ENQERE - Dîrektorê bi Paye yê Saziya Pîlekirina Krediyan S&P Frank Gill, diyar kir ku Banka Navendî ya Tirkiye, di bin zextên siyasî de ye û ji ber vê yekê "Banka Navendî ya Komara Tirkiye" piştî astekê û şûnde neçar dimîne faîzê zêde bike.
Dîrektorê bi Paye yê Saziya Pîlekirina Krediyan S&P Frank Gill, li Dubaiyê têkildari rewşa aboriya Tirkiye nirxandin kir. Bîll, diyar kir ku Banka Navendî ya Tirkiye, di bin zextên siyasî de ye û ji ber vê yekê "Banka Navendî ya Komara Tirkiye" piştî astekê û şûnde neçar dimîne faîzê zêde bike. Gill, anî ziman ku Banka Navendî ya Komara Tirkiye di bin zextên zêde yên siyasî de ye û wiha got: "Rezerveyên dowîzê yên zelal ên Banka Navendî pir kêm in. Şîrket li hemberî polîsyona vekirî ya dowîzê û sektorên taybet dema rastî şoka bîlanco bên dê zerarê bidin razemeniyê."
Gill, destnîşan kir ku sektorên dowîzê yên nava Tirkiye êdî nikarin dolar bifiroşin û wiha got: "Ji ber ku têkildarî îstîkrara siyasî û finansî pir xem û fikar hene. Îhtimala ku Banka Navendî fazîkê bike pir zêde ye. Lê ev piyasa ji aliyê rayedarên cemaweriyê ve ji nêzîk ve tên şopandin.
Gill herî dawî da zanîn ku rewşa pozisyona dowizan gelek bilind e.