Di bin şerê Nazî de şirîkatiya tankan derket

NAVENDA NÛÇEYAN - Di demên dawî de dîplomasiya tirk û almanan a ku li ser "şibandina naziyan" tê kirin di sanayiya parastinê berovajî vê yekê dimeşe. Karsazê bi navê Ethem Sancak ê ku bi nêzîkbûna xwe a hikûmetê tê nasîn hilberîra motorên tankên bi navê "altay" a tu şîrketa AVL a Awusturyayê betal kir amadekariyê dike ku bi şîrketa alman a bi navê Rheinmetall ve hilberîne.

Krîza dîplomasiyê ya di nav bera Berlîn û Enqereyê ya li ser "Nazî" tê kirin di sektora parastin û çekan de berovajî vê yekê ye. Karsazê bi navê Ethem Sancak ê bi nêzîkbûna xwe ya Serokomar Tayyîp Erdogan û Hikûmeta AK Partiyê tê nasîn şîrketa wî ya BMC û TURGEV a ku kurê Serokomar Tayyîp Erdogan, Bîlal Erdogan endamê lijneya rêveber e a bexşêrê wî ye şîrketa Malezyayê ya bi navê Etîka Strategi Holding, hilberîna motora tankên "altay" a ku şîrekata AVL a ya Awusturyayê betal kir amadekariyê dike ku bi şîrketa alman a bi navê Rheinmetallê ve hilberîne.

DIXWAZE KARGEHA TANKAN VEKE

Ji kovara Stern a ku li Almanyayê weşanê dike di nûçeya Hans-Martin Tillack de şirîkatiya bazirganiyê ya di navbera şîrketên BMC û Rheinmetallê tê destgirtin. Di nûçeyê de tê gotin ku hilberînerê çekan Rheinmetall ji bo sparîşan bi cih bîne dixwaze li Tirkiyeyê kargehê veke. Şîrket ligel rexneyên ku ji siyasetmedaran tê jî bi Ethem Sancak re armanc dike ku li Tirkiyeyê hilberîna tankan bike.

TÊ XWESTIN BI BMC'Ê VE BEŞDAR BIBE

Berdevkê Rheinmetallê di daxuyaniya xwe de got ku ji bo tankan Altayê vê îhaleyên ku li Tirkiyeyê vebike de dixwazin bi şîrketa tirkan a BMC'ê ve beşdar bibin.

Rojnameya Die Welt a ku Denîz Yucel ê hate girtin jî di nûçeya ku par çêkiribû de gotibû ku Rheinmetall li Tirkiyeyê dixwaze wesayîtê zirxî yên bi palet hilberînin. Kovara Stern jî di hejmara xwe ya nû de got ku di planên wan ên Li Tirkiyeyê hilberînê bikin gelek pêş ketine. Rheinmetall li bendê ye ku Tirkiye ji bo îhaleya "projeya tanka neteweyî" ya bi navê "altay" wan dawet bike.

Hate hînbûn ku ji bo vê yekê BMC li gundê Îhsaniye ya navçeya Karasu ya Sakaryayê li ser qadekî 222 hektarî tesîsa hilberînê înşa kiriye.