosê Hrant Dînk bi îfadeya Alî Fuat Yilmazer ve berdewam bike. (10.00) * Doza alîgirên Amedsporê yêr di musabaxayê de ji ber ku slogana "Bila zarok nemirin bên maçê" avêtibûn hate vekirin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoyê bê dîtin. (11.00) * Li navçeya Çinarê ya Amedê têkîldarî xebatên di çarçoveya kampanyaya "Na" ya ku KCD, HDK, TJA, HDP û DBP'ê ji bo referandumê hatiye destpêkirin de civîna gel dê bê lidarxistin. (12.00-15.00) POLÎTÎKA * Pêşnûmeya qanûna bingehîn a ku bi lez û bez ji meclîsê hat derbaskirin ligel ku hêj ji aliyê Serokomar Erdogan ve nehatibe erêkirin jî partiya îxtidarê hesabên ku di pêvajoya referandûmê de meclîsê vekirî bigire û muxalefetê "mijul bike" dike. JIN *Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, diyar kir ku bi têkoşîna jinan re hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi ser ketine û got, ew ê di xebata referandûmê de jî bi heman ruh û hestiyariyê "Na"yê birêxistin bikin. *Dayika Sêvê Demir û Aziz Guler jî beşdarî kampanyaya "Na"yê bûn. Her du dayikan ji bo bê zanîn ku zarokên wan badilhewa jiyana xwe ji dest nedane, ji bo têkoşînê bang li her kesî kirin.