ROJEVA 14'Ê SIBATA 2017'AN 2017-02-14 09:00:22 ROJANE *Belavkarê rojnameyê Emrah Bal ê hat binçavkirin, derpêş kir ku di dema kontrola tenduristiyê de ji aliyê polîsan ve hatiye kêrkirin û wiha diyar kir: "Min hîs kir, kêr di pişta min re çû. Destê min hatibûn vekirin. Dema min destê xwe da newqa xwe, tiliyên min di nav xwînê de man." *Dê bi Bendava Ilisûyê re heskîf di bin avê de biîme. Li gel vê Tirbeya Zeynel Beg jî di nav de, kirariyên veguhastina 7 berhemên dîrokî didomin. Aktivîstên Hewldana Jiyandinê ya Heskîfê, dest nîşan kirin ku dê veguhestina Tirbeya Zeymel Beg bi xwe re rîska rûxandinê jî bide der û gotin, divê 7 abîde li cihên xwe bimînin. *Parêzvanên jiyanê diyar kirin ku, di referandûmê de "Erê", li dijî xwezayê îxanet e û gotin, her kesê ku ji xwe, ji jiyanê û ji xwezayê hez dike divê di referandûmê de bibêje "Na". Plansazê bajaran ekolojîst Başar Toros wiha got: "Em ji bo xwezayê dibêjin 'Na'. Ji xwezayê re serok nabê." *Aytumer Çayirbasan ê li gel hemû çewisandinên malbat û hawirdora xwe jî, ji zarokatiya xwe heta niha dev ji xweyîkirina kevokan berneda û ji bo wî veguheriye azweriyekê, sirf ji ber vê nezewicye û nebûye xwedî karekî. Çayirbasan ê kevokên xwe nîşan da û got "Tenê serweta min ev in" wiha dibêje: "Heta her sibeh temaşeyî firîna wan nekim, ne tahmekî ji jiyanê distînim ûne jî wateyekê lê bar dikim." *Serdozgerê Komarê yê Amedê îdîanameya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag amade kir. Dozger banga HDP û DBP’ê ya ji bo meşa Sûrê wekî "Banga Rêxistinê" bi nav kir. KCD wekî hevparê PKK/KCK pênase kir û tevlêbûna civina KCD'ê wekî "Rêvebera Rêwistinê nîşan da. Dozger der barê Yuksekdag de bi giştî di navbera 30 sal û 83 salan de ceza xwest. *Fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Ararat Koçer ê têkildarî pêngava 3'yemîn a operasyona "Xezeba Firatê" axivî wiha got: "Em niha li ber Reqayê ne, em dikarin bibêjin ku azadî nêz e. Em ê di demeke herî nêz de vê mizgîniyê bidin gelê xwe." *Hat îdiakirin ku Meryem Temel, dema ji bo serdana hevjînê xwe Maşallah Temel çû Girtîgeha Tîpa T a Girtîgehê, li têketina girtîgehê pitika wê ya 9 mehî rastî îşkenceyê hatiye. *Perwerdekarên li Manîsayê, anîn ziman ku Serokomar Erdogan her kesê ne ji wî wek dijmin îlan dike û diyar kirin ku di referandûmê de ji bo ew bibêjin 'Na' wek sedem 33 hezar û 65 îxrac têr dikin. *Li Edeneyê, welatiyan diyar kir ku pêşnûmya Qada Bajêr a ji aliyê Şaredariya Seyhanê ve hatiye destpêkirin wan mexdûr dike û wiha gotin: "Şaredarî me deyndar dike." * Dayika Emîne Keje ku piştî qedexeya Şirnexê 7 mehan di kon de jiyane bi gotinên, "Me gelek zorî kişand lê di germa havînê û sarmaya zivistanê de jî em ji derdora bajêr dûr neketin. Axa me weke zêr e, ez tenê jî bimînim terka axa xwe nakim û naçin deverekî din" girêdan û berxwedêriya li hember axa xwe vedibêje. * Endamê Rêxistina Ciwanan a Partiya Yeşiller ve Solê Kemal Kurt, diyar kir eger ew li 14 salên desthilatdariya AKP’ê dinerin, bi taybet jî di demê OHAL’ê de herî zêde xweza hatiye tahrîbkirin û wiha got: “Bi ‘fona milk' re jî gelek qadên şîn ji bo îmarê vebûn, qanûna bingehîn nû jî li dijî xeta ekolojîk e. Lewma ji bo qanûnekî bingehîn a ekolojik û demokratik em ê bejin Na.” * Apê Berfîn Dîlek a ku wesayîta zirxê lê xistî û jiyana xwe ji dest da Siraç Dîlek, diyar kir ku ji ber wesayîtên zirxî di nava bajar de dewriye diavêjin zarok bi vî rengî tên kuştin û bi gotina "Çi karê van maşîneyên zirxî li nava bajar heye?" bertekên xwe anîn ziman * 22 kesên ku beşdarî kampanyaya piştevaniyê ya ji bo rojnameya Ozgur Gundemê ya "Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Nobedar" bûn û doz li wan hat vekirin dê li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê derkevin pêşberî dadgehê. (10.00-16.00) * Doza parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ya di dema qedexeyên li Sîlopiyê di serdegirtina malê de polîsan re nîqaş kiriye hate vekirin dê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Sulhê ya Sîlopiyê bê dîtin. (11.00) * Heyeta ji paralementerên Yekîtiya Ewropayê pêk tên dê li Amedê biçin serdana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD). (11.00) * Hevparên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Pertiya Herêman a Demokratîk (DBP), Egîtîm Sen, ESP, SYKP dê têkîldarî binçavkirinên rêveber, endam û xebatkarên xwe li avahiya HDK'ê ya Beyogluya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.30) * Komîsyona Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Amedê dê rapora xwe ya têkîldarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve bike. (12.30) POLÎTÎKA *Endamê MP'ê yê HDP'ê Sezai Temelli, krîza aborî ya li Tirkiyeyê û dewrkirina saziyên cemaweriyê ya li Heyînên Fonê nirxand û anî ziman ku, AK Partî ji bo refaha xwe jiyana gelên Tirkiyeyê xesp dike û dest nîşan kir ku, divê di referandûmê de bi "Na"yê ev bê rawestandin. * Partiyên ku di Meclîsê de komên wan hene dê civînên xwe yên koman li dar bixin. (11.30-13.30) JIN * Jin dê "14'ê Sibatê Roja Xoşewîstan" li Qada Beşîktaşê bi daxuyaniyê şermezar bikin. (19.00) ABORÎ *Li Bazara Kevnefiroşan a Rihayê dawiya hefteyê ji bo xizanan tê vekirin jî, van rojan kirîger nayên dîtin. Esnaf û kirîgerên bazarê wiha balê kişandin ser gerîneke xizaniyê ya ketinê: "Mixabin êdî em nikarin ji vir jî tiştekî bikirin." JÎNGEHA KEDÊ *Mamosteyê 18 salan Abdullah Korkmaz ê bi KHK'ê hat îxrackirin, bi alîkarî û piştevaniya hevalên xwe yên mamoste dikana ecînê vekir. Korkmaz ê niha debara xwe bi dikana ecînê dike ji bo hevpîşeyên xwe yên di heman rewşê de ne tewsiyeya "Hêviya xwe winda nekin" kir.