NAVENDA NÛÇEYAN - Pisporê iktîsatê Mahfi Egilmez, li ser paşveçûna aboriya Tirkiye lêkolîn kir û diyar kir ku roj biroj betalî zêde bûye, ne wekhevî û xizanî zêdebûye û lêçûna serê xest qat bi qat zêde bûye.
Aboriya Tirkiye û krîza aborî roj bi roj mezintir dibe. Muşawîrê Malî û pisporê îktîsadê Mahfi Egilmez li ser krîza borî ya Tirkiye lêkolin kir û daneyên balkêş bi dest xist. Egîlmez, li ser daneyên TUÎK, Xezînê, Banka Navendî, Wezareta Maliyê, Saziya BDDK'ê û daneyên OVP lêkolîn kir û anî ziman ku dane nîşan didin ku rewşa Tirkiye hişyariyê dide. Egilmez, ani ziman ku hatina neteweyî kêm bû û lêçûn zêde bû. Egîlmez cudahiya navbera 4 salan dani ber hev û destnîşan kir ku li gorî daneyan di sala 2014'an de hatina kes 12.112 dolar bû, lê di sala 2017'an de hatina kes 9.600 dolar e.
NE WEKHEVÎ ZÊDE BÛ
Egîlmez, destnîşan kir ku newekheviya di navbera hatina welatiyan de her ku diçe zêde dibe.
ENFLASYON ZÊDE BÛ
Li gorî daneya 2014'an Endeksa hilberîner a Tirkiye 6.36 bû, di sala 2017'an de ev rêje derket 13.69’an. Endeksa Buhayê serfxur(Berxur) disala 2014'an de 8.17 bû di sala 2017'an de gihişt 9.22’an.
BETALÎ ZÊDE BÛ
Li Tirkiye betalî zêde bû û di sala 2014'an de rêje ji sedî 9.9 bû. niha ev rêje gihişt 12.1’an.
DEYN ZÊDE BÛ
Li gorî daneyan di sala 2014'an de Faîza Tahvil ji sedî 8.02 bû niha gihişt 11.19’an. Deynê hikûmtê yê navxweşî di sala 2014'an de 414.6 milyar TL bû di sala 2017'an de derket 473.5 milyar TL yî. Deynê hikûmeta Navendi yê derve jî 85.1 milyar dolar e.