Lijneya Aboriyê di bin serokatiya serokomar de kom dibe

ENQERE - Civîna Koordînasyona Lijneya Aboriyê ku dê duh di bin serokatiya serowezîr Bînalî Yildirim bihat ceh ve lê hat taloqkirin îro di bin serokatiya Serokomar Tayîp Erdogan de dicive.

Bilindbûna dolarê û têkçûna aboriyê hişt ku hikûmet bikeve nav lêgerînan. Civîna Koordînasyona Lijneya Aboriyê ku dê duh di bin serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim hatiba pêkanîn di deqeya dawî de hat betalkirin û lijne îro dê di bin serokatiya Serokomar Tayîp Erdogan de saet di 19.30’an de carekdin bicive.

‘DÊ REFORM BÊN AMADEKIRIN’

Piştî dolar derket ser 3,30 Koordînasyona Lijneya Aboriyê di 18’ê Mijdarê de bi lezgînî hatibûn cem hev û piştî hevdîtina 4 saetan daxuyaniya “pêşketinên aborî bi awayekî berfireh hatin destgirtin. Dê reformên ku aboriya me xurt dikin bên bilez kirin. Gavên ji bo piştgiriya sektora reel didimon. Dê bankaya Navnedî ji bo îstîkrarbûna buhayan desbîran bigire. Tevgera li bazaran ji ber kureselê ye” dabû.

‘EM 7/24 DIŞOPÎNIN’

Lutkeye ku dihat payîn roja sêşemê di saetên nîvro de bicive ji ber programa Bînalî Yildirim a li Stenbolê hatibû betalkirin. Yildirim ku duh civîna çapemeniyê li darxist da zanîn ku ew aboriyê 7/24 dişopînin, dê serûbinbûn demek din bidome û wiha got: “Bi hilbijartinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re ji ber ne namzet birêz hatibû diyarkirin, Trump hilbijartin qezenc kir serûbinbûn derketiye holê. Dolar li gorî pareyê hemû cîhanê nirx qezenc kiriye. Ya ji dest tê dawete hemû mesele eve. Em aboriya Tirkiyeyê wekî xebata dil ji nêz ve dişopînin. Ev dê demek din jî berdewam bike.”