MUGLA - Rewşa bazara Sali ya Mîlasê ji ber kêmbûna turîstan û krîza aborî xiraptir dibe. Esnafên bazarê diyar kirin ku ew nikarin tiştekî bikirin, nikarin tiştekî bi buhayê kirêger bifiroşin û gotin: “Ji bo krîza aborî bi dawî bibe em ê ji kirêgerên tên ser dezgahan re 'Na' vebêjin.”
Esnafa Bazara Sali ya ku li navçeya Mîlasa Muglayê ya ku paşeroja wê digihije 1800 salî ji ber polîtîkayên hundir û derve nikarin tiştên xwe bifiroşin. Di bazara ku li ser 10 hezar metrekare û bi hevkariya hezar û 600 esnaf û gundiyan de demekê ji ber eleqeya turîstan a zêde buhayê tiştan bi îngîlîzî hatibû nivîsandin lê niha dîsan vegeriyan tirkî.
Murat Dogan ku ev 15 sale li bazarê esnaftiyê dike diyar kir ku ji ber polîtîkayên îktîdarê krîz kûrtir dibe û wiha got: “Di pêvajoya aştiyê de ji ber eleqeya zêde em di saetên sibê yên zû de dihatin û me bazar vedikir. Lê niha em direng tên û naxwazin dezgahên xwe jî vekin. Ji ber şer êdî turîst nayên Mîlasê. Bilindbûna dovîzê jî ji bo krîzek dine. Tiştên ku beriya niha me bi 3 dolaran distend, niha bi 7-8 dolarî didin. Em ne dikarin tiştekî bikirin ne jî dikarin bifiroşin. Ji ber krîza aborî kesek ji mala xwe dernakeve. Berê me mesrefa 7 mehên bazarê derdixist lê em niha nikarin debara xwe jî bikin. Ji ber bûyerên şîdet û krîza aborî emê di referandumê de bêjin Na.”
‘EM LI BER ÎFLASÊ NE’
Esnafa bi navê Şerîfe Çelîk ku ev 20 sale li bazarê cil û bergê zilaman difiroşe da zanîn ku ew li ber îflasê ne û wiha pêde çû: “Yekane sedema krîza aborî şere. Di salên bihûrî de kare me baş bû. Li Tirkiyeyê pere hebû û dizivirî. Ji ber polîtîkayên Erdogan Tirkiye ber bi avzêlê ve diçe. Ez bi xemgînî dibêjim lê êdî turîst tune ne û ditirsin. Li Tirkiyeyê şer heye dê çima bên. Turîst ji bo jiyanê tên ne ji bo mirinê. Berê me li bazarê nêzî 7 hezar TL qezenc dikir lê niha 200-300 qezenc dikin. Em êdî nikarin pere bidin tomerîfiroş. Ji ber em pere nadin em nikarin tiştan ji dezgahên xwe re bînin. Ger bi kurdan re li ser masê rûnên dikarin krîza aborî çareser bikin. Ger wiha nekin li Tirkiyeyê aborî çarser nabe. Krîza aborî ya heyî têrê dike ku em di referandumê de bêjin Na. Em ê ji hemû kesên tên ser dezgahên me re krîza heyî nîşan bidin û ji wan re vebêjin ku dê çima bêjin Na. Ez bawer dikim ku pêngava ji krîzê rizgarbûnê gotina Na ye.”
Esnafê bi navê Can Karakama jî anî ziman ku ji ber krîza aborî gelek dezgah bêkar mane û wiha axivî: “Ger krîza aborî kûrtir bibe em ê jî bêkar bimînin. Ji ber xeyala serokatiyê gel xistine çi rewşê. Ev me xemgîn dike, di pêvajoya aştiyê de kar ne wiha bû. Li ser her dezgahê hewayê cejnê hebû. Niha bi krîza aborî dixwazin me muhtaçî xwe bikin lê xwe dixapînin. Em ji kesên tên ser dezgahê re bi heneka ‘Werin karsaz serê xwe xwariye, em ê bêpere tiştan bifiroşin’ krîza aborî vedibêjin. Malbatek ku lêdinêrim heye. Karsaz ji ber kar tune ye pereye me direng didin me. Ev dibe sedem k udi malbatan de bêhizûrî çêbibe. Divê dawî li vê rewşê bê anîn.”