AMED - Li Amedê li gel yeko yeko esnafên biçûk derabeyên xwe datînin, veberhênan jî herêmê diterikînin. Derdorên odeyên kar û esnafan diyar kirin ku, di vê sala dawî de li bajêr zêdeyî 2 hezar esnafî derabeyên xwe danîne û anîn ziman ku, tu beramberiyeke pakêtên teşwîqî yên hikûmetê jî tune ye.
Ji ber krîza aborî ya li Tirkiyeyê û domandina operasyon û qedexeyênd erketina derve ya li herêmê, esnaf û veberhênanên li herêmê bi buhraneke aborî re rû bi rû mane. Di vê pêvajoya dawî de, esnaf yeko yeko derabeyên xwe datînin û ehr wiha kardêr jî ji ber ditirsin li herêmê veberhênaniyê bikin, kargehên xwe yî li herêmê digirin. Li gel vê pakêtên teşwîqê yên hikûmet dem bi dem ji bo herêmê didaxuyîne jî vala dertên û ji ber vê krîzeke aborî xwe daye der. Serokwezîr Bînalî Yildirim herî dawî di meha îlonê de li Amedê di axaftina xwe yî di bin sernavê Pêngava Başurê Rojhilat û Rojhilatê de hin waat kiribûn, lê yekê ji wan jî bi cih neaniye.
ZÊDEYÎ 2 HEZAR ESNAFÎ DERABE DANÎN
Li Amedê di vê sala dawî de bi awayekî fermî zêdeyî hezar û 200 esnafî derabe danîn. Li gor hejmarên xeyrî fermî jî, ev hejmar li derdora 2 hezarî ye. Bi taybetî jî esnafên Sûra ku dewlet ew zêde texrîb kir, he rçiqas dewlet ji bo wan weada 50 milyarê bê faîz kir jî, bi tu awayî esnaf ji vê weadê sûde wernegirtin. Esnafên mayî jî, ji ber di dema şer û qedexya derketina derve de derbeyên wan girtî bû jî, ji ber nikarin krediyên ku kişandine bidin sicîla wan bi sabiqe bûye û ji ber vê ji krediyê fêdê wernagirin.
Serokên Odeya Bazirganî û Saniyêya ya Amedê (DTSO) û ya Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinhetkaran (DESOB) rewşa aborî ya li bajêr û herêmê nirxandin.
‘PAKÊTÊN TEŞWÎQÊ NAGIHÊJIN HEDEFA XWE’
Serokê Lijneya Rêveberiya DTSO’yê Ahmet Sayar got, li herêmê potansiyeleke cidî ya veberhênaniyê heye, lê belê sedema ku ev potansiyel dernakeve holê ew e ku, şert û emrcên guncav ên veberhênaniyê tune ne. Sayar wiha axivî: “Ji bo li cihekî faaliyet û mercên aborî hebin, divê li wir rewşeke pêşbiniyî hebe. Divê îstikrara, aram, û aşitî hebe. Mixabin, li vir rewşeke bi vî rengî tune ye. A rast me di pêvajoya çareseriyê de dît, bê ku çawa ev potansiyel derket holê. Di wê pêvajoyê de li ser aboriyê dihat axaftin, mirov digikirîn ku em ê çawa veberhênaniyê bikin û jiyana civakî bi pêş diket. Di warê pozîtîf de, veberhênanî pêk hatin. Pevçûn û operasyonên di vê sala dawî de pêk hatin, aboriyê dubare bi paş ve xist. Dem bi dem hin teşwîq tên daxuyandin, lê belê dema em li paydariya ku veberhênan werdigirin dinihêrin, em dibînin ku ew veberhênaniya hatiye hedefkirin tune ye. Heta hûn nêvenga veberhênaniyê baş nekin, nêvenga aşitiyê baş nekin, wê pakêtên teşwîqê negihêjin hedefa xwe.”
‘DI NAV SAZIYÊN FÎNANSÎ DE WEK RÎSK TÊ DÎTIN’
Sayar da zanîn ku, ji ber pêvajoyê kapasîteya hilberînê ketiye û veberhênanên nû li gel daxuayndina teşwîqên nû jî, niha neyta wan û veberhênaniyê tune ye û ragihand ku, piraniya fîrmayan bi çek, sened, krediyê li budçeyê digerin. Sayar diyar kir ku, herêm ji ber pêvajoyê di nav saziyên fînansî de wek “herêma rîskê” tê dîtin û ev jî dibe sedama ketina hilberînê û danîna derabeyan. Sayar wiha domand: Niha ji dêvla hejmara kargehên li Amedê zêde bibûnan, bereksê wê pêk tê. Niha rewşa aborî ay welat û tim zêdebûna dolarî, bi taybetî veberhênanên ku bi qûra dovîzî deyn kirine, zêde dixisirin.”
‘DI PAKÊTÊN TEŞWÎQÊ DE PIŞTEVANIYA JI BO ESNAFAN TUNE YE’
Serokê DESOB’ê Alîcan Ebedînoglû jî diyar kir ku, muteşebîs hene û got, di pêvajoya salekê de heta ku ji bo herêmê efûya sicîlî neyê derxistin, wê tu esnaf nikaribe ji teşwîq û piştevaniyan sûdê werbigire. Ebedînoglû, diyar kir ku, di sal û nîveke dawî de esnafên herêmê tenê piştevaniyek wergirtine ew jî bi ûsûla basît wergirtin û got, ev ji bo esnafên Sûr û Farqînê bûye û tenê piştevaniya 3 hezar lîre ya hîbeyî hatiey kirin. Ebedînoglû wiha axivî: “Ji ber pevçûnên li herêmê, em ji hikûmetê re dibêjin wê li herêmê veberhênanî nebe. Ji bo pêşvexistina herêmê gelek pakêtên teşwîqê hatin daxuyandin, lê yek ji van pakêtan jî piştevaniya aboriya herêmê nekir. Çimkî li herêmeke ku şer û pevçûn lê hebe, nepêkan e ku veberhênan werin wê herêmê. Em beriya pakêtên teşwîqê derkevin hikûmetê hişyar dikin. Di van şert û emrcan de hûn ê niakribin veberhênanên nû bînin herêmê, lê belê bi tenê bi piştevaniya kargehên heyî, bes hûnd iakrin îstîhdamê pêk bînin. Yanî ya em dibînin ew e ku, mixabin di pakêtên teşwîqê de piştevaniya ji bo esnafan tune ye.”
Dîren Yurtsever / Rûken Demîr - dîhaber