NAVENDA NÛÇEYAN - Firmaya AVL a Avusturyayî piştî bi şîrketa Tumosanê re firotina motorên ji bo “Tanga Altay" ên Tirkiye rawestan û tang bê motor man.
Şîrketa Tumosan AŞ., bi Musteşariya Sanaya Parastinê ya Tirkiye re peymana projeya Tankên Altay îmze kir. Ji ber fîrmaya motoran a AVL a Avustrya firotin rawestand peyman hat belalkirin û Tankên Altay wekî govdeya bê motor man. Piştî nekarîbû motoran bikire Şîrketê para xwe ji sedî 9,3 kêm kir û firot.
FÎRMAYA AVL PEYMAN BETAL KIR
Roja înê KAP'ê daxuyanî da diyar kir ku Şîrketa Tumosan a motorên ji bo Tangên Altay, peymana bi Musteşariya Sanayiya Parastinê re herî dawî roja înê bi dawî kiriye. Şirîkê Şirketê Firmaya AVL ya Avusturyayî helwesta Tirkiye ya dijdemokratîk û şerê li dijî kurdan nîşan dan û peyman betal kir. Piştî Şîrketa Avusturya peymana motoran betal kir, Tumosan diyar kir ku peymana bi Musteşariya Sanaya Paratinê re îmze kiriye du alî fesih kiriye.
Şîrketa AVL diyar kir ku hikûmeta Avusturya ji ber Tirkiye şertên ku nayên qebûlkirin ên lisansê îhlal kiriye îptal kiriye.