ROJEVA 8'Ê SIBATA 2017'AN 2017-02-08 09:00:25 ROJANE *Saziya Tiba Edlî ya Swîsreyê, lêkolîna xwe ya li ser bermayiyên perçeyên ji Berjîn Demîrkaya ya ku li Cîzrê tevî komek hevalê xwe hatibû kuştin temam kir. Tespîtên di raporê de, îdiayên "kesên li jêrzemînê pêşî hatine kuştin, paşê jî hatine şewitandin" zeximtir û piştrast dikin. *Pêşmergeyên colemêrgî yên berê ku li Herêma Kurdistana Başûr şer kiribûn, balê kişandin ser girîngiya yekîtiya netewî û ji bo yekîtiya netewî ya kurd banga "wergirtina berpirsiyariyê" li rêxistin, partî û derdorên kurd kirin. *Îdianameya der barê nûçegîhanê DÎHA ya hat girtin Erdem Muhirci ya bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat amadekirin, hat qebûlkirin. Di îdianameya ku tu delîlên berbiçav tune ne, der barê Muhurcu de heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. *Parêzer Bayram Baykal ê balê kişand ser girîngiya birêvebirina lêpirsîna bûyera pitika ku di encama îstismarê de jiyana xwe ji dest da, girîngiya çêkirina çewisandineke raya giştî dest nîşan kir. *Kurdên ku ji ber di salên 90'î de gundên wan hatin valakirin û koçî Gundê Reisê yê navçeya Germencîkê kirin û her wiha xwecihên gund welatiyên tirk jî diyar kirin ku, di navbera wan de tu pirsgirêk tune ye û wiha gotin: "Na'ya her kesî ji bo xwe ye." *Li Girtîgeha Jinan a Tîpa C a Tarsûsê ji jinên girtî ên li dijî binpêkirinên mafan biryara nederketina hevdîtinê dan, dema jinek sewqî nexweşxaneyê hat kirin, hat derpêşkirin ku bijîşk li ber çavên leşkeran xwetazîkirin li wê ferz kiriye, dema jina girtî ev qebûl nekiriye rastî tacîza devkî û heqareta bijîşk hatiye. *Li Îzmîrê Akademiya Perwerdehiya Mafên Mirovan dest pê dike. Endamê MYK'ya Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Mehmet Aker ê têkildarî akademiyê agahî dan, diyar kir ku dê di 25'ê Sibatê de perwerdehiya wan dest pê bike û got, tenê ne endam hemû parêzvanên mafên mirovan dikarin beşdarî perwerdehiyê bibin. * Li girtiyên li Girtîgeha Şakranê ji ber ku kartên li ser "terorîst" dinivîsîne qebûl nekirin rastî cezaya disîplînê hatin û qedexeya hevdîtinan hat dayîn. * Mehmet Zekî Devşîrcî yê êlihî ku bi tecrubeyên xwe yên 40 salan hesin dikute û vî karî ji bo xwe wekî karê zarokan bi nav dike. Devşîrcî yê bi pîşeya xwe ya gelek kedê dixwaze ve debara malbata xwe dike sirên pîşeya xwe ji zarokên xwe re vedibêje û bi vî rengî dide jiyankirin. * Doza KCK'ê ya 154 kesên ku di nav de siyasetmedarên kurd jî hene dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. * Qeyûmê Silopî Şavaş Konak ê ku beriya niha avahiya çand û hunerê xistibû bin xizmeta endamên AKP'ê û TUGVA'yê niha jî birayê Serokê AKP'ê yê Silopî Mehmet Bîlen weke Serokê Kluba Sporê tayîn kir. * Welatiya Şirnexê Kadriye Sondak a tevî 4 zarokên xwe 11 mehin di kon û konteyniran de têkoşîna jiyanê dide got: "Ez ji dûr ve jî Şirnex dibînim bêhna min fireh dibe." * Hediye Eren û Mesude Şahîn ên ji Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê derketin diyar kirin ku binpêkirinên li dijî girtiyan her diçe zêdetir dibe li dijî pêkûtiyan girtiyên jin amadekariya greva birçîbûnê dikin. * SGDF û birîdarên Pirsûsê dê têkîldarî îdianameya Pirsûsê li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyaniyê bidin. (12.30) * Li Mêrdîn û Şirnexê hevparên TJA, HDP û DBP'ê têkîldarî referandumê daxuyaniyê bidin. (14.00) ANALÎZ *Dê çend roj şûnde 18 salên tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan temam bibin. Li gel domandina vê tecrîda giran û dijwar, ji niha ve gelek derdor di vê xaçerêya krîtîk de li ser navê Ocalan dest bi axaftinan kirin. JIN *Hedefa ewil a qeyûmên tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin, jin in û li gel vê li hin şaredariyan hema bêje qet jin nemane. Li Amedê 3 komele û 4 navendên şêwirmendiya jinê yên aîdî şaredariyan hatin girtin û li şaredariya bajarê mezin jî xebatên jinan hatin rawestandin. * "Jinên Dibêjin Na" dê li Qada Kalkedon a Kadikoya Stenbolê bên cem hev. (17.30) ÇAND Û HUNER * Dildarên BÎLKAR'ê ku armanca xwe wekî "huner gihandina gel" îfade dikin bi dersên cuda yên didin ve hunerê digihînin gelek mirovan. BÎLKAR a ku nefesê dide Gebzeya ku wekî bajarê karkeran e tenê ne huner jiyan jî tê hînbûn. JÎNGEHA KEDÊ *Mamoste Şukru Can ê ji ber parvekirinên civaka medyayî rastî 34 sal cezayê girtîgehê hat li gel biryara îadekirinê ya wezaretê jî, ji aliyê qaymeqamtiyê ve hîn jî destûra dest bi peywira xwe bike nehatiye dayîn. * Karkerên li şantiyeya Skyland Îstanbul a Seyrantepeyê ji ber şertên xerab dest ji kar berdan, diyar kirin ku tenê daxwaza wan jiyanek mirovane ye. HERÊMÎ *Li Gundê Orûçlû yê Çildiranê niştecihên taxê yên mastê bi şîrê gamêşan çêdikin, diyar dikin ku ev mast ji bo nexweşînên made û qalindbûna rêviyan, pençeşêr û helîna hestûyan û gelek nexweşiyan derman e. Mastê tê çêkirin kîloya wî jî di navbera 5-7 TL'yan de tê firotin.