DÎLOK- Li bajarê penaber û koçberan Dîlokê qrîza aborî zêde ye. Kiraya xaniyan 3 qat zêde bû û welatî betal in. Esnafên Dîlokê xwest hikûmet berê dest dirêjî penaberê welatê xwe bike. Esnafên Emlakê diyar kirin ku 3 sal berê kira xaniyekî bi 200 tl bû niha bi 600 tl ye.
Bajarê Dîlokê ku wekî bajarê “model” ê penaberan tê nasandin krîza aborî dijî. Piştî êrîşên DAÎŞ’ê li Suriyê pêş ket, bi hezaran suriyeyî koçî bajarên li ser sinor bikin. Yek ji van bajaran jî Dîlok e. Dîlok bûyue warê koçberan. Bi taybet jî kurdên ji Riha, Wan, Şirnex û Sêrtê koç kirin ji ber bajarek sanayi ye li Dîlokê bi cih bûne. Niha serjimara Dîlokê li dora Milyonek û 932 hezar û 2 milyonan e. Piştî şerê li Suriye yê 550 hezar Suriye koçî Dîlokê bûn. Lê tenê qeyda 300 hezar kesan heye û nêzî 200 hezar jî li dervê qeydan dijîn.
BAJARÊ MODEL DÎLOKE
Di 27’ê sibatê de Sefîrên Almanya yên Enqerê Şaredara Dîlokê Fatma Şanîn ziyaret kir. Sefîran Dîlok wekî bajarê model ên penaberan bi nav kir. Lê welatiyên Dîlokê, dijberî vê yekê difikirin û Dîlokê wekî qada polîtîkaya dewletê dibînin.
KIRÊ SÊ QAT ZÊDE BÛYE
Li Dîlokê kar kêm bûye û welatî ji kar tên derxistin. Dîsa esnaf êdî nikarin esnafiyê bikin û kirêya xaniyan jî gihiştiye asta herî jor. Esnafên karê emlakê dikin, diyar kirin ku kirayên xaniyan li gorî 2014'an 3 qat sêde bûye. Di 2014’an de li nava sukê xaniyek 4 + 1 bi 200-250 TL bû, lê niha herî kêm 650 TL ye. Li taxên teniştê û durî navendê yên wekî Sarîguluk û Îbrahimli di 2014’an de xaniyên 3+1 û 2+1 bi 400-500 TL bûn, lê niha 800- 1500 TL ne. Dîsa li zaningehê ji bo xwendevanan xanî 1+1 di 2014’an de bi 200 TL bû, niha herî kêm bi 600 TL’ ye. Dîsa ji bo depozitoya van xaniyan 2 qat kirê jî pere tê xwastin.
‘DESTPÊKÊ GELÊ XWE TÊR BIKIN’
Gelê Dîlokê yê bê çare mayî bertek nîşanî polîtikayên dewletê yên ji bo penaberan dan. Esnafê bi navê Kadir Kizil (30) (berber) diyar kir ku muşteriyên wî hemû bê kar mane û wiha got: “Ji ber ku gelê suriye yî neçar dimînin bi pereyek kêm bixebitin, mutahît wan digirin kar û gelê me jî ji kar derdixin. Karkerên ku 6-7 salin ked dane ji kar tên derxistin.” Kizil destnîşan kir ku li derdora wî tijî berber bûne û bê bac dixebitin û wiha pêde çû: “Em jî bacê didin. Eger dewlet xwedî li penaberan derdikeve, bila ji wan re kar biafirîne û dewlet pere bide. Dewlet dibêje ‘ez penaberan têr dikim’ lê gelê wî bi xwe birciye.”
‘EM ÊDÎ NIKARIN XWE LI SER PIYAN BIGIRIN’
Esnafê bi navê Hasan Çiftçi (40) jî anî ziman ku ji beriya 2-3 sal karê wan pir baş bû û wiha axivî: “Karê me rawestaye. Em nikarin xwe li ser piyan bigirin. Kirê zêde bûye, em nikarin fatureya avê jî bidin. Me ked daye vir em nikarin karek din jî bikin. Em mexdurin.”