ROJEVA 12'Ê SIBATA 2017'AN 2017-02-12 09:00:05 ROJANE *Bajarê Antîk Laodîkeîa yê B.Z. di nîveka sedsala 3'yemîn de ji aliyê Qiralê 2'yemîn ê Seleûkosê Antîokhos ve hat avakirin, bi her awayê xwe balê dikêşe. Lê Laodîkeîa ya ku şahidiya bi hezaran salî kiriye, ji ber teqînên bombeyî û bûyerên şidetê yên li Tirkiyeyê niha bê kes û kûs e. *Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, diyar kirin ku polîtîkayên rageşiyê yên îdareya girtîgehê didomin û her wiha xizmên girtiyan jî dest nîşan kirin ku, der barê jiyana girtiyan de şik û gumanên wan hene. * Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûran Îmîr, da zanîn ku ew ê li herêma Botanê ji bo "Na" mal bi mal xebatê referandûmê bikin wiha got: "Me çawa ku di hilbijartinê 7 hezîrana 2015'an de destûr neda îxtîdar bi serkeve Botanî dê careke din bi rihê 7 hezîranê tevlî hilbijartinê bibin." * Kongeya Civaka Demokratîk (KCD) dê li navenda xwe komxebata Jina kurd pêk bîne. (10.00) * Li Îzmîr û Rihayê bi beşdariya parlamenterên HDP'ê dê civînên gel bên lidarxistin. (13:00-18:00) * Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê û Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê ji bo 18'emîn salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Tirkiyeyê bi slona "Ji 15'ê Sibatê heta OHAL'ê ji hemû komployan re na" li ber Mizgefta Şîşliyê daxuyaniyê bide. (14.00) * Akademiya Kolanê ya ji aliyê akademîsyenên hatine îxraçikirin ve hatiye destpêkirin dê li Parka Seymenlerê ya Enqereyê dersxaneya 5'emîn pêk bê. (15.00) POLÎTÎKA *Serokê Giştî yê DSP'ê Onder Aksakal, diyar kir ku ji bo AK Partî nekeve rewşa wan dikarin wan ji bo xwe mînak nîşan bidin û wiha got: "Ji ber ku komek navendî ya siyasetê bi rêve dibe heye. Ew biryar didin ku kî bibe îktîdar. Ji bo em bibin îktîdar nebûn asteng, lê em ji îktîdarê daxistin." *Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a di pêkanîna yekîtiya netewî ya kurd de rol û rista jinan nirxand, got dê di pêkanîna yekîtiyê û kombûna kongreyê de jî jin pêşengiyê bikin. Guven, got ew ê têkildarî Kongreya Netewî ya Kurd û pêkanîna yekîtiya kurd civînê çêbikin. *Endamê Koma Diyalogê û parêzvanê mafên mirovan Akin Birdal, diyar kir ku di referandûmê de dengê kesên dibên "Na" di warê ragihandina gel de rastî zehmetiyan tên û wiha got: "Bêyî azadiya çapemeniyê, mirov nikare behsa referandûmeke demokratîk bike." Nivîskarê kurd Şefîk Beyaz diyar kir ku bangawaziya KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî di nava civakê de erênî tê dîtin û wiha axivî: "PDK a kud di nava tevgerên kurdistanî de cih digire divê feresata yek parçe û berjewendiyên aboriyê dayne aliyekî û bersivekî erênî bide vê yekê." JIN *Bazara Kedê ya Jinê ya bi mebesta jin bi firotina berên bi destan çêdikin û piştevaniya aboriya malê bikin di bin banê Şaredariya Edîrneyê de hat vekirin, ji sala 2006'an heta niha ji bo jinên teqawîd qada îstihdamê ye. *Li şaredariyên DBP'î yên qeyûm tayînî wan hat kirin, qeyûman ewil xebatên jinan rawestandin û saziyên jinan qefil kirin. Lê jinên li Navenda Jinê ya Şaredariya Erxeniyê dixebitin, li gel hemû astengî û çewisandinan jî xebatên xwe didomînin. Xebatkarên Navenda Jinê gotin, rawestandina xebatên jinan tê wateya dê şidet zêde bibe û wiha gotin: "Em jin hem ji qeyûman hem jî ji serokdewletiyê re dibêjin 'Na'." * Li Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dê Komxebata Jinên Kurd bê lidarxistin. (10.00) JÎNGEHA KEDÊ *Li Denîzliyê karkeran diyar kir ku, ji Şîrwanê heta Somayê hemû cinayetên kar ji bo wan sedema herî mezin a "Na"yê ye û wiha gotin: "Em ê di referandûmê de dengê 'Na'yê bikar bînin û xwedî li xwêdana eniya xwe derkevin." *Nuran Ozyilmaz, a 9 sal berê bazinên xwe firotin û pê Restoranta Kaz Eviyê ya xwarinên wê yên herî ji aliyê jinan ve tên çêkirin vekir, ji bo di aboriyê de jin derkevin pêş têdikoşe. EKOLOJÎ *Ji ber tesîsa dawerivandinê ya li ser Gola Wanê hat çêkirinê baş naxebite, qadeke 20 kîlometrekare veguherî gola heriyê. Rayedaran got, heke tevdîr neyên girtin dê di demeke kurt de Gola Wanê bi felaketekê re rû bi rû bimîne.