ROJEVA 15'Ê SIBATA 2017'AN 2017-02-15 09:00:24 ROJANE *Dengbêjên îdirî balê kişandin ser demildest kombûna Kongreya Netewî ya Kurd û wateya gava wê ya yekemîn dest nîşan kirin. Dengbêj Muhittin Akkuş wiha hişyar kir: "Em duh li Agirî, Zîlanê hatin qetilkirin îro jî li Gever, Cizîrê. Heta em nebin yek em ê her bên qetilkirin." *Pêşengên 35 eşîretên ereb ên di operasyona "Xezeba Firatê" ya ji bo azadkirina Reqayê hat destpêkirin de cih girtin anîn ziman ku, ew di merheleya avakirina Meclîsa Gel a Reqayê de ne û wiha gotin: "Reqa ya reqayiyan e. Êdî em ji vê feraseta çetewarî re dibêjin bes e." *Serokê Giştî yê ABF'ê Muhittin Yildiz, bi bîr xist ku Qanûna Bingehîn peymaneke civakî ye û wiha got: "Em komereke nû ya demokratîk dixwazin. Ji bo kombûna li dor vê xelekê em dibêjin 'Na'." *Serokomar Erdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, şaredariyên DBP'î bi kolandina xendekan tawanbar kirin û li ser vê qeyûm tayînî 75 şaredariyan kirin. Alîgirê hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Mehmet Salih Yildiz bi gotina "Ma li Mêrdînê xendek hebûn?" bertel nîşanî van tawanbariyan da û dest nîşan kir ku, ev îtham bi temamî derew in. Yildiz, tayînkirina qeyûman wek xespa mafan şîrove kir û anî ziman ku, mebest jê ew e ku hetanî referandûmê dest deynin ser hemû şaredariyan. *Hemû xebatkarên Zarokîstan Xalxalokê ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin dûrxistin. Li ser vê malbatan êdî zarokên xwe neşand kreşê û her wiha li kreşê bi temamî perwerdehiya bi zinanê tirkî tê dayîn. *Doza Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel a girtî û der barê wê de 23 sal cezay girtîgehê tê xwestin sibê dest pê dike. Her wiha doza 7 jê girtî 27 siyasetmedarên kurd ên endamên Meclîsa Partiyê yên DBP'ê jî di nav de di heman rojê de dest pê dike. *Di 2006'an de li Parka Koşuyolu ya Amedê ji aliyê Lîvaya Tolhilgirtinê ya Tirk ve teqîneke pêk hatibû û di vê teqînê de 7 jê zarok 10 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Doz piştî 11 salan biencam bû. Dadgehê "beramberiya êş û elemên kişandine" ji bo Mehmet Demir ê di teqînê de hevjîna xwe û 4 zarokên xwe winda kir birayara dayîna 80 hezar TL tazmînata manewî da. *Endamê Koma diyalogê û nivîskar Tarhan Erdem, kampanyaya hikûmeta AK Partiyê ji bo referandûmê dimeşîne bi bîr xist û wiha got: "Heke hûn bêjin 'erê' hûn welatperwer in, hûn li aliyê asta şaristaniya hevçerx in. Divê mirov pênaseya yên dibêjin 'Na' jî bike. Ma gotina 'Na' qedexe ye? Pêkhatina meseleyê ev e." * Şanoger û sînemageran jî piştgirî dan kampanyaya dê di referandûmê de “Na” bê gotin û wiha gotin: “Em ê ji bo jiyanek azad, huner û dikên azad bêjin 'Na(. Em li dijî wê feraseta ku dê nefesa civakê difetisîne ne.” * Welatiyê bi navê Mûsa Cablak ê 34 salî di jiyana 34 salan de 5 caran xaniyê wî hatiye hilweşadin û piştî di qedexeya Şirnex de careke din koçber bû li gundê Mila Şantiyê xaniyê xwe careke din ava kir. * Avahiya derbxaneya dîrokê ya li Manîsayê bûye navenda tiryak û fuhuşê. Niştecih û keyayê taxê dixwazin rayedar mudaxaleyî vî rewşê bikin. * Doza KCK'ê ya 154 kesên ku di nav de bijarte jî hene dê li 2'yemîn Dadgeha Cezeya Giran a Amedê bê dîtin. (10. 00) * Doza Oda TV a ku rojnameger Ahmet Şik jî tê darizandin dê li 18'emîn Dadgeha Cezeya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00) * Xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Marmarayê îxrackirinên akademîsyenan dê vê carê jî li Kampusa Nîşantaşi şermezar bikin, xwendekar dê mamosteyên xwe oxir birin. (12.00) POLÎTÎKA *Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, diyar kir ku 15'ê Sibatê êrîşa li dijî meşa azadî, demokrasî û aştiya herêmê ya Ocalan da destpêkirin e û got, AK Partî hemû Tirkiyeyê veguherandiye Îmraliyê. Onder, got xwerexneya herî mezin a ji bo Ocalan bê dayîn ew e ku Kongreya Netewî ya Kurd bê komkirin. *Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Atalan, diyar kir ku xebatên refarndûmê di bin çewisandinên dijwar de didomin, lê belê li gel vê jî ew xebatên "Na"yê bi rê ve dibin û wiha got: "Ji bo hilbijêrên AK Partiyê jî banga me heye, heke bi rastî jî ji bo her kesî demokrasiyê dixwazin, divê bibêjin 'Na'." JIN *Li Îzmîrê, Meclîsa Jinan a HDP'ê û jinên TJA'yî, gotin ew ê li dijî polîtîkayên dijminahiya jinê yên îktîdara Ak Partiyê derî bi derî "Na"yê birêxistin bikin. *Endama komîsyonê Duysal Karataş a der barê civîna jinan a ji bo amadekariya kongreya netewî axivî, got di pêvajoyeke wisa de yekîtiya netewî bivê nevê ye. Karataş, ragihand ku di rojeva wan de civîneke ku her 4 perçeyê di xwe de dihebîne heye. ÇAND * Hunermend Agît Işik ê bi biryara KHK'ê hat îxrackirin, karê xwe yê hunere berdewam dike. Işik, li gel hat îxrackirin dîsa dest bi albuma duyemîn kir.