ROJEVA 10'Ê SIBATA 2017'AN 2017-02-10 09:00:22 ROJANE *Piştî hevdîtinên li Astanayê, li Îdlîba Sûriyeyê niha qada liv û tevgerê bêdeng e. Rojnameger Hediye Levent a serdestê qadê ye, diyar kir ku ji bo Îdlîbê Sûriye li benda Tirkiyeyê, Tirkiye jî li benda DYA'yê ye û wiha got: "Dibe ku DYA her tiştî ji serî de bide destpêkirin." *Elewiyên Semsûrê ji bo kesên dixwazin bi guhertinên Qanûna Bingehîn re pergala Serokomartiya Partiyî bînin, gotina Haci Bektaş Velî ya "Di xwe de li kêmasiyê bigere" bi bîr xistin û sedemên "Na"yê rêz kirin. *Mehmet Karahan ê li Bazîdê cilûbergên herêmî û şelwaran hildiberîne, bal kişand ser asta çanda kûreyî. Karahan, diyar kir ku kincên herêmî rastî eleqeya nifşên nû nayê û wiha got: "Niha tenê em di dawet û nîşanan de kincan difiroşin." *Mamosteyên hatin îxrackirin, anîn ziman ku ji bo dubare vegerin ser karên xwe û keda wan neyê windakirin, ew ê di referandûmê de li dijî guhertinên Qanûna Bingehîn bibêjin "Na". *Yusuf Çelik ê li Bazara Otûrakçi ya dîrokî karê xaliyên kevnare dike got ku li bazarê kar kesad e. *Li Rihayê hejmara hosteyên erbaneyê niha ji 100'î daketiya 2'yan. Hosteyên mayî jî bi gilî û gazinc in û dibêjin "qalîte kêm bûye." *Lîstikvan Bariş Atay, diyar kir ku ji bo hemû pergal nekeve destê zilamekî ew ê di referandûmê de bibêje "Na" û sedemên wê rêz kirin. * Kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, dê di meha 16'emîn de li ber Gara Trênê bên bibîranîn. (10.04) * DBP, HDP, HDK, TJA, dê têkildarî binçavkirinan li avahiya HDP'a Stenboê daxuyaniyê bidin. (11.00) * Li Nisêbîna Mêrdînê dê têkildarî referandûmê li avahiya HDP'a navçeyê civîna gel bê çêkirin. (12.00) * Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, dê rapora Çileya 2017'an a binpêkirina mafan ên li Herêma Egeyê aşkera bike. (12:00) * Baroya Amedê, dê têkildarî kuştina Tahîr Elçî li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide. (13.30) JIN *Li Tarsûsê piştî qetilkirina Ozgecan Aslanê, jinên ku li dijî cinayetên jinan kuçe dagir kirin, pêşî li qanûnên dijminatiya jinan dikin, girtin. Parêzer Sevîm Kuçuk, got ku cezayê li kesên Ozgecanê qetilkirin hat birîn bûye emsal, lê belê vîneke ku cinayetên jinan rawestîne derneketiye holê. *Li Denîzliyê jinan diyar kir ku ew ê li dijî îstismarkirin û dagiriya jinê bibêjin "Na" û bang li hemû jinên ku deng didin AK Partiyê kirin da bibêjin "Na". POLÎTÎKA *Tê diyarkirin ku, îktîdar di venêrînên ji bo referandûmê de dîbîne ku dê gel piştevaniya guhertina pêşniyarê neke û ji ber tişta li bendê ye dê bi dest nexe, niha serî li formulên cuda dide, ku yek ji van formulan ew e ku dê hêviya xwe bi biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ve girêbide. Li gorî îdiayê, dê AYM pêşniyarê betal bike û dê îktîdar a ku vê wek firsendê dibîne jî, li ser vegotineke "mexdûriyetî" berê xwe bide hilbijartina pêşwext. *Birayê yek ji avakarên Weqfa Gelê Azadiyê ya Kurd Parêzer Medet Serhat, Kadir Serhat dest nîşan kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn mecbûriyeta yekîtiya neteweyî ya kurd û lezgîniya wê ferz dike. Yek ji pêşengên eşîreta Sipkiyê Yaşar Aydin jî got ku di çend salên dawî de hemû cîhanê hêza gelê kurd dîtiye û niha pêdiviya wan a herî mezin yekîtiya neteweyî ye. *Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez a di Newroza 1992'yan de dayika xwe winda kir û rasteqîniya şer nas kir, diyar kir ku heke di sandoqan de "Erê" derkeve dê her kes bi awayekî potansiyelî bibe şirnexî. Îrmez, ji bo "Na"yê bang li her kesî kir û wiha got: "Dê hêrsa înfazan, mirinan ji sandoqan derkeve."