ROJEVA 13'Ê SIBATA 2017'AN 2017-02-13 09:00:02 ROJANE * Endamê Koma Dîalog Husnu Orûçoglu di derbarê referandûma ku di 16 Nîsanê de pêk bê de axivî û got "Ya emê demokrasiyê hilbijêrin an jî emê le ber bi sistemek antî-demokratîk ve herin, tu argumanek ji bo "Erê" yê AK Parti'yê tune ye. Ger ku 'Erê bi ser bikeve, hemû wekîl dê bibin memûrê qesrê." *Ji Zanîneha Mêrsînê Prof. Dr Atîlla Guney got ku ew ê ji bo akademî û fikrên azad dengê "Na" bi kar bîne, Prof. Dr. Mustafa Şener ê hat îxraçkirin jî dê bi slogana "Dê 'Na'yek biguherîne" tercîha xwe bike. *Dozger der barê zaroke 17 salî E.Î. de kaxiza vala ku polîsan di bin çavan de wekî delîl nîşan dabû, kir sedema sûc. Dozger cezayê muebetê û 42 sal cezayê girtîgehê xwest. * Li navçeya Golmarmarayê têkîldarî cînayeta kar a ku di 6'ê tîrmeha 2015'an de çêbû û 15 karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan tenê ajokarê kamyonê hat cezakirin û rayedar sûcdar nehatin dîtin di doza tazmînatê hav vekirin şîrekat sîgorteyê tazmînata tê xwestin zêde dît. *Li Dibistana Xwezayî ya Seferîhîsanê ku Komeleya Xwezayê li Gundê Orhanli ya Seferîhîsarê vekiriye tu cudahiya ziman, bawerî, zayendî û nijadî nayê kirin û her tişt wekî hev e. * Geveriyên ku ji bo referanduma 16 nîsanê pêk bê re dibêjin "Na" hincetê xwe wiha anîn ziman: "Gelo wê bi kîjan rûyî, çawa ji Gevera ku welatiyên wî di nav kolanan de hatin kuştin û bajar hat hilweşandin dengê 'erê' bixwazin." * Girtiyê nexweş ê bi navê Ergîn Aktaş ê ku Saziya Tiba Edlî 3 caran rapora "nikare li girtîgehê bimîne" da ligel vê yekê jî 10 meh in bi tena serê xwe li hucreyê tê girtin her diçe rewşa wî girantir dibe. Bavê Aktaş diyar kir milên Aktaş her diçe zirav dibe û li madê wî jî kul derketiye banga bihistiyariyê li raya giştî kir. * Akademisyenên beşa Şano ya Fakulteya Erdnîgarî Dîrok û Zilan (DTCF) Elif Çongur û Sureyya Karacabe ên bi biryara KHK'ê dawî hatin îxrackirin, diyar kirin ku ev KHK darbeya li dijî hunerê ye. Akademisyenan îxrac hîndekaran wekî komkujiyê bi nav kir. POLÎTÎKA *Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan diyar kir ku dê elewî di referandûma 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na" û wiha axivî: "Werin em li vî welatî şertên bihevre jiyanê ava bikin. Di qanûna bingehîn a ku hemû reng bên cem hev û çêkir de dê pirsgirêkên tu kesan nebe." * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, parlamenterên HDP'ê û rêveberên KCD'ê dê biçin serdana rêveberên partiyên kurd ên li Amedê. (12.00-15.30) JIN *Jinên endamên Halkevî ne piştî ku dîroka referandûma guhertina qanûnê bingehîn diyar bû dest bi kampanyaya "Na" ya ku dê bi tax bi tax, kolan bi kolan bigerin kirin. ABORÎ * Îktîra AK Partiyê Bajarê Wanê wekî "Navenda Cazibeyê" hilbijart. Di sala 2013'an de jî piştî erdhejê Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan hatibû Wanê û soza rezemenî û avakirina 30 fabrîqeyan dabû gelê Wanê. Li "Navenda Cazîbeyê" fabrîqe hatin girtin û 3 hezar û 520 esnafan îflas kir. ÇAND *Mizgefta Selîmiye ya ku Mîmar Sînan wekî "berhema min a hostatiyê" bi nav kiribû û di nava Lîsteya Mîrateyên Çandî yê Cihanê yê UNESCO'yê de cih digire bi dîmena xwe ya bi heybet a dîrokî diparêze. CIWAN * Xwendekarên jin ên Zanîngeha Trakya ku xebata kampanya "Na" dimeşînin, bi ser navê "Gelê Trakya ji Serokdewletiyê de dibêjin 'Ayır'" û belavoka "Fatûreya Serokdewletiyê" a îcreetên AK Partiyê yê 14 salan vedibejin amade kirin. Xwendekarên jin gotin "Xwendekarên Zanîngehê jî dibîn Na'" dest bi xebatan kirin.