'Karê tekstîlê xelas dibe'

BURSA - Li bajarê tekstîlê Bursa piştî polîtîkayên hikûmetê yên derve û hundir krîza aborî dest pê kir û gelek esnafên tekstîlê kargeriyên xwe digirin. Bi girtina karkeriyan re betalî jî zêde dibe.

Li bajarê Bursa ku wekî navenda tekstîlê tê zanîn piştî şerê navxweyî û polîtîkayên hikûmetê yên derve û hundir krîza aborî dest pê kir. Bi krîza aborî re gelek esnaf û kargeriyên tekstîlê deriyên dikan û kargeriyên xwe girtin. Li Bursa bi taybetî ji ber ku li şûna karsazên niştecîhî karsaz û karkerên biyanî tên xebitandin, gelek dikan û kargeriyên tekstîlê hatin girtin. Xwediyê Firmaya Tekstilê ya Beydoku Cihan Yîgît, diyar kir ku li kolana Vîşne ya navçeya Yildirimê gelek karkerî hene û wiha got: "Berê vir pir çalak û bi tevger bû. Lê niha yek bi yek esnaf dikan û kargeriyên xwe digirin. Yîgît anî ziman ku wî jî kargeriya xwe girt û wiha got: "Bûrsa navenda tevn û tekstîlê ye. Piştî kargeri tên girtin betalî jî zê de dibe. Bursa piştî sala 1993'an bû bajarê koçberan. Karker zêde bûn. Lê niha ji ber ku kargerî û şîrketên tekstîlê tên girtin betalî zêde dibe û karkerên li vir dixebitîn disa ji vir koç dikin û diçin.

Yîgît, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şaş êdî di qada kar û karsaziyê de pirsgirêk jî zêde dibin û wiha got: "Karkerên wekî emele yomiyan êdî naxwazin bixebitin. Gelek karker û xebatkarên li van kargeriyan dixebitin ji derve hatine. Pişti ku ev karker dîsa koç dikin kesên li van atolye û kargeriyan bixebitin tune ye. Ji ber krîza aborî karsaz nikare zêde pere û heqekî têr ê tije bide karker. Karker jî nikare debara xwe bike û dest ji kar berdide. Ji ber ku hikûmetê rêjeya KDV zêde kir û prîma sigorta zêde kir, barê karsazan giran bû û karsaz nikarin wekî berê karkeran bidin xebitandin. Ev rewş bêtir karkeran dike kole û keda kakeran dixwe.

Yigit, anî ziman ku karkerê 3 mehan heqê xwe digirin nikarin meha çaran heqê xwe bigirin. Dixwazin kalîteya kar ê tekstîlê daxin û karkeran erzan bidin xebitandin. Emrê vê yekê dirêj najo. Yigît vekirina Navendên Dan û Stendine (AVM) ji rexne kir û bilêv kir ku ji ber zêde Navendên Dan û Stendinê tên vekirin li dijî sektora tekstilê darbe ye û esnafan dixe nava zor û zahmetiyan.