ROJEVA 16'Ê SIBATA 2017'AN 2017-02-16 09:00:56 ROJANE *Malbatan diyar kir ku, têkildarî facîaya wargeha li Aladagê 78 roj e bi navê edaletê tu tişt jî tune ye û gotin, dixwazin ser bûyerê binixumînin. *Serokê EMEP'a Bajêr diyar kir ew ê di refrandûmê de bibêjin "Na" û wiha got: "Ji niha û pê ve 'Na'ya her kesî dê xwedî wateyekê be." Seroka TKP'a Bajêr Mujde Tozbay jî wiha got: "Ji bo jin li welat bêhnê bistînin mecbûr in bibêjin 'Na'." *Beriya dawiya meha Xizirê bi rojekê, Qawita Xizir ya salê carekê li her malê tê çêkirin, bi qenimên qemirî yên li destaran tên hêrandin tê çêkirin. Qawît bi mebesta piştevaniyê li malbatên xizan tên belavkirin. *Li Dihê bi îdiaya "Li dijî qeyemeqam amadekariya suîqestê", hevşaredarên ji peywirê hatin girtin jî di nav de 14 kes hatibûn girtin û diyar bû ku, di encama dek û dolabên bêeleqe de hatine girtin. *Fatûreya teqîna Beşîktaşê li Rihayê hat birîn. Li bajêr di 2 mehên dawî de 363 kes hatin binçavkirin, ji vana 157 jê jî hatin girtin. *Rêveberê HDP'a Datçayê Abdullah Çiçek ê bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" hat girtin, ji ber li ser civaka medyayî wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş parvekiriye, wêne wek delîla sûcî hat hesibandin. *Polisan bi maşîneya zirxî di 15'ê Sibatê de dolmîşa ku 10 rêwî têde hebûn û ji Lîcê dihat Amedê gulebar kir. Dolmîşa ku rêwî birindar bûn lêpirsîn lêlokîn nehat kirin. Heta niha berê jî bi behan welatî ji aliyê polis û lekeran ve hatin kuştin, lê lêpirsîn nehatin vekirin û dozên hatin vekirin jî bê encam man. *Der barê Parlementerê HDP'ê yê Qersê û Berdevkê Partiyê Ayhan Bilgen de, bi daxwaza ji 11 salan heta 25 sal û nîvan cezayê girtîgehê doz hat vekirin. *Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, mirovên li 3 jêrzemînan asê man û paşê hatin şewitandin û kuştin, wek "terorîst" îlan kir û her wiha der barê giliyên sûcî de jî biryara devjêberdana şopanê da. Dozger, ê jêrzemînan wek cihên bi "rîsk" dît û neket wan, têkildarî kesên hatin kuştin jî nirxandina li cem wan "çek hene" kir û got, mirina wan "li gor huqûqê" ye. *Prof. Dr. Thomas Jeffrey Miley ê di qada xebatên civaknasiya siyasetê de gelek xebatên girîng kirine, diyar kir ku dê pêşniyarên siyasî yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan aştî û îstikrarê li Rojhilata Navîn peyde bikin û anî ziman ku, ji bo ew bi Ocalan re hevdîtinê çêbike 2 caran hatiye Tirkiyeyê. Miley wiha got: "Pêşnûmaya Konfederalîzma Demokratîk, dê ji bo pirsgirêkên ku demeke dirêj e li Rojhilata Navîn hene bibe bersiv. Ji ber vê jî, pêdiviya mirovan bi bihîstina dengê Ocalan heye." * Şaxên TÎHV û ÎHD'ê yên Îzmirê di şertên OHAL'ê de hilbijartina referandumê rexne kir û diyar kirin ku di şertên OHAL'ê de referandûm ne adîl e û divê şert û mercên wekhev bên avakirin. *Dayîka Hanim Bayat di qedexeya Şirnex de hem hevserê wê jiyana xwe ji dest da û hem jî xaniyê wê saxlem hat hilweşadin. Li gel van serpêhatiyên zor careke din li gundê Mila Şantiyê jiyan raçand û xaniyekî nû ava kir. * Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya ku li şûna wî qeyûm hat tayînkirin, ji ber destûr daye peyzqaja ji bo gorê hatiye çêkirin, ji ber tevlî merasîma cenazeyekê li bajar hatiye pêkanîn ev 3 mehe girtiye. Derbarê Kaya de her roj doz vedibin û lez dane dosyayên li dadgeha bilindin. JÎNGEHA KEDÊ *Karkerên înşeatê, diyar kirin ku ji ber di guherandina Qanûna Bingehîn de têkildarî wan tu sererastkirinek tune ye ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Karkeran wiha got: "Em ê ji bo tu qanûneke bingehîn a me nasnake nebêjin 'Erê'" û da bibêjin "Na" bang li hemû karkerên înşeatê kirin. *Karkerên Kana Soma, diyar kirin ku 3 sal di ser cînayeta kar a Kana Soma re derbas bûn, lê di şert û mercên karê kanê de tiştek nehat guhertin. Karkeran anîn ziman ku ji ber şertên kar nehatine rastkirin qezayên nû di rê de ne.