KOCAELÎ - "Mastê gamêşan" ê navdar ê li navçeya Kandira ya Kocaeliyê, tahma xwe ji şîrê birûn yê gamêşan distîne. Ji ber êdî hilberîner ji vî mastî tiştekî qezenc nakin, niha li ber qedandinêye.
Kesên riya wan bi Kocaeliyê dikeve, heta mastê gamêşan ê Kandirayê nekirin naçin û gundiyên Kandirayê debara xwe bi vî mastî dikin. Ji ber rewşa aborî ya Tirkiyeyê, ku buhayên mazot û êman her tim zêde dibe êdî hilberîner nikarin wek berê mast çêbikin. Gundiyan, diyar kir ku ji ber zêdebûna buhayan ew tu tiştî qezenc nakin û gotin, êdî karê çêkirina mast li ber qedandinê ye.
Mustafa Damar ê li gundê Akkavakê dijî û gamêşan xwedî dike, diyar kir ku navdariya mastê Kandirayê ew e ku ji ber bi awayekî xwezayî tê çêkirin û wiha got: "Mastê me yê Kandirayê navdar e. Ji xweyîkirina gamêşan heta şîrê wan em tu tiştekî tevlî nakin, her tişt organîk e û tahma wê jî ji ber vê ye."
Damar, got di demên dawî de ji ber buhayên mazot û êman her diçe zêde dibin, êdî ew nikarin di ber derkevin. Damar, anî ziman ku li gel gamêşan ew çêlekan jî xwedî dikin û wiha axivî: "Kîloya şîrê çêlekan bi miliyonekê ye. Îro îskana çayekê herî kêm bi du lîreyan e. Buhayê mazotê diyar e. Em xesarê dikin." Damar wiha domand: "Mastê gamêşan hinekî îdare dike, lê yê çêlekan tu pereyî nake. Kooperatîf bi erzanî şîr dikire, lê buha difiroşe. Yanî ne hilberîner ne jî yê xerîdar tu qezencekê bi dest naxe. Em salê du caran rûnê nivîşk çêdikin, lê belê tu qezenceke wê tune ye. Kooperatîf heye, lê belê ji bilî xwe piştevaniya tiştekî nake. Tê şîr bi erzanî dikire û diçe."
'DIVÊ BUHAYÊ ÊMAN KÊM BIBE'
Esma Aykaç jî diyar kir ku tenê ew debara xwe bi heywanan û mahsulên çandiniyê dikin û got, ew çi qas rastî zehmetiyan bên jî, lê mecbûr in ji bo debara xwe heywanan xwedî bikin. Aytaş, dest nîşan kir ku zêdebûna buhayên êman bandoreke zêde li wan dike. Aytaç ji rayedaran xwest ya buhayên êman kêm bikin an jî buhayê şîr zêde bikin û wiha axivî: "Dibînim nabînim heywanan xwedî dikim, lê îsal rewş zaf xerab e... Şîr bi erzanî tê firotin, em tiştekî jî qezenc nakin. Gubre zaf buha ye, heywan bi erzanî tên firotin, lê ji bilî vê her tişt buha ye."
'MAST ROJANE TÊ ÇÊKIRIN'
Ji gundiyan Nevriye Çakir jî behsa çêkirina mast kir û got, mastê ew çêdikin rojane ye. Çakir, ragihand ku ew bi malbatî gamêşan xwedî dikin û wiha axivî: "Hevjînê min û karkerên me bi heywanan re eleqedar dibin, şîr didoşin. Ez jî her roj dimeyînim. Paşê kurê min û hevjînê min mast dibin Kandira û Îzmîtê difiroşin. Bi vî awayî em debara mala xwe dikin."