Esnafên Kocaeliyê: Êdî em nikarin hesabê hefteyekê jî bikin

KOCAELÎ - Esnafên Kocaeliyê, anîn ziman ku li gor sala çûyîn karê wan nêzî ji sedî 50'î ketiye. Ji esnafan Kerim Başturk wiha got: "Dev ji hesbakirina wadeyeke dirêj berdin, em nikarin hefteyeke pêş xwe bibînin."

Li Kocaeliyê, esnafên navenda danûstendinê ya Belsayê, diyar kirin ku ji ber pêldariya kûra dowîzî û nediyariya rewşa aboriyê bi zor û heft bela li ser piya disekinin.

'ESNAF QEDIYA ÇÛ'

Ji van esnafan Deniz Denktaş ê amûrên elektronîk difiroşe wiha got: "Karê me ne diyar e. Her wiha zêdebûna dolar zaf bandorê li karê me kir. Ev çend meh e rewş ev e. Rewşa niha ji ber pêldariya dolar e. Çimkî, em hemû karê xwe bi dolar dikin. Dema dolar zêde bibe, tu bikî nekî karê me dikeve."

Denktaş, ragihand ku bi taybetî jî ev çend hefteyên dawî rewşa karê wan zaf nebaş bûye û got, buha ji bo welatiyan jî zêde tê. Denktaş anî ziman ku ji bo pêşerojê tu hêviya wan nemaye û wiha axivî: "Temiya me başbûna kar e, lê heke wisa biçe nebawerim ku baş bibe. Çimkî piyase zaf xerab bûye. Esnaf qediya çû. Niha gelek esnaf hew maye dikanê xwe bigirin. Em hewl didin li ser piya bisekinin."

'DÊ MEHA ADARÊ BIBE MEHA DERDAN'

Xwediyê dikana kincan Huseyin Beyaztaş jî anî ziman ku ji ber pêldariya kûra dowîzî her diçe hecma kar biçûk dibe û wiha got: "Karê me bi pêldariya dolar û euro re zaf ket. Karê me zaf xerab e. Berê me qazaxek bi 20-25 lireyî dikirî, lê piştî zêdebûna dolar nêzî 5 lîre li serê perçeyî zêde bû. Zêdebûna maliyetê, bandoran li buhayan jî dike. Ev jî rasterast bi awayekî neyînî bandorê li kar dike."

Beyaztaş anî ziman ku bi taybetî meha Sibatê zaf xerab derbas bûye û wiha got: "Li pêş me meha Adarê ye, ev jî bi tena serê xwe meha derda ye. Dê piştî wê referandûm bê. Ji ber vê dê mirov pereyan xerc nekin, yanî bêlayan bin." Beyaztaş, diyar kir ku ew ê piştî refrandûmê li gor rewşê plana xwe bikin û ji bo li ser lingan bimînin, ew ê mal nekirin da deyndar nebin

'HER SAL XWEZÎ BI PAR'

Xwediyê mexazeya amûrên elektronîk Enes Selman jî anî ziman ku, ew bi zor û heft bela karê xwe bi rê ve dibin û got, ew fatûreyên xwe, heqê xebatkaran her tim hefteyekê bi derengî dixin. Selman diyar kir ku, ew bi zor li ser lingan disekin û got, bi taybetî piştî hewldana derbeyê karê wan tam ketiye. Selaman wiha got: "Em her sal dibêjin xwezî bi par. Hêvîdarim sala bê ne wisa be."

'EM HEFTEYEKE PÊŞ XWE JÎ NABÎNIN'

Kerim Şenturk ê eşyayên spî difiroşe wiha got: "Firotinên me zêde bûn. Lê sedema wê jî daxistina Baca Xerîdariyê ya Taybet (OTV) e. Ji ber zêdebûna kûra dowîzî, maliyeta eşyayên spî jî zêde bû û ev bandorê li buhayan jî kir. Dev ji hesbakirina wadeyeke dirêj berdin, em nikarin hefteyeke pêş xwe bibînin."

Terzî Fikret kurtul jî diyar kir ku, li piyaseyan tu tevgerîneke tune ye û wiha got: "Ji ber tu tevgerînek tune ye, karê me jî rawestiyaye. Divê mirov ji mexaseyên li ser me danûstendinê bikin, ku em jî karê tadîlatê bikin. Lê hejmara kesên danûstendinê bikin zaf kêm bûye."