ROJEVA 17'Ê SIBATA 2017'AN 2017-02-17 09:00:04 ROJANE *Hat îdiakirin ku, Tirkiyeya li Babê tengijiye, li Şam û Rihayê li ser hevdu civîn çêkirine û bi rejîmê re li hev kiriye. Li gor peymanê, dê Tirkiye ji Babê vekişe, rejîm lê bi cih bibe û dê ji bo Sûriyeya Bakur jî tabûrên hevpar bên çêkirin. *Li gor anketa SAMER'ê ya 5 roj berê li herêmê kir, rêje ji sedî 68.3 gelê herêmê di şert û mercên OHAL'ê de li dijî referandûmê ye. Di anketa li navenda 16 bajaran hat kirin de, rêje ji sedî 54.7 'Na' û rêje ji sedî 25.1 jî 'Erê' derket. Her wiha hilbijêrên HDP'ê jî ji sedî 89.7'ê dibêjin "Na". *Eşîreta Şîêetat a DAIŞ'ê 2 hezar ferdên wê qetilkir, bi navê El-Nuxbeyê di pêngava 3'yemîn a operasyona "Xezeba Firatê" de cih girt û tercîha xwe ya QSD'ê wiha daxuyandin: "Bi tercîhkirina QSD'ê a rast me xwest bê em kî ne û dixwazin çawa bijîn." *Qersiyan diyar kir ku ew ê ji bo jiyaneke wek xwişk û bira bibêjin "Na" û wiha gotin: "Em ji feraseta Adolf Hîtler re dibêjin 'Na'." *Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakiyê, daxuyandibû ku ew ê ji bo astengkirina îstismaran "perwerdehiyên mahremiyetê" bidin. Aktivîsta mafên zarokan Parêzer Gazal Koluman a li dijî vê daxuyaniyê bertek nîşan da, hişyar kir ku dê ev rewş bûyerên îstismarên zayendî zêde bikin. Koluman, li dijî daxuyaniya "mahremiyetê" ji Wezîr Kayayê pirsa, "pitikên rastî îstismarê bên dê çawa xwe biparêzin?" kir. *Endamê Lijneya Birêvebirina Tirkiyeyê ya Hewldana 78'an Nebi Evci, guherandina Qanûna Bingehîn a dê di 16'ê Nîsanê de berpêşî referandûmê bê kirin nirxand û wiha got: "Dê gava ewil a jiyaneke nû 'Na' be." *Girtenameyên dadgehê û rapora otopsiyê yên Aslihan Ertaş a li Elbaka Wanê di encama şideta sîstematîk a hevjînê xwe Mehmet Zeki Torun de hat kuştin derketin holê. Bersûc Torun, di îfadeya xwe de cinayet red kir, lê keça Torun Derya Torun di îfadeya xwe de her tişt vegotin. * Bi pêvajoya OHAL'ê re penaberên ku daxwaza penaberiyê dikin rasterast tên dersînorkirin. Ji endamên Komîsyona Mafên Penaberan Parêzer Sefer Kurt diyar kir ku bi penaberên ku tirkî nîzanin belgeyên "Ez dixwazim vegerim welatê xwe" tê îmzekirin û wiha axivî: "Îhtîmala darvekirina kesên ku tên dersînorkirin heye." *Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Faysal Sariyildiz biryara Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ya der barê kesên hatin şewitandin û kuştin nirxand û got: "Ev biryar ji bo ku dozger xwe têxe çavên kesên ku biryara vê qetlîamê dane. Bê guman ev biryarek siyasî ye û tu eleqeya wê bi hiqûqê tune ye." * 21’ê Sibatê Roja Zimanên Cîhanê ku ji aliyê UNESCO’yê ve hatiyê qebûl kirin, îsal li Tirkiye di nava qedexe û astengiyan de tê pêşwazîkirin. Mamoste û xwendekarên kurdî diyar kir ku pêwîste UNESCO, li gorî rêgez û pîvanan li rûmeta zimanê kurdî xwedî derkeve û helwesta xwe nîşanî Tirkiye bide. * Heyeta ji parlementerên Parlementoya Ewropayê, akademîsyen û rojnamgeran pêk tê, dê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Edîrneyê ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş lê tê ragirtin daxuyaniyeke çapemeniyê bide. (11.00) * Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdalê dê têkildarî pêvajoya referandûmê li navenda giştî ya komeleyê civîneke çapemeniyê çêbike. (12.00) * Doza JÎTEM'ê ya Qoserê dê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Enqereyê bê dîtin. (09.30) * Heyeta ku ji 13 kesên di nav de Parlamenterên ji Parlamentoya Ewropayê, akademîsyen û rojnameger hene pêk tê dê têkîldarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ve hevdîtinê pêk bînin. (17.00) POLÎTÎKA * Endama Meclîsa Partiyê ya CHP'ê Gulseren Onaç diyar kir ku di pêvajoya ku Hevserokên Giştî yê HDP'ê bi girtî tên darizandin de referandûm rewa nabe. Onanç anî ziman ku gotinên AK Partiyê yê "Ger 'Erê' derkeve dê şer bi dawî bibe" jî rastiyê nîşan nadin û pirsa "Heke nûnerên gelê kurd nebin dê aştî bi kê re pêk bê" kir. ANALÎZ *Di navbera Moskowa, Enqere û Washîngtonê de trafîka Sûriyeyê gur bû. Lê ev gurbûna çûnhatina têkildarî demokrasiyê, li qadê rasteqîniya avakariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî naguherîne. Li gor hin çavdêran, gelek kes bi sedemên cuda dixwazin li dijî DAIŞ'ê şer bikin, lê ji bilî QSD'ê tu şensekî wan tune ye. ABORÎ *Li Manîsa ya ku 227 hezar malbat bi cotkariyê debara xwe dikin, ji ber polîtîkayên çandiniyê, krîza aborî û pêşnûmayên pîşesaziyê çandiniya herêmê di bin xetereyek cidî de ye. Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê İbrahim Demran, diyar kir ku ji ber zêdebûna dowîzê îsal cotkar bi awayekî cidî mexdûr bûne û got, bi şîrketbûyîna çandiniyê re gundên çandiniyê dikin vala bûne. ÇAND Û HUNER *Li Rihayê penaberê sûriyeyî Peykertraş Akram Saffan ê portre û peykeran çêdike wiha got: "Xwedê da em tiştên bedew biafirînin me bedew afirand, lê me xwîn pijiqand her derî. Wek mirovên pêrgî şer tên, em hemû şîzofren in." EKOLOJÎ *Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), di warê qirêjiya hewayê de Êlih, li Ewropayê di rêza 2'yemîn, li Tirkiyeyê jî di rêza 1'emîn de ye. Serokê Komeleya Dildarên Hawirdorê ya Êlihê Recep Kavuş, got sedema herî mezin a qirêjiyê, berbelaviya gazên petrolê ye.